Di 13’ê îlonê de ciwana kurd Jîna Emîn (22) bi malbata xwe re ji bo gerê ji Seqizê çûbû Tahranê û li wir rastî êrîşa hêzên ‘geşt û erşad’ yên ku di kuçe û kolanan de cil û bergên jinan kontrol dikin hat. Jîna Emînî li wir hat binçavkirin û di encama êrîşên hêzên ‘geşt û erşad’ de li avahiya rejîmê hat kuştin.
Piştî ku Jîna Emînî li Goristana Ayîç a Seqizê hat binaxkirin di destpêkê de li Seqiz bi demê re li gelek bajarên Îran û rojhilatê Kurdistanê çalakî hatin li darxistin. Çalakvanên li kolanan daxwaza guhertina qanûnên hikûmeta Îranê yên ku hemû li dijî jiyana civaka Îranê ye dikin.
Rojnamegerê Kurdistanmedia Keyhan Mihemedînijad rewşa li Îran û rojhilatê Kurdistanê ji Rojnameya Xwebûnê re nirxand.
Rojnameger Keyhan Mihemedînijad di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku li Îranê jin ne xwediyê tu mafekî ne û ev tişt anî ziman: “Li Îranê jin tim ji aliyê rejîmê ve tên terpisandin. Jinên li Îranê carek tên çewisandin lê jinên kurd ji ber neteweya xwe du caran tên çewisandin. Dînê îslamê li hemberî jinan jixwe xwediyê helwest e. Lê rejîma Îranê ji dînê îslamê bêhtir tund nêzî jinan dibe. Li Îranê heke jineke bi kêmeke jî li dijî yasayên wan yên cil û bergan derbikeve bi rêbazên herî tund bertek nîşanê wê didin.”
Yek helwest
Keyhan Mihemedînijad destnîşan kir ku piştî bûyera Jîna Emînî hemû civak bûye xwedî yek helwest û wiha got: “Di rastî de li tevahiya Îranê û Kurdistanê xelk ji wê rejîma serkutkar nerazî ne û xelk li benda bûyereke bû li dijî wê rejîmê rabin ser xwe. Ez nabêjim Jîna Emînî ji bo xelkê bo hincet lê ji ber ku her roj Jîna Emînî di Îran û Kurdistanê de tên kuştin gel rabû ser piyan. Xelk ji bo Jîna Emînî ya ji bajarê Seqizê derket qadan û niha ji bo hemû Jîna Emîniyên ku di wan 43 sal desthilatdariya rejîmê de hatine şehîdkirin sloganan davêjin û daxwaza hilweşandina rejîmê dikin.”
Çalakiyeke berfireh e
Mihemedînijad da zanîn ku ji sala 2019’an vir ve çalakiyên awqas mezin rû nedane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gel di mijdara 2019’an li Îran û Kurdistanê ji bo bilindbûna nirxê benzînê daketibû qadan. Ji wê demê vir ve cara yekemîn e girseyeke ku di nav de karker, sivîl, karmend, çalakvanên mafên mirovan û hwd hene derdikevin qadan. Civaka ku îro li qada ye daxwaza hilweşandina rejîma 43 salan a ku bingeha rojreşî, bêkarî û serkutkariyê ye dike. Xelk ji wê rejîmê bêzar in. Çimkî ew rejîme tevahiya dahata xelkê terxanê bombeyên navkî û mûşekên dûravêj, hêzên Filîstînê, Hizbullaha Lubnanê û terxanê grubên terorîstî yên di Rojhilata Navîn de dike.”