Dema bahsa tundiya li ser jinan tê kirin çi tê bîra me? Binpêkirina mafên jinan yên ji aliyê hikûmetan li dijî jinan tên pêkanîn, paşguhkirina mafên jinan ên li cihê kar, mafên civakî û wekhevî yên di nav malbatê de tên tune hesibandin, her wiha taciz, tecawiz, lêdan. Ev hemû xwedî rûyekî aşkere û diyar ên tundiyê ne.
Ji bo ji holê rakirina tundûtûjiya bi vî rengî ya sîstematîk, pêwîst e guhertinên bingehîn di tevahiya hikûmet û civakan de bên kirin. Wek mînak di qanûna Komara Îslamî ya Îranê de ji bo bavê ku keça xwe bi hinceta namûsê dikuje ceza nehatiye diyar kirin, lê li heman welatî jina ku rastî tecawizê tê û ji bo parastina xwe êrîşkar dikuje tê îdamkirin. Kuştina jinan bi hincetên namûsê tên binavkirin, di destûra bingehîn de jî ev bi qanûnan tê destekkirin. Jixwe hemû qanûnên rejîmê li dijî mafên jinan tên sazkirin.
Wek mînakek din li Îranê li gorî yasayan bi îmzekirina peymana zewacê, ku bêyî wê destpêkirina jiyana hevbeş ne mimkûn e jin ji gelek mafên xwe yên bingehîn bêpar dimînin. Wek mafê telaqê, derketina derve, perwerdehî, diyarkirina cihê niştecihbûnê û hwd. Di dawiyê de jin di dema tomarkirina peymana zewacê de eger mafên xwe û xalên belgeya zewacê bizane dikarin van mafan wek mercê zewacê diyar bikin û di vê rewşê de jî, piştî zewacê jî mêr dikare mafê jinê yê telaqê betal bike û jin bi hêsanî ji vî mafî bêpar tê hiştin. Ji aliyeke din ve derfeta hişyarkirina mafên jinan rastî gelek astengiyan tê. Çalakvanên ku ji bo mafên jinan têdikoşîn jî rastî binçavkirin û girtinê tên û diyar kirina mercên zewacê ji bo jinan nebûye tiştekî asayî. Jin li rojhilatê Kurdistanê jî di bin heman qanûnên rejîmê de jiyana xwe didomînin.
***
Nîqaşa ku di wêjeyê de tundiya li ser jinan tê kirin ji mijara tundiya ku bi qanûnên hikûmetan an jî çandên kevneşopî yên civakan tên kirin wêdetir e. Belkî nîqaşa tundiyeke ku li ser rû wekî tundiyê nayê hesibandin û xweş jî xuya dike ye.
Helbest ji ber rîtma xweş, nêhêrîn ji lensên neasayî, ravekirinên nû û bi giştî bi awayekî afirîner û nû li pirsgirêkan mêze kirin, zêde tê dîtin û hevrebûna muzîkê bi beytên helbestan re jî şansê xweşbûnê zêdetir dike.
Herçiqas îstîsna hebin jî, bi giştî jin ji bo îfadekirina hestên xwe û dîtina xwe bi edebiyatê cîh û derfetek vekirî nebûye û bi piranî mêr in ku qada edebiyatê, mîna qada giştî ya civakê, girtine û jin paşve xistine. Lênêrîna karûbarên malê, guhdarîkirina fermanan, pejirandina mêran û bêdengî ji wan taybetiyên ku hertim ji jinên “baş” tên hêvîkirin û dema ku jin helbest afirandiye, bi gelemperî bi wêjeya lûle û edebiyata kar ve hatiye sînordarkirin an bi piranî di sînga wan de hatiye veşartin.
Ji edebiyata folklorî bigire heta edebiyata hevdem, jin di wêjeya ku ji aliyê mêran ve hatiye çêkirin de wek evîndarên xweş û bedew hatine binavkirin û ya ku em dibînin ravekirina taybetmendiyên xuyangê yên wek çav, bilindî, sîng û lêv hatine pênasekirin.
Di gelek berhemên edebî de pasîfbûna jinan û nerîna wê ya amûr û zayendî tê dîtin, helbestvan pêşengên civakê tên dîtin û yên ku dinivîsînin jî rewşenbîr tên ferz kirin. Wesfên bi vî rengî yên li ser jinan di wêjeyê de tundiyek li dijî jinan e ku rola jinan di tevahiya jiyanê de dadixîne û ev rastiya ku ev beyt û helbest têne dîtin û pesnandin e.
Girîngiya vê pirsê ew e ku edebiyat gelekî populer e û rexnekirina vê nêrîna jinan û guhertina wê dikare bandorê li ser civakê bi giştî bike û wêje bibe pêşenga guhertinên civakî di civakan de. Herwiha rola pasîf a jinan di wêjeyê de pirsgirêkek cîhanî ye.