13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di xwepêşandanên li Siwêdayê de dirûşmeya “Azadî” hat berzkirin

Xwepêşandanên xelkê Siwêdayê di roja 9'an de dewam dikin. Di xwepêşandanan de pankartên bi nivîsa "Azadî" hatin hildan û daxwaza cîbicîkirina biryara 2254'an a Neteweyên Yekbûyî hat kirin

Xwepêşandanên xelkê Siwêdayê yên li dijî rewşa aborî ya xirab û bi banga çareseriyeke siyasî li welat, di roja 9’an de berdewam dikin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê SOHR`ê, bi sedan kes li qada Seyir (Kerama) a bajarê Siwêdayê kom bûn. Ji bajarok û gundên Siwêdayê jî gelek kes herikîn navenda bajêr da ku beşdarî xwepêşandanê bibin.

Xwepêşanderan pankartên bi nivîsên “Azadî” û şermezarkirina medyayên girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker hildan. Her wiha daxwaza pêkanîna biryara 2254’an a Neteweyên Yekbûyî hat kirin.

Meclisa Reqayê ya Kombûna Jinan a Zenûbyayê bi daxuyaniyekê piştgirî da xwepêşandanên li Siwêdayê û daxwaza pêknîna biryara Neteweyên Yekûbyî ya 2254’an kir.  Meclisê tundiya li dijî xwepêşandêran jî şermezar kir.

‘Xwîna Hevrîn Xelef li Swêdayê geş dibe’

Di xwepêşandnên duh de jî jinan pankartên bi nivîsên “Xwîna Hevrîn Xelef li Siwêdayê geş dibe” vekirin.

Her wiha bi dehan ciwanan avahiya Partiya Baas û saziyên wê yên li bajar girtin, nehiştên karmend derbasî avahiyê bibin. Her wiha wêneyên Beşar Esed şewitandin. Ciwanan dirûşmên banga azadiyê berz kir û diyar kir ew ê xwepêşandanan dewam bikin heta daxwazên wan bi cih werin.