Nakokiyên bi salan e li Sûriyeyê hene dewam dikin û serhildana Hûsiyan li Yemenê, nakokiyên navxweyî yên Lîbya û Lubnanê li Rojhilata Navîn bêewlehiyê diafirînin û nakokiyên di navbera Îran û Îsraîlê de rêyeke nû da hevkêşeya herêmî. Her wiha li herêmê şerên wekaletê û nîşandana hêzê berdewam dikin û pê re li Kurdistanê ku di navbera çar dewletan de perçe bûye, ne diyar e dê çi biqewime.
Têkildarî mijarê Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zagros Ensderyarî diyar kir ku helwesta gelê kurd wê ji bo pêşeroja Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê diyarker be.
Hêzên wekîl ji holê radibin
Ensderyarî da zanîn ku êrişa yekser a Îranê ya li ser Îsraîlê rê li ber pevçûneke nû li herêmê vekiriye û got ku Îran bi awayekî kevneşopî bi rêya hêzên wekî Hizbullahê li Lubnan, Hemas û Cîhada Îslamî li Xezeyê zextê li Îsraîlê dike û ji aloziyeke mezin dûr dikeve. Ev êriş nîşan didin ku dibe ku Îran amade be ku pevçûnê ber bi asteke nû ve bilind bike û yekser bi Îsraîlê re rû bi rû bimîne. Ew mêrxasiya Tehranê li hember gef û êrişên Îsraîlî ku di nav de êrişên li ser tesîsên atomî an bingehên leşkerî yên Îranê wêrekiya Tehranê ya li dijî gefên Îsraîl an jî êrişên wê nîşan didin. Dibe ku Tehran bawer dike ku êrişên yekser dikarin bi bandortir zextê li ser armancên wê bikin.”
Peyam dan DYA’yê
Ensderyarî bi bîr xist ku Amerîka û Ewropa bi salan e ambargoyê li ser Îranê ferz dikin û wiha got: “Êrişa rasterast a Îranê peyameke rasterast ji bo hêzên cîhanê û bi taybet ji bo DYA û hevpeymanên wê ye. Îran xwest ku nîşan bide ku ew ê dudilî nebe ku bersiveke leşkerî yekser û tundtir bide Îsraîl, hevalbendê sereke yê Amerîkayê yê li herêmê ku zext an cezayên li ser bernameya wê ya navokî berdewam bikin. Êrışa mûşekî ya yekser a Îranê jı bo ser Îsraîlê bû sedema zêdebûna nakokî û aloziyê li herêmê. Ev rewş dê encamên mezin li ser ewlehıya herêmê û têkiliyên navneteweyî bi xwe re bîne. Rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê de li ser bingeha dînamîkên hêza herêmî û cîhanî ye. Hin vekoler angaşt dikin ku ev êrîş rengekî ‘peymana veşartî’ ye ku tê de ew dizanin ku çawa tengezariyê di astekê de bihêlin da ku nebin sedema pevçûneke berfireh. Tevî dijminatiyan, her du welat dê ji şerekî berfireh dûr bikevin ji ber ku dê encamên wê ji bo her du aliyan pir wêranker bin.”
Şerên wekaletê yên herêmî
Ensderyarî got: “Nakokiyên herêmî yên wekî şerê Yemen, Sûriye û Iraqê beşeke ji hevrikiya mezin a di navbera hêzên cîhanê yên wekî Amerîka, Rûsya û Çînê de ye. Ji ber vê yekê, her ku pevçûnek di navbera van her du welatan de zêde bibe, dibe ku di navbera hêzên mezin de bibe ‘şerê wekaletê yê cîhanî’. Her du welat li herêmên cuda yên wekî Sûriye, Lubnan û Xezeyê şerê wekaletê dikin. Di demekê de ku Îran hewl dide bi rêya komên wekî Hizbullah û Hemasê pêgeha xwe li herêmê bandor bike û bihêz bike, Îsraîl jî hewl dide van gefan bi êrişên pêşwext li ser navendên leşkerî û atomî yên Îranê kontrol bike. Senaryoyên cur bi cur dikarin bibin sedema şerê bejayî an pevçûneke dijwartir. Dibe ku senaryoyeke şerê bejahî di navbera welatên sêyemîn de çêbibe. Wekî mînak eger alozî li Lubnan û Sûriyeyê belav bibe, dibe ku hêzên leşkerî yên Îranê yan jî Hêzên Qudsê li ser xaka van welatan rûbirûyê Îsraîlê bibin. Hebûna leşkerî ya Îranê li Sûriyeyê niha dibe sedema nakokiyên bejayî li gel Îsraîlê.”
