Li Rojhilata Navîn ku navenda şerê cîhanê yê sêyemîn e, şerê ku Israîl li Xazeyê da destpêkirin, gav bi gav ber bi şerekî herêmî ve diçe. Fikar û tirsa ku kurd di vî şerî de risteke sereke bilîzin û destketiyên kurdan ên muhtemel, AKP-MHP’ê dixe nava fikaran.
Bersiva herî bêbandor a li dijî şideta netew-dewletê israra di serweriya hiqûqê de ye. Di rastiyê de hiqûqa netew-dewleta bûrjûwazî qanûnîkirina şideta serdestan îfade dike. Di vî warî de li şûna israra di hiqûqê de, divê polîtîka û berxwedana civakî bê pêşxistin.
Divê wateyek zêde li silavdayîna şefek faşîst ê ku li ser dijminatiya gelê kurd sond xwariye neyê barkirin, anku ev rewş wek ‘pêvajoya çareseriyê’ ya nû yan jî ‘nermkirinê’ neyê dîtin. Nirxandineke bi vî rengî hem di dîrokê de hem jî di roja me ya îro de pêşnedîtina siyasî ye. Em vê silavdayînê dikarin wek ramûsana Yahûda ya ku dide Hz. Îsa binirxînin.
Heger bê bîra we, piştî hilbijartinên parlementoya 2007’an li meclisê Ahmet Turk û Aysel Tugluk çûn silav dan Bahçelî. Wê demê gelek şîrove û nirxandinên erênî hatibûn kirin. Berxwedan û xweparastin bêwate hatibû dîtin. Nîqaşa çekdanîna PKK’ê dihat kirin. Lê piştî wê jî êrîşên qirkirin, wêrankirin û dagirkeriya li Kurdistanê kêm nebûn. Dîsa Bahçelî û tîma wî pêşengiya kûrkirina şer dikirin. Ger tê bîra we, wê demê Rêber Apo Ahmet Turk û Aysel Tugluk rexne kir û got: “Silav didin MHP’ê, lê siyaseteke wiha bêserûber nabe. Di vî warî de ev mijar girîng e: Nêrîna Bahçelî li ser kurdan çi ye?”
Rêber Apo dema ku digot divê siyaset bi rêgez be tam qala vê rewşê dikir. Ji ber vê yekê pirsa bingehîn ev e: Siyaseta îmha û înkarê ya li dijî kurdan ku ji damezrandina Komara Tirk heta niha bûye siyaseta bingehîn dê biguhere? Nêrîna Bahçelî û nêrîna bingehîn a hişmendiya faşîst a komarê dê biguhere? Di destûra bingehîn de hebûna gelê kurd dê bê qebûlkirin? Ger guhertinek pêk nehatibe, wê demê çima em ê silav bidin vê hişmendiyê.
Gelo di bingeha vê pêşnedîtinê de, teorî û têgihîştina feraseta rastgir tune ye? Mêtinger di hişmendiya îstîsmarkaran de tim wek kesên bi hêztir û serwer hatine bi cihkirin. Ma daxwaza qebûldîtina di çavên kesên ku te qebûl nakin de ne emcama vê yekê ye? Dema mirov li hêza dijminê xwe yê sondxwarî û lewaziya xwe dinihêre, berxwedana xwe carna bi awayeke aşkera carna jî veşartî bêwate dibîne. Anku hêza xwe ya cewherî biçûk dibîne û bêbawer nêzikê xwe dibe. Kêmasiya herî bingehîn a siyaseta kurd û siyaseta legal ev e.
Dewleta tirk bi hêza NATO’yê bi salane bi hemû teknîka pêşketî êrîşê Tevgera Azadiyê dike. Lê hêza gerîla û berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê li pêşiya van êrîşan û têkçûnê dibe bend. Bahçeliyê ku bi vê yekê baş dizane herî dawî bang li Rêber Apo kir û got: “Bila bi awayeke yekalî ragihîne ku teror qediyaye û wê rêxistin bê tasfiyekirin.”
Li Rojhilata Navîn ku navenda şerê cîhanê yê sêyemîn e, şerê ku Israîl li Xazeyê da destpêkirin, gav bi gav ber bi şerekî herêmî ve diçe. Fikar û tirsa ku kurd di vî şerî de risteke sereke bilîzin û destketiyên kurdan ên muhtemel, AKP-MHP-Hîzbûlahê dixe nava fikaran. Ji bo vê jî banga Bahçelî ya ji bo Rêber Apo wek bêhêvîtî û bêçaretiya dewleta tirk a li dijî Tevgera Azadiyê ye. Bi vê bangê bi awayeke aşkera dibêjin ku em nikarin we biqedînin.
Ev qeîdeyek hêsan e; dema ku yê nîşan dide ji tiştê ku tê nîşandan zêdetir derkeve pêş wate şêlû û mûxlaq dibe.
Her bîrdoziyek xwe bi gotin, rêxistin, kiryar û bi siyasetê ava dike. Bi awayekî xwezayî her xeteke siyasî li ser perspektîfeke bîrdozî ava dibe. Bi vî awayî polîtîka dibe xwedî armancek. Polîtîkayek bê bîrdozî, tê wateya bêpolîtîkbûnê. Bêpolîtîkabûn bi xwe re pêşnedîtinê tîne. Di vê wateyê de dema ku em dibêjin siyaseta birêgez, divê ji bingeha bîrdoziyê cuda pêş nekeve.