17 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di siyaseta cîhanê de cihê kurdan

Niha li giştiya cîhanê ji rojname heta televizyonan, ji gelan heta rayedarên dewletan nêrîna xwe li ser gavavêtina dawî ya PKKê dibêjin, ji ber ku pirsgirêka kurd bala giştiya cîhanê dikişîne û giştiya cîhanê kêm zêde bi awayekî bûye aliyekî bêmafiya li ser kurdan ev sed û du sal in tê meşandin.

Kurdên bi peymana Lozanê ji qada siyaseta cîhanî hatibûn derxistin, îro dibin mijara çapemeniya giştiya cîhanê. Biryara xwefesihkirina PKKê dengekî nedîtî veda û giştiya cîhanê li ser diaxive û nêrîn û pêşniyarên xwe tîne ser zimên. Heta niha ji bilî şerxwazan ti hêzeke xwefesihkirin û rawestandina şerê çekdarî rexne kiribe tine ye. Herkes bi erênî lê dinêre, ji bilî kesên berê PKK bi dijwarkirina şer û bikaranîna çekê tawanbar dikirin, niha jî ketine nav tirsa rawestandina şer a PKKê.

PKK wek partiyekê ji salên 1990î û vir ve bi destpêkirina serhildanên gel re gelek sazî û rêxistinên civakî damezirand an rê li ber damezirîna wan vekir. Ji xwe di salên 2000î de PKK wek partî erka xwe bi dawî kiribû û bi navê Kongra Gel pêvajoyeke nû dabû destpêkirin, lê piştre cardin PKK wek çavdêreke têkoşîna gel, di warê bîrdozî de xwe saz kir. Lê di rastiyê de ji wê demê ve têkoşîna gelê kurd bi riya sazî û rêxistinên berhema têkoşîna azadiyê ne dihat birêvebirin. Bi piranî ev sazî û rêxistin jî di encama perwerdeya bi salan de, dikarîn bê hebûna PKKê jî siyaset û bîrdoziya wê bi rê ve biribana.

Îro jimara sazî û rêxistinên kurdan ên di warê siyasî, dîplomatîk û civakî de kar û xebatê bi rê ve dibin ewqasî zêde bûye, ku birêvebirekî PKKê jî nikare jibere navê tevan rêz bike. Ev yek jî asta rêxistiniya gel dide diyarkirin.

PKK ji nav vî gelî wek pêdiviyeke li hember bêmafî, zilm û zordariya li hemberê hatiye kirin, derket. Gelê Kurd di her tengezariyê de xwediyê hêza derxistina rêxistineke lê xwedî derkeve ye. Di têkoşîna 41 salan de, PKKê hişyarbûneke mezin da gel. Ev hişyarbûna gel di heman demê de sîgorteya siberoja gelê kurd e.

Têkoşîna 41 salan di nav gelê kurd de çandek, exlaqek, awayekî nû yê danûstendina mirovan, hêza lêgerîna mafê xwe û têkoşîna bidestxistina mafên xwe da çêkirin.  Ev têkiliyên civakî û mirovî bi xwefesihkirinekê ji holê ranabin, ewê di jiyana gelê kurd de bidomin.

Gava mirov gavên tên avêtin şîrove bike, divê ji rastiya civakê, demê û jîngehê dûr nekeve. Îro serokkomarê Amerîkayê ji bo çêtirkirina aboriya welatê xwe û berjewendiya cihûtiyê, diçe welatê Sûûdî yê navenda îslamiyetê û bi zimanekî dîplomatîk, bi hevdîtineke polîtîk armancên xwe bi wan dide pejirandin. Gava serokkomarê Amerîkayê ji navenda îslamiyetê herikîna milyar dolar pere ya nav aboriya dewleta Amerîkayê daxwaz kir, ne dron, ne balefir, ne tanq û ne jî top bi kar anîn. Bê guman ev tev di destê artêşa amerîkî de hene û li hêviya fermaneke Trump in, lê belê Trump bê ku pêwîstiyê bi bikaranîna van bîne, ji Sûûdî herikîna dolaran, ji Erdogan pejirandina polîtîkayên wî yên li Sûriyê, ji Colanî xwedûrgirtina ji xaka rojavayê Kurdistanê û serîtewandina li ber berjewendiyên Îsraîlê daxwaz û misoger kir. Colaniyê heta doh pêr wek terorist bi nav dikir û ji bo desteserkirina wî xelat dida, anî ber lingên xwe û fermanên xwe jê re rêz kir. Colanî tev bi dilxweşî pejirand, te divê li hesabê wî were, te divê neyê. Îslamîstên li hember mazlûman serjêkirinan pêk tînin li navenda îslamê, ji cihûyekî re çûn sicdeyê. Bi vê yekê di kesayeta cihûtiya Trump de serdestiya Îsraîlê bi dilekî xweş pejirandin, her du serokan jî -serokê Tirkiya sunî û serokê sûûdiya emewî- bi riya telefonê daxwazên Trump pejirandin.

