Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî 495 hefte ne ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş bang li rayedaran dikin. Li gorî komisyona girtîgehan a ÎHD’ê tespît kiriye 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Gelek girtiyên nexweş ji ber rapora ATK’ê nayên berdan. Yek ji girtiyên nexweş jî Yûsûf Sogut e. Yûsûf Sogut heta niha li girtîgehên Amed, Mûş, Erziromê girtî maye. Niha jî li Girtîgeha Panosê tê girtin. Yûsûf Sogut ku 6 sal in girtî ye, tevî gelek nexweşiyên xwe jî dîsa nayê berdan.
Di xwarinê de kevir û kêzik hene
Dayîka Yûsûf Sogut, Meyaser Sogut a ku di nava çalakiyên ‘Nobeta Edaletê’ de cih digire diyar kir ku rewşa kurê ya tendirustiyê nebaş e û wiha axivî: “Kurê min bi salan e li girtigehê nexweş e. Herî dawî bi telefonê li min geriya got ‘Rewş li vir gelekî xerab e. Tevî nexweşiyan, min derman nakin. Gardiyan gelek zextî li me dikin. Ava ku mazot tevlê bûye didin me.’ Em ji wan re pere dişînin lê dîsa jî ava vexwarin nadin wan. Dibêjin; ‘Di xwarina ku didin me de xîçik, kêzik û kurmik derdikevin.’ Dema ku em diçin hevdîtinê jî ji me re gelek astengiyan derdixin. Ji ber rewşa aboriyê nêzîkê salekê ez neçûne hevdîtina kurê xwe.”
‘Tecrîda heyî me diêşîne’
Sogut, anî ziman ku wekî dayikekê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, tê meşandin baş fam dikin û wiha lê zêde kir: “Tecrîda ku tê meşandin gelekî me diêşîne. Ji ber ku zarokên me jî di heman rewşê de ne. Armanca dewleta tirk ew e ku me bike koleyê xwe. Ji bo me bike kole ciwanên me dîl digire. Kesên ku li gorî feraseta dewletê tev negerin wan digirin û davêjin zindanan. Kesên ji bo mafê xwe têdikoşin, wan binçav dikin û digirin. Ji bo li mafê xwe neparêzin wan davêjin zindanê. Dibêjin bila kurd nebin xwediyê maf.”
‘Li mafên xwe digerin’
Sogut herî dawî anî ziman ku ew heft caran emeliyat bûye û wiha got: “Ji wan emeliyatan gelek raporên min hene. Ez tevî hemû nexweşiyan dîsa hewl didim ku biçin cem zarokên xwe. Gelek caran me daxwazname şand ji bo wan bînin girtîgehên nêzîk. Lê tu encam ji daxwaznameyên me derneketin. Dixwazin ku li gel girtiyan malbatan jî ceza bikin. Ji ber zarokên me dûr in di çûn û hatinê de em gelek zor û zahmetiyan dijîn. Di aliyê aboriyê de jî em pir zahmetiyan dijîn. Gelek malbatên me rewşa wan a aboriyê nabaşe. Bi zor û zehmet diçin hevdîtina zarokên xwe. Ji bo zarokên xwe bi tenê nehêlin diçin hevditina wan. Dewlet bi sirgûnkirina girtiyan, zilmek mezin li malbatên girtiyan dike. Ev zilm li tu dera dunyayê tune ye. Ev zilm tenê li ser kurdan heye.”