12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di tirmehê de 31 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin

Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên dewletê yê bêcezatiyê her roj jineke ji aliyê mêran ve tê kuştin. Herî dawî bi betalkirina Peymana Stenbolê dewlet sekna xwe ya li hemberî jinan raxist ber çavan.

Saziyên jinan her meh ji bo bal bikşînin ser rêjeya kuştina jinan daneyan belav dikin. Yek ji van saziyan jî Ajansa JINNEWS’ê ye. Li gorî daneyên JINNEWS’ê di meha tîrmehê de li Tirkiye û bakurê Kurdistanê 31 jin hatine qetilkirin û 12 jin bi rengekî guman jiyana xwe ji dest dane.

Ji jinên hatin qetilkirin 8 jin zewicî bûn, 7 di pêvajoya destberdanê de bûn,  4 jin ji aliyê mêrên nas dikirin ve, 3 jin ji aliyê mêrên dest jê veqetiyabûn, 2 jin ji aliyê mêrên dest jê berdabûn, 2 jin ji aliyê nasê xwe ve, yek ji aliyê kurê xwe ve û yek jî ji aliyê cîranê xwe ve hat qetilkirin. Heta niha ne hatiye hînbûn ku jinek ji aliyê kê ve hatiye qetilkirin, her wiha hat diyar kirin ku yek ji jinên hatine qetilkirin ducanî bûye.

Di deman demê de di meha tirmehê de 13 jin ji aliyê mêrên ku herî nêzîkê wan bûn, gefa kuştinê xwarin û 12 jin jî bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Songul G. a ku bi rengekî guman jiyana xwe ji dest da 8 mehî ducanî bû. Di meha tirmehê de 3 jin li dijî mêran xweparastina xwe bikaranî.

Dîsa di meha Tirmehê de 4 zarokên kur hatin qetilkirin, 5 zarokk bi rengekî guman jiyana xwe ji dest da û xwestin 3 zarokan qetil bikin. 8 zarok jî rastî tacîza zayendî hatin.