Di 3’yê îlona 2022’yan de Şilêr Resûlî li mala xwe rastî êrîşa zayendî hat. Mêrê ku di nav hikûmetê de erkdar bû xwest tecawizê Şilêr bike lê Şilêr li dijî vê hewldanê xwe di paceya mala xwe de avêt xwarê û teslîmê mêrê êrîşkar nebû. Mirina Şilêr di nav civakê de bû cihê nerazîbûnê. Çend roj piştî mirina Şilêr vê carê Jîna Emînî bi hinceta ku hîcaba xwe li gor pîvanên îslamî girênedaye di bin çavan de rastî êrîşa polîsan hat û di 16’ê îlonê de jiyana xwe ji dest da. Bi mirina Şilêr û Jîna li Rojhilat û Îranê serhildana Jin Jiyan Azadî dest pêkir.
Bi nêzbûna salvegera Şoreşa Jin Jiyan Azadî em bi rojnameger Nigîn Şêxolislamî re der barê guherînên di nav civaka Îranê de, rewşa girtiyan û hikûmeta Îranê de pirsên me bersivand.
Di îlona 2022’yan de li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengiya jinan Serhildana Jin Jiyan Azadî destpê kir. Vê serhildanê bingeha xwe ji ku digire û çawa pêş ket?
Li Kurdistan û Îranê beriya ku Şoreşa Jin Jiyan Azadî destpê bike çirûskên şoreşê li Merîwanê bilind bûbûn. Şilêr Resûlî ya ku 36 salî bû û xelqê Merîwanê bû rastî êrîşa zayendî ya mêrekî xerab hat lê Şilêr li hemberî vê hewldana tecawizê li ber xwe da. Şilêr xwe di paceya malê de avêt xwarê lê nehêşt ku tecawiz lê were kirin. Dema ku Şilêr xwe avêt keça wê ya 11 salî û kûrê wê yê 17 salî li kolanê bûn û li ser dayika xwe ya ku di nav gola xwînê de mabû alîkarî dixwestin. Şilêra ku piştî çend rojan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da bû sembola berxwedana jinan. Berxwedan û wêrekiya Şilêr ku nehişt ew zilamê ku sembola civak û rejîma mêrsalar bi ser bikeve, rê li ber ew hêrsa jinan a ku hatibû tepisandin vekir û jin derbasî kolanan bûn.
Komek jin di serî de li ber derê dadgeriya Merîwanê kom bûn û daxwaza ewlehiya xwe kirin û paşê li kolanên bajêr bi dirûşmên ‘Em tev Şilêr in em ê tola wê hilînin’ tev li merasîma definkirina Şilêr bûn. Ew serhildana gel a ku li dijî tundiya li ser jinan destpêkir ne tenê li Kurdistanê di heman demê de li seranserê Îrana ku salane bi sedan jin tên kuştin de jî yekemîn bû.
Serhildan çawa belavê bajarên din bû?
Ev serhildan bi Merîwanê sînordar nema. Komek jin li ber dadgeriya Sineyê li dijî qanûnên ku dijberiya jinan dikin dengê xwe bilind kirin. Ev çalakiyên ku ji bo Şilêr Resûlî hatin kirin ji bo Jîna Emînî ya bi destê polîsên rejîma Îranê li Tehranê hat kuştin wek pêşgotinek bûn. Civaka kurd ew hêrsa di dilê xwe de li ser Goristana Ayçî ya Seqizê li ser gora Jîna Emînî avêtin derve dengê xwe bilind kirin. Ev deng bi lez li ser hemû medyayê û li her deverên Îranê hat bihîstin û belav bû.
Dirûşma Jin Jiyan Azadî çawa û li ku derê destpê kir?
Ew berxwedana gel ya bêhempa ku di 16’ê îlona 2022’yan de li Goristana Seqizê destpêkir, ew girseya gel, ew rakirana laçikên jinan a bi biryar, daxuyaniya femînîstî û berzkirina slogana Jin Jiyan Azadî ne tesadufî bû. Belkî ew pêşîneyên dîrokî û têkoşîna bi salan bû ku niha li Rojhilat û Îranê destpêkiribû. Ew dirûşma Jin Jiyan Azadî ku rêyeke dûr û dirêj derbas kiribû bingeha xwe ji têkoşîna kurdan a ku li Lubnanê li geliyê Bekayê hatibû destpêkirin û li Kobanê jî şoreşeke da avakirin digire. Şoreşa Kobanê çawa ku cihanî bû dirûşma Jin Jiyan Azadî jî wiha li cihanê belav bû.
Beriya Sehildana Jin Jiyan Azadî jin qet bi hev re çalakiyan dikirin û nerazîbûnên xwe dianîn ziman?
