Sê roj in şerekê dijwar li Îsraîlê tê kirin. Bi deh hezaran leşkerên Îsraîlî ji bo kontrolê ji destên mîlîtanên Hemasê derbixin, xwe li nêzê Şerîda Xezeyê bi cih dikin.
Roja Şemiyê Hemasê bi hezaran roket avêtin Îsraîlê û bi sedan şervanên wê ketin nava Îsraîlê. Şer her ku diçe dijwar, rewş giran dibe.
Ji Îsraîlê zêdeyî 700 kes mirine
Ji Îsraîlê 700 kesan jiyana xwe ji dest daye. Di bîlançoya nû de ku Wezareta Tenduristiyê roja Duşemê ragihand, ku 2.382 du birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin, rewşa 22 kesan krîtîk ya 345 kesan jî cidî ye. Hikûmeta Îsraîlê her wiha da xuyakirin ku zêdeyê 100î Îsraîlî di destên Hemasê de ne.
Ji aliyê Filistînê zêdeyî 400 kes mirine
Rayedarên Filistînî jî dan zanîn ku li Şerîda Xezeyê ku ji sala 2007’an ve di bin destên Hemasê de ye, 78 zarok û 41 jin bi tevahî 413 Filistînî hatine kuştin. 2 hezar û 300 kes jî birîndar in.
Artêşa Îsraîlê aşkere kir ku piştî ketine nava Îsraîlê, zêdeyê 400 mîlîtanên Filistînî kuştine.
Di mîhrîcanê de qetlîam hat kirin
Roja Şemiyê saet di 06.30’an de gava mîhrîcana muzîka elektronîk li Îsraîlê, hêzên Hemasê êrîş kir, qetlîam çêbû. Li cihê mîhrîcanê herî kêm cenazeyên 260 kesan hatin dîtin.
Zêdeyî hezar şervanan êrîş kir
Berdevkê artêşa Îsraîlê Jonathan Conrîcûs bi şev li ser X ( bi navê xwe yê berê Twitter) peyamek weşand, got ku zêdeyê hezar şervanên Hemasê êrîş pêk aniye.
Zêdetirî 500 cih hatin bombebarankirin
Şer didom e, rewş her ku diçe giran dibe. Artêşa Îsraîlê roja Yekşemiyê bi şev wan ji hewayê ve û bi topan li zêdeyê 500 cihên Hemasê û Cihada Îslamî xistiye.
Ji roja ava bûye li ser erda Îsraîlê ta bi niha, tu şerekê wiha kujende çê nebûye. Roja sisêyan a şer bi dehhezaran leşkerên Îsraîlî ji bo kontrolê ji destê şervanên Hemasê derbixin, xwe li nêzê Şerîda Xezeyê bi cih dikin.
Li gor rojnameva Haaretzê, roja Yekşemiyê şer di navbeyna leşkerên Îsraîlî û 70 şervanên Filistînî de li qûntarên Be’erî yê li başûrê Îsraîlê berdewam bûye. Fikara artêşa Îsraîlê ew e ku li herêmê tûnêl di bin erdê de hene.
Li 7-8 cihan pevçûn
Berdevkekê leşkerî da der ku roja li heft ya jî heşt cihên derdora Şerîda Xezeyê şer bi şervanên Filistînî re ku ketina nava axa Îsraîlê, berdewam e.
Serheng Rîchard Hecht daxuyanî da rojnamevanan, got: ‘’Em hêj jî şer dikin. Li derdora Şerîda Xezeyê, li heft ya jî heşt cihan şerê şervanên me bi terorîstan re, berdewam e.’’
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, roja Yekşemiyê bi lez û bez li hev civiya, lê bi pişt re tu daxuyanî nehat dayîn. Alîkarê sefîrê DYA’yê Robert Wood, wiha gazinc kir: ‘’Gelek welatan êrîşên Hemasê şermezar kirin.’’
Ma Îran jî ket nav şer?
Li gor nûçeya Wall Street Journalê ku çavkanî rayedarên payebilind ên Hemas û Hizbullahê ne, Îran, roja Duşema çûyî, di civînekê de ku li Beyrûda paytexta Lubnanê hatiye çêkirin, ji êrîşa bi ser Îsraîlê de, gotiye erê. Lê Tehranê ji aliyê xwer ve got ku îdia derew e.