Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku beriya Şoreşa Rojava qada tenduristiyê têk çûbû, ji nûve bi derfetên herî kêm di nava tunebûnê de xizmeta tenduristiyê didin. Desteya Tenduristiye, di bin dorpêçê de ji tunebûnê nexweşxane, derman û amûrên xwe ava dikin û xizmetê dide gel. Bi pêşketina şoreşê re qadên hatibûn hilweşandin ji nûve hatin avakirin. Rêveberiya Xweser piştî şoreşa rojava wekî hemû qadên Neteweya Demokratîk girîngiyê dide Qada Tenturistiyê jî. Rêveberiya Xweser, piştî şoreşa Rojava, di nava şertên, zor, zahmet û kêm de hewl dide ku hemû pirsgirêkên civakê yên tenduristiyê bibersivîne. Ji bo bibe bersîv di aliyê tenduristiyê de civakê bi rêxistin û perwerde dike. Yekîne û saziyên tenduristiyê ava dike. Piştî Şoreşê di sala 2012an de li hemû bajar û kantonan dest bi avakirina Meclisên Tenduristiyê kirin.
Piştî îlankirina Rêveberiya Xweser, vê carê di qada tenduristiyê de desteyên tenduristiyê ava kirin. Midûriyetên tenduristiyê avakirin û qada tenduristiyê bi rêxistin kir. Qada tenduristiyê bi hemû pirsgirêkên tenduristiyê ve eleqeder bû. Hem saziyên tenduristiyê vekirin, hem jî bi her awayî xizmeta tenduristiya gel kir.
Cîgira Desteya Qada Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Rojîn Ahmet li ser rewşa xizmeta tenduristiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê nirxandin kir
Êrîş nayên qebûlkirin
Rojîn Ahmet, destnişan kir ku qada tenduristiyê civakê di milê tenduristiyê de perwerde dike û derman û amûrên tenduristiyê peyda dike û got: “Li gel ku li ser Rojava ambargoyek zêde heye jî em xebatên xwe berdewam dikin. Em hemû xebatên tenduristiyê bi hevre dimeşînin. Li qada Şehîdan a Bendava Tişrinê gel li ber xwe dide. Xizmetkarên tenduristiyê jî wekî gel li tenişta gel cihê xwe di nava berxwedanê de digirin. Ji destpêka Şoreşa Rojava heta îro, bêdengiya saziyên navneteweyî dihêle ku li ser ambulansan û xizmetkarên tenduristiyê êrîş bên kirin. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin.”
Desteyên tenduristiyê ava kirin
Rojîn Ehmet li ser rêxistinkirina qada tenduristiyê rawestiya û wiha got: “Di sala 2014an de li Kantona Cizîrê Desteyên Tenduristiyê hatin avakirin. Piştî li Cizîrê desteya tenduristiyê hat avakirin, li Qamişlo, Dêrikê û Hesekê jî desteyên tenduristiyê hatin avakirin. Van desteyan li van bajaran nexweşxane, ocaxên tenduristiyê avakirin. Li gorî derfetan saziyên tenduristiyê avakirin. Komîteyên tenduristiyê ji kantonan heta bajaran ava bûn. Komîteyan ji bo gel ji nexweşiyan biparêze, perwerdeya tenduristiyê da. Piştî Rêveberiya Xweser hat îlankirin, li Tebqa, Reqa û Eyn Îsa jî desteyên tenduristiyê hatin avakirin. Li gel desteyan komite û midûriyetên tenduristiyê hatin avakirin ku karibin xwe bigînin hemû kesan. Wê demê şerekî gelek dijwar hebû. Li gel ku derfet tune bûn, komite û desteyên tenduristiyê li ber xwe dan û hewl dan bibin bersîv.”
Li ser derman ambargo heye
Rojîn Ehmet li ser rewşa xizmeta tenduristiyê jî agahî dan û wiha got: “Heta 2018an komîn û sazî hatin avakirin. Ji komînan bigire heta kanton û beldan, li hemû bajar û kantonan komite hatin avakirin. Van komîteyan bi meclisên bajaran re xebat kirin. Van komîteyan li ser rewşa nexweşiyan lêkolîn kir û li gorî wê xizmeta tenduristiyê bi rêxistin kir. Li aliyekî li ser nexweşiyan seminer dan, li aliyê din nexweşiyên heyî tespît kirin. Dîsa nexweşxaneyên dil û çavan vekirin.
Nexweşxaneyên xwe ava kirin
Nexweş di mile çûna Şamê û çûna Başûr zor û zahmetî kişandin. Ji ber pêdiviyan mecbûr li Bajarê Qamişloyê nexweşxane hat avakirin. Ji ber derî li ser me hatin girtin, me hewl da ku xwe bi xwe pirsgirêka xwe ya tenduristiyê çareser bikin. Me nikaribû nexweşên giran bişînin Şamê û Başûr. Ji ber vê yekê me nexweşxaneyên taybet avakirin. Îro jî ji ber ambargoya li ser herêmê em di aliyê teknîk û dermanan de zor û zahmetiyê dijîn. Ew cîhazên ku lazim in, em nikarin bi dest bixin. Pêdiva derman heye. Lê tenê 2 fabrîqeyên derman hatine avakirin. Ev fabrîqeyên derman têr nake. 6 nexweşxane yên giştî hene. Di milê dîtin û peydakirina amûr û dermanan de em gelek zor û zahmetiyan dijîn.”
Xizmetkarên xwe ava kirin
Rojîn Ahmet li ser rewşa xizmetkarên tenduristiyê jî rawestiya û wiha got: “Di destpêka şoreşê de penaberî gelek zêde bû. Endamên tenduristiyê peyda nedibû. Piştre me xizmetkarên tenduristiyê perwerde kirin. Dîsa şagirtên tenduristiyê hatin perwerdekirin. Îro ev şagirt xizmeta qada tenduristiyê dikin. Me xwe û saziyên xwe ava kirin. Me bi xwe xizmetkarên xwe perwerde kir.
Berxwedan didome
Rojîn Ahmet li ser êrîşên li dijî ambulansan jî rawestiya û wiha got: “Ji berê ve êrîşên Tirkiyeyê li ser qada Tenduristiyê heye. Bi taybetî li Qamişlo qada tenduristiyê kirin hedef. Dijmin cudahiyê naxe nav. Êrîşî sivîlan, xizmetkarên tenduristiyê û ambulansan dikin. Li gel vê yekê Neteweyên Yekbûyî bêdeng in. îro li pêş çavê hemû cîhanê êrîşî xizmetkarên tenduristiyê dikin. Di êrîşên li ser Bendava Tişrînê jî hat dîtin raste rast ambulans kirin hedef. Lê dîsa hevalên me paşve gav neavêt û berxwedan didome.
Rojîn Ahmet da zanîn ku dema êrîşî xizmetkarên tenduristiyê dikin, bixwazin nexwazin xizmeta tendristiyê asteng dibe. Rojîn Ahmet bêdengiya Neteweyên Yekbûyî jî rexne kir û wiha got: “Ev bêdengiya wan mijara şermezarkirinê ye. Em hêza xwe ji gel digirin. Em hêza xwe ji bawerî û mafdariya xwe digirin. Em baweriya xwe ji gel û şervanên xwe digirin.”