Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Afis ê rojhilatê Idlibê de 3 kes birîndar bûn.
Hate ragihandin ku hêzên hikumeta Şamê bi moşekan deverên Kensefra, Bara, Kefer Iwêd û Beylûn ên herêma Cebel Zawiyê ya başûrê Idlibê topbaran kirin.
Bi vê yekê hejmara leşker û welatiyên ku ji destpêka îsal ve di êrîşên li “herêma bêçek” de hatine kuştin bû 223 Her wiha herî kêm 117 leşker û 41 sivîl jî birîndar bûn.