Elbet em hêrs û serhildanên jinên kurd û îranî nikarin tenê bi du salên dawî sînordar bikin. Divê em zanibin ku beriya li Rojhilat û Îranê Şoreşa Jin Jiyan Azadî li bakurê Kurdistanê bingeha xwe avakiribû. Gelek çalakvanên jin û çalakvanên siyasî vê dirûşmê nas kiribûn. Lê hê jî zemîna ku civak karibe vê dirûşmê nas bike nehatibû avakirin. Ez bawer dikim ku ev serhildan û dirûşm encama şereke ya bi salane.
Ez dixwazin hinek behsa têkoşîna jinan a di 8’ê Adarê de li bajarên Kurdistanê bikim. Di van merasîman de jinan bi girseyî bi zimanê kurdî û farsî li hemberî hişmendiya mêrsalar van dirûşman diavêtin; ‘Êşa we êşa me ye, wekhevî mafê me ye’, ‘Ji şewitandina jinan re na’, ‘Ji kuştina jinan re na’, ‘Em ji bo wekhevî û edaletê bijîn’, ‘Ji zewaca zarokan re na’ û van çalakiyan bi dirûşma Jin Jiyan Azadî bi dawî dikirin.
Jinên kurd di hemû dîrokê de her tim di nav şer de bûne û li dijî hişmendiya mêrsalar bertekên xwe anîne ziman. Ev bertekên jinan û naskirina dîroka xwe zemîna Serhildaan Jin Jiyan Azadî da avakirin. Jixwe jinên ku ew roj li Goristana Seqizê laçikên xwe rakirin û şewitandin deyndarê vê dîrok, çand û rewşa siyasî ya ku jinan bi salane dabû avakirin e.
Rejîma Îranê hem di dema serhildanê de hem jî niha ewqas bi hovane êrîşê gel dike?
Şoreşa Jin jiyan Azadî bingeha îdeolojîk a dînî ya rejîma Îranê hejand.Jixwe vê şoreşê bingeha rejîma Îranê ya ku li ser hatibû avakirin hedef girt. Ew şoreş bi îdeolojiyek wiha xurt hatiye avakirin û pêş ketiye ku dikare pêşeroja Îranê biguherîne. Ji ber vê yekê ye ku rejîm bi ewqas hovane êrîş dike.
Di vê serhildana ku bi mehan berdewam kir de rejîma Îranê nêzê 496 kesan ku ji wan 68 kes zarok bûn rast e rast hedef girt û kuştina wan qebûl kir. Lê di rastiyê de hejmara kuştiyan zêdetir e. Piraniya kesên ku hatine kuştin ji Belûçsitanê ne û piştre jî li Kurdistanê ne. Di vê serhildanê de bi hezaran kes hatin binçavkirin û rastî îşkenceya dermirovî hatin. Cezayê demdirêj li wan hat birîn. Gelek kes ji aliyê rejîmê ve çavên wan hedef hat girtin. Her wiha gel jî di vê serhildanê de polîsên rejîmê kuştin. Hikûmet niha dixwaze tola ew polîsên ku hatine kuştin bi darvekirinan bigire. Lê ev çîroka serhildanê li vir naqede. Tiştên ku li vir qewimîn rejîma îslamî ya Îranê rewabûna xwe bi temamî ji dest da. Herkesê dît ku vê hikûmetê çiqas kujer û cinayetkar e. Rejîmê bi sedan kesan kuşt ku tenê sabit bike ku Jîna Emînî di binçav de nehatiye kuştin. Rejîma Îranê sîleya herî mezin a di nav 45 saliya xwe de ji jinan xwar, ji ber vê jî ewqas bi kîndarî nêzî jinan dibe.
Rejîma Îranê çima biryara darvekirina Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhamedî da, her wiha bandoran van jinan a li ser civakê çi ye?
Biyara darvekirina Şerîfe Muhemedî ya azerî ku çalakvana mafên karkeran bû û Pexşan Ezîzî ku rojnameger û çalakvana mafên jinan e ji wê kîna ku rejîma Îranê ji Şoreşa Jin Jiyan Azadî girtiye, hat girtin. Her wiha dewleta Îranê Nesîm Xulamî û Werîşe Mûradî bi îdayên wisa sûcdar dike ku di nav qanûnên wan de hikma wan darvekirin e.
Lê kesên wek Werîşe û Pexşan ku canê xwe di rêya doza xwe de feda dikin, di şexsê xwe de rola artêşeke dilîzin. Werîşe û Pexşan bi berxwedana xwe ya ku di pişt deriyên girtîgehê de û jêr îşkenceyê de nîşan didin ji civak û hikûmetê re dibên ku Şoreşa Jin Jiyan Azadî neqediyaye.
Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî di nameyên xwe de bal kişandin ser girîngiya berxwedana xwe û gotin ku ji mirinê natirsin. Herdu jî dibên tirsa me ne ji mirinê ji kolebûnê ye. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Îranê her roja sêşemê li dijî qanûnên Îranê, şert û mercên girtîgehan û darvekirinan dikevin greva birçîbûnê. Berxwedana girtiyan di rojeva sereke ya Îranê de ye. Ew hêza ku girtî li nav çar diwaran de nîşan didin gelek kesên li dervayê girtîgehê dike şermê. Hikûmet qet ne li hêviyê bû ku bi rewşeke wiha re rû bi rû bimîne.
Wek tê zanîn dê di 16’ê îlonê de salvegera duyemîn ya kuştina Jîna Emînî were pêşwazîkirin, hikûmet çawa tevdigere?
Hikûmet di van rojên salvegera Şoreşa Jin Jiyan Azadî de gelek kesan binçavkiriye. Bi taybet jî ew malbatên ku zarokên wan di şoreşê de jiyana xwe ji dest dane. Beriya salvegera şoreşê li her kolanan polîs hatine bi cih kirin. Hikûmet ji serhildana gel ditirse. Lê gotinek heye tirs birayê mirinê ye. Ev hê destpêk e.
Niha di destê hikûmetê de tenê çeka teror û îşkenceyê heye. Hikûmet ji bo mayîna xwe rêya îşkenceyê hilbijatiye. Rejîme Îranê di vî çend hefteyên dawî de nûçeyên kesên ku di bin îşkenceyê de mirine belav dike û dixwaze tirsek bide avakirin. Her wiha gelek kesên ku di serhildana Jin Jiyan Azadî de hatibûn binçavkirin û hunermendên ku piştgirî dabûn serhildanê bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest didin. Berbirsiyarê van mirinan Îran bixwe ye. Lê Îran dixwaze piştî mirina Îbrahîm Reîsî û hatina Mesûd Pizişkiyan rûyekî nû nîşanê civakê bide. Lê di cewhera rejîma Îranê de tu guherînek tuneye. Ew bingeha dewleta xwe li ser newekhevî û dijminahiya jinan ava kirine. Qanûna Îranê jinan nîvê mêran dihesibîne. Lê ew nikare vê qanûnê bi nifşên nû bide qebûlkirin ji ber ku ew nifşên nû zana ne.
Rejîma Îranê ji bo hîcabê ji sedî sed bi jinan bide qebûlkirin çawa tevdigere her wiha bi hatina Mesûd Pizikşiyan dixwaze rewşek çawa bide avakirin?
Hikûmeta Îranê ji bo hicabê bide qabûlkirin mecbûr maye ku li kolanan bi hezaran hêzên girêdayê xwe bi cih bike. Ev tişt li hemû Îranê her roj dibe sedama pevçûnên di navbera gel û polîsan de. Gel êdî rejîma Îranê û DAIŞ’ê bi hev re qiyas dike. Ev guhertinên ku di du salên dawî de pêk hatine gelek mezin in. Vegera du sal berê êdî ne mumkun e. Berê gel êdî ber bi pêş ve ye. Hikûmeta Îranê ji dubarebûna serhildana gel ditirse. Herî dawî anketa ku meclisa Îranê çêkiriye nîşan dide ku ji sedî 12 gel ji hikûmeta Îranê razî ne. Wan bi çavên xwe dît ku di vê hilbijartina dawî de piranî gel neçû ser sindoqan. Gel di rastiyê de bi vê sekna xwe ji hikûmetê re got na. Ev peyameke vekirî ji bo Elî Xamenî. Gel ji Xamenî re dibê em hikûmeta te naxwazin.
Hikûmet ji bo serhildan dîsa geş nebe serî li rêyên çawa dixe?
Hikûmeta Îranê ji bo gel ji serhildanê dûr bixe serî li rêyên pir qirêj dixe. Çûyîna serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan û wezîrên xwe ya başûrê Kurdistanê jî yek rêyên qirêj e. Hikûmeta Îranê dixwaze bi Başûr re li hev bike daku ew hizbên kurd ên li ser sînorê Îranê ji wir dûr bixe.Dibe ku Pizişkiyan baş zanibe kurdî biaxive û di dema kuştina Jîna de îtirazên xwe ji hikûmetê re anîbe ziman. Lê di dawiyê de serokkomarê Îranê ye û parastvaniya hikûmeta Îranê dike û kontrola wî di destê wî de nîne. Wî bi xwe jî gotiye ku ew parastvanê rejîma Îranê ye.
Herî dawî dixwazin vê pirs bikim gelo di salvegera kuştina Jîna Emînî de xwedîderketina gel di çi astê de ye?
Ji bo kuştina Jîna Emînî û Şoreşa Jin Jiyan Azadî ji gelek hizban ji bo boykotkirina vekirina dikanan bang hatiye kirin. Bavê Jîna Emînî (Emcet Emînî) ji hikûmetê xwestiye ku merasîma salvegera Jîna Emînî were çêkirin. Her wiha malbatên şehîdan jî di nav tevgerê de ne.