Rêyên enerjiyê
Ensderyarî bi bîr xist ku Îsraîl ji sala 2006’an vir ve hewl dide Hizbullahê lawaz bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji armancên stratejîk ên Îsraîlê li Rojhilatê Deryaya Spî, gihandina çavkaniyên enerjiyê bi taybetî qadên gazê û rêyên veguhestina enerjiyê ye. Rojhilatê Deryaya Spî ji bo lêgerîn û derxistina gazê bûye herêmeke girîng û Îsraîl bi welatên din ên wekî Qibris û Yewnanîstanê re ji bo îstismarkirina van çavkaniyan dixebite. Îsraîl armanc dike ku bi qelskirina Hizbullahê û avakirina îstiqrara zêdetir li Lubnanê rêyên veguhestina enerjiyê vekirî û ewletir bike. Êrişa Îsraîlê ya li ser Lubnan û Hizbullahê dibe ku beşek ji stratejiyeke piralî be ku li pey armancên cuda yên ewlehî, siyasî û aborî ye. Îsraîl di dema navîn de hewl dide çavkaniyên enerjiyê yên Rojhilatê Derya Spî kontrol bike û herêmê aram bike. Di demeke dirêj de armanca Îsraîlê kêmkirina bandora Îranê û guhertina hevkêşeya siyasî ya li herêmê ye. Lê destwerdaneke bi vî rengî dibe ku rastî berteka tund a Îran û hevalbendên wê were û li herêmê bibe sedema nakokiyan.”
Rola Kurdistanê
Ensderyarî bal kişand ser wê yekê ku Kurdistan li Rojhilata Navîn xwedî cihekî girîng a jeopolîtîk e û got, “Kurdistan di veguhestina xetên enerjiyê û çavkaniyên xwezayî de roleke gelek girîng dilîze. Ev navçe ku hin ji wan welatên Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyê di nav xwe de ne, ji ber cihê cografî û çavkaniyên xwe yên dewlemend ên xwezayî yên wekî petrol û gaza xwezayî xwedî girîngiyeke stratejîk e. Kurdistan ji bo ku enerjî bigihe Ewropayê girîng e. “Armanca vê rêya nû kêmkirina girêdayîbûna Ewropayê bi enerjiya Rûsyayê ye,” wî got.
Hesasiyeta kurdan
Ensderyarî diyar kir ku nakokiyên li herêmê bandoreke nerasterast li ser Kurdistanê dike û got: “Eger ev şer derbasî herêmên din ên wekî Lubnan, Sûriye û Iraqê bibe, wê bandorê li Kurdistanê jî bike ji ber ku nêzî van herêmên pev diçin e. Her bêîstiqrariyek ji ber şer, bi taybetî li Iraqê ku milîsên şiî ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin, dikare ewlehiya Kurdistana Iraqê û xetên veguhestina enerjiyê bixe xetereyê. Her wiha zêdebûna nakokiyên jeopolîtîk ên di navbera hêzên herêmê yên wekî Îran û Tirkiyê de, dibe sedema destwerdana zêdetir a van welatan di karûbarên navxweyî yên Kurdistanê de. Ji ber ku sînorê Iraqê li gel Herêma Kurdistanê heye û di nava sînorên hevbeş de komên dijbereya kurd jî hene, Îran jî dê li hember geşedanên di vî warî de hestiyar be. Rejîma Îranê bi salan e ku ji bo kontrolkirina navxweyî û aramiyê, zextên siyasî, aborî û leşkerî li ser herêmên Rojhilat û bi taybet Kurdistanê pêk tîne. Di nav van zextan de, tepeserkirina çalakiyên siyasî û çandî, danûstandinên bi hêzên muxalefetê re û heta lidarxistina operasyonên leşkerî li dijî komên çekdar ên kurd ên wekî PJAK (Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê) ye. Hevkariya vê dawiyê ya Îranê bi Iraqê re ji bo bêçekkirina komên opozisyonê yên kurd li ser sînorê Iraq û Îranê, beşeke ji hewlên Tehranê ji bo kêmkirina metirsiyên ewlehiyê li navçeyên sînorî û bihêzkirina kontrola xwe li ser Kurdistanê ye. Lê êrîşa li ser Îsraîl û pêşdeçûna leşkerî ya Îranê dibe ku encamên giran li ser gelê Kurdistanê hebe.”