Wê demê siyaset û dîplomasî dikare bibe çareseriya gelek tiştan. Bêguman li paş vê siyaset û demokrasiyê hêzeke çekdarî ya dewleta Amerîkayê ya mezin heye, lê belê ji xwe di van 41 salan de gelê kurd bi xwe gihiştiye asta hêzeke çekdarî ya rêxistinkirî, û vîna gelê kurd ji hemû çekên dewletekê hîn xurtir û saxlemtir bûye.

Niha li giştiya cîhanê ji rojname heta televizyonan, ji gelan heta rayedarên dewletan nêrîna xwe li ser gavavêtina dawî ya PKKê dibêjin, ji ber ku pirsgirêka kurd bala giştiya cîhanê dikişîne û giştiya cîhanê kêm zêde bi awayekî bûye aliyekî bêmafiya li ser kurdan ev sed û du sal in tê meşandin. Di van sedûdu salan de kurd ji aliyê dewletên cîhanê ve bê maf, bêhêz, bêrêxistin hatin hiştin. Ew dihizirîn ku bi vî awayî kurd ji holê rabin. Lê derketina PKKê, destpêkirina şerê çekdarî, xwegihandina sazîbûna eniya civakî rê li ber tinebûnê girt û gelê kurd nemir. Hin kes dipirsin û dibêjin; ka PKKê di van 41 salan de ji bo gelê kurd çi kir, xelkê dewlet ava kirin, we bihustek erd jî bi dest nexistiye!“ Lê ew kes nabînin, ku PKKê gelê kurd bi dest xist. Gelekî, ku di rojnameya Cumhuriyetê de, bi goreke li binarê çiyayê Agirî hatibû xêzkirin û nivîsîbû; „Kurdistana tê xeyalkirin, li vir hatiye binaxkirin“, ji gorê hat rakirin û niha li ser piyan, wek şêran têdikoşe. Gelê kurd zindî bû, bi ser xwe hat, dijî û dizane bê çi dixwaze. Gelê kurd bû xwedî îrade, bû xwedîsazî, bû xwedîrêxistin, bû xwedîdîplomasî, bû xwedîçapemenî, bû xwedî hişûraman, bîrûbawerî. Bêguman PKK herdem xwe spart ser mîrateyê ji Medan û virve heta serhildanên Dêrsim, Agirî, Zîlan, Koçgirî, Mahabad û gelekên din hatiye. Têkoşîna gelê kurd qasî enternasyonalbûna xwe ewqasî jî nasyonal û kurdî bû. Îlhamgirtina ji şoreşgerên Tirkiyê, rê li ber afirandina şoreşgerên Kurdistanê vekir. Îro di xezîneya têkoşîna gelê Kurdistanê de bi sedan û hezaran cangoriyên her yek bîranîn û jiyana wan destaneke serbixwe ye hene. Bêguman gelê Kurd çawa ku berî PKKê û di serdema PKKê de ji bo azadî û jiyaneke bi rûmet ked û can daye, wê piştî PKKê jî vê armanca xwe bi tecrubeyên 41 salan hîn bi zanistî û rêxistîbûyî bi rê ve bibe. Niha deriyekî nû li ber kurdan vedibe; bi hêza xwe ya gelêrî azadiya xwe bi dest bixe!

Ji aliyê din, ti kes zêde ne li hêviyê ye, ku dewleta tirk di rojekê de were ser riya demokrasiyê û hebûna kurdan di zagonên xwe de binivîse û misoger bike. Demokrasî bûyereke çandî ya jiyanê ye. Hêzeke demokrasiyê nejî, nikare bibe demokrat. Hêzeke avabûna xwe li ser tinebûna gelan damezirandibe nikare bibe xwedîtolerans. Ji xwe kurd vê hêviyê ji dewleta tirk nakin. Kurd dixwazin bi xwe bawer bin û rêk û rêbazên têkoşîna xwe li gor pêdiviyên demê biguherin. Ji bo wê bi fesihkirina PKKê gelê kurd tiştekî winda nake, lê dikare gelek tiştan bi dest bixe.