Di nivîsa xwe ya beriya vê de min behsa nêrîna li ser dîrokê û pêşketina hin qonaxên girîng ên dîrokî kir ku çand çawa pêş ketiye. Bi berdewamî dema em bala xwe didin jiyan û dîroka mirovahiyê, di serdemên ku mirovahiyê şopa xwe hiştiye de em rastî destpêka pêşketina çandê tên. Her şopek bi xwe re nêrîneke kûr û berfireh dide avakirin. Car caran em mijara çandê gelekî teng dinirxînin û ji dîroka nêz ve pê dadikevin. Lê belê dema ku em li ser hûr û kûr dibin û dema em lêdikolin dibînin ku dîroka çandê gelekî kevnar û xwe digihîne destpêka pêşketina hiş û hişmendiya mirovan. Bêguman di dîrokê de hin qonax û serdemên ku rê li ber pêşketina çandê vekiriye hene. Serdema Paleolîtîkê jî wekî serdema despêkê ya pêşketina çanda mirov û civakê tê hesibandin. Daneyên di lêkolînên zanista antrepoljîk de derketine holê vê yekê piştrast dike.
Ev ji şîrove û nêrîna ramyarî wêdetir derbiriyeke ji hêla lêkolînên zanistî ve pêk hatî ye. Paleolîtîk, a herî kevn a serdema keviran, serdema herî kevn a dîroka mirovî û çandî ye. Serdema ku di warê mirovbûn, civakbûn û çandê de gavên ewil û sade dest pê kirin û mînakên wan ên prîmîtîv ku destpêkê derketin holê ye. Ew di sê qonaxan de dabeş dibe; ev qonax, ji kevnar heta îro qonaxên Paleolotîka Jêrîn, Paleolotîka Navîn û Paleolotîka Jorîn in. Her çend dîrokek rastîn a serdema Paleolîtîk hêj nehatiye çêkirin jî B.Z. wekî serdemeke di navbera 2 milyon û 15 hezar sal berê de tê qebûlkirin. Zanista Antropolojî ku “naskirina mirovan û çanda wan” dike armanca xwe ya sereke, vê dîrokê di xebatên xwe de hêj kevintirîn dibe û radixe berçavan. Dema mirov le xebatên lêkolînî yên zanistên antropolog dinêre dibîne ku di serdemên kevin de bê mirov û civak çawa pêş ketiye. Bi taybetî jî ew çanda wan bi şert û mercên gelekî zehmet afiriye.
Gelek nêrîn û mîtoljiyên olî dema bi zimanekî ji rastiyê dûr hebûn û pêşketina mirovahiyê şîrove dikin wekî ku hema fermana her tiştî hatiye dayîn û her tişt wiha çê bûye. Wekî ku hiş û aqilê mirovan ji afirîneriya wan ve tê, didin xuyakirin. Lê rastî bi zanistê ronî dibe û em jî hewl didin vê fêhm bikin û bidin fêhmkirin. Mînak zanista Antropolojî, dîroka Australopithecus ku pêşiyên homo – habilis, erectus û sapiens – ku bav û kalên mirovên îroyîn têne hesibandin, digihîne 6 milyon sal a berîn neha. Di kolînên ku li rojhilatê Afrîkayê bi taybetî li Etiyopya, Tanzanya û Kenyayê hatin kirin de îskeletên fosîl ên 3 heta 4 milyon sal berê hatin dîtin. Ji ber vê yekê, her çend destpêka serdema Paleolîtîk niha bi 2 milyon sal berê bê qebûlkirin jî lêkolîn berdewam dike û heta niha zanistê ev gihandiye 5-6 milyon sal berê. Ev jî heye, dibe ku ev dîrok hêj wêdetir biçe. Lê belê rastî û heqîqeteke çandî heye ew jî bi pêşketina hiş û hişmendiya mirovan ve girêdayî ye, bi fêhm, wate û watedayînê ve girêdayî ye.
Bêguman wekî mirovên ku di warê hiş û hişmendî de xwe pêşketî dibîne, divê em ligel xebatên zanistî di warê mantik û ramana xwe de jî lêhûrbûneke kûr bikin. Xwe ji gotin û agahiyên jiber ên eklektîk ku ji rastiyê dûr biparêzin û bi aweyekî di paçeya “zanista civakî” de li dîroka hebûna giştî û hebûna mirov û geşedanên dîrokî û çandî binêrin. Jixwe encax bi nerîn û hişmendiyek objektîf em dikarin bigihêjin encamên rastîn ên pêşketinên çandî yên ku di dîrokê de pêş ketine.