Ensderyarî diyar kir ku di şerekî muhtemel de Îran wê zextên xwe yên li ser Rojhilatê zêde bike û got: “Rejîm demeke dirêj e Rojhilatê wekî herêmeke bêewle û xwedî potansiyela serhildanê dibîne. Ji ber vê yekê, zêdebûna rageşiya leşkerî bi Îsraîl û alîgirên Îranê re, dibe ku bibe sedema zêdebûna zextên leşkerî û ewlehiyê li van herêman. Dibe ku dewleta Îranê bi hinceta pêşîgirtina li hevkarîkirina bi dijminên derve re, çalakiyên siyasî û civakî yên kurdan bisînor bike, yan jî li dijî komên çekdar ên kurd ên wekî PJAK’ê operasyonên leşkerî zêdetir bike. Di dema ku piraniya komên kurd, bi taybetî li Kurdistana Iraqê, li gorî peymana ku bi hikûmetên Îran û Iraqê re hatiye kirin, çekên xwe danîne, lê PJAK hîn jî wekî hêzeke çekdar li dijî rejîma Îranê hebûna xwe didomîne. Eger kêşeyên leşkerî di navbera Îran û Îsraîl yan hevrikên din ên herêmî de zêde bibin, dibe ku rejîma Îranê hewl bide ku PJAK û komên din ên çekdar ên kurd ên di nava Îranê de bi temamî tepeser bike da ku di dema şerekî derve de xwe ji gefên navxweyî dûr bixe. Zêdekirina operasyonên leşkerî yên li dijî PJAK û komên din ên kurd dikare bibe sedema zêdebûna aloziyan û hîn zêdetir pevçûnan li navçeyên sînorî. Wê Kurdistana Îranê herî zêde zirarê bibîne ji gurbûna şer û pevçûnên leşkerî.”
Ensderyarî diyar kir ku şerê di navbera Îran û Îsraîlê de dê hêza Îranê li herêmê lawaz bike û tekez kir ku dê herêmeke nû ya manewrayê ji Kurdistanê re were vekirin. Ensderyarî der barê mijarê de ev tişt gotin: “Kêmbûna bandorê dibe ku encamên gelek girîng li ser gelê kurd û rewşa siyasî ya Kurdistanê bihêle. Kêmkirina giranî û bandora Îranê li Kurdistanê dikare derfetê bide komên kurd ku bi aktorên navneteweyî û herêmî yên ku bi Îranê re nakok in re hevkariyê bikin. Welatên rojava, Îsraîl û heta hin welatên ereb jî ku dixwazin bandora Îranê lawaz bikin, dibe ku hewl bidin hevkariya bi komên kurd re wekî beşek ji siyasetên xwe yên li herêmê bi kar bînin. Di vê rewşê de komên siyasî û çekdarên kurd ên wekî PJAK’ê dikarin bi sûdwergirtina ji lawaziya rejîmê çalakiyên xwe berfirehtir bikin û pêgehên xwe li navçeyên kurdî bihêztir bikin. Ger tevgerên kurd bikarin piştgiriya navneteweyî bi dest bixin, dikarin zêdetir zextê li rejîmê bikin ku tawîzan bide. Eger Îran neçar be ku çavkaniyên xwe ber bi şerê bi Îsraîlê re yan jî nakokiyên din ên herêmî vegerîne, dibe ku bi qasî van welatan nikaribe piştgiriya hevalbendên xwe bike. Kurdên Sûriyeyê herêmên girîng ên stratejîk kontrol dikin, bi taybetî li bakur û rojhilatê welêt. Eger bandora Îranê li van herêman kêm bibe, kurdên Sûriyeyê dikarin bandora xwe berfireh bikin.”
‘WÊ JI BO SERXWEBÛNÊ BIBE ZEMÎNEKE NÛ’
Ensderyarî diyar kir ku ji bo berjewendiyên dewletên herêmê îhtîmala piştgirîkirina hêzên kurdî heye û got: “Piştgiriya herêmî dibe ku pozîsyona kurdan li hemberî Îranê xurtir bike û heta bibe sedema daxwazên nû yên xweserî û mafên zêdetir. Lawazbûna Îranê dibe sedem ku hevkariyên kurdan û aktorên navneteweyî zêdetir bibin û kurd bi hêz bibin. Di heman demê de zêdebûna piştevaniya welatên din ji bo kurdan dibe ku li Kurdistanê rê li ber guhertinên jeopolîtîk veke.”
Xiyaneta PDK’ê
Ensderyarî peymanên di navbera Tirkiye, Bexda û PDK’ê de hatine îmzekirin bi bîr xist û wiha got: “Ev peyman li gorî berjewendiyên her sê partiyan (Tirkiye, hikûmeta navendî ya Iraqê û PDK) ne û armanca wan a sereke li dijî bandora PKK’ê ye. PDK bi serokatiya Mesûd Barzanî bi Tirkiyeyê re xwedî pêwendiyeke dûr û dirêj e. Xiyaneta PDK’ê ya li PKK’ê ji vê hevkariya bi Tirkiyeyê re tê. Piraniya rêyên hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji bo cîhanê di ser Tirkiyeyê re derbas dibin. Ji ber vê sedemê PDK agahî û piştgiriya lojîstîk dide Tirkiyeyê û alîkariya Tirkiyeyê dike ku êrişên hewayî û bejayî li dijî baregehên PKK’ê pêk bîne.”
Çavkanî: MA/Bêrîvan Kutlu