Şevê din li herêma Selam ya li Bexdayê teqînek çêbû. Fermandarê Fermandariya Operasyonên Bexdayê Welîd Temîm der barê bûyerê de ji medya Iraqêr e axivî. Welîd anî ziman ku duh bişev bombeyek di qotiyek diyariyê de hatibû danîn û li herêma Selamî ya nêzî xalek leşkerî teqiyaye. Li gorî Welîd da zanîn ku welatiyek hatiye hedefgirtin û bûyer dijî wî bû.
Welîd da zanîn ku bi rêya motorsiklêtekê bombe li nêzî wê xala leşkerî hatiye teqandin û di encamê de şofêrê motorsiklêt û leşkerekî jiyana xwe ji dest dane û welatiyê ku hatibû hedef girtin jî, birîndar bûye.