Ji roja me ya îro gelekî dûr di serdemên kevnar ên dîrokê de bi pêşketina hişmendiya mirov ve şert û mercên jiyanî, çandî û civakî pêş dikeve. Her çiqas ev dem serdem ji me dûr be jî bi dane û delîlên ku ji aliyê mirovên zanist ên arkeolog, antropolog û dîroknas ve hatine kifşkirin û aşkerakirin gelek aliyên tarî ronî dibe. Em di vê nivîsê de serdema Mezolîtîkê û pêşketina çanda wê demê binirxînin. Mezolîtîk, (mezo=navber, navîn) serdemeke navîn e; qonaxa derbasbûna çandî ya ji Paleolîtîkê ber bi Neolîtîkê ve ye. Li gorî serdema Paleolîtîkê serdemek pir kurt e. Li gorî nêrîna hevpar a pisporan, Serdema Mezolîtîk li Rojhilata Navîn nêzî 17-18 hezar sal berê dest pê kiriye û tenê çar-pênc hezar sal domiyaye. Di encama germbûna gerdûnê û guherîna avhewayê de guherînên ekolojîk û jiyanî pêş dikeve. Ev guherînên jiyanî yên mirov di bingeha xwe de pêşketina çanda mirov û civakî nîşan dide.
Formên yekem ên niştecihî
Bi dawîbûna serdema qeşayê ya dawîn re, di avhewa, hawirdor û asta avê de guhertin dest pê dike. Ji ber vê guherînê daristan ber bi tunebûnekê ve diçe. Daristan mêrg û deştê jî di nav xwe de dihebîn e. Di encamê vê guherînê de jimara sewalên mezin kêm dibe; Ji ber ku mêrg û giya û çavkaniyên avê yên ku li ser wan diçêriyan diqediyan. Lewma jî ev sewalên mezin an tune dibûn an jî koçî deverên din dikin. Ev rewş nêçîrê her ku diçe dijwartir dike; Berhevkirin û nêçîrvanî derdikeve pêş, nemaze masîgirtin dibe çavkaniyeke girîng a debarê. Ligel vê yekê, formên yekem ên jiyana rûniştî jî derdikeve holê. Bi piranî niştecihbûyîn ji gundên piçûk pêk tên û li ser rêyên avê û peravên golê dihatin avakirin. Îro jî em rastî şopên wê demê tên.
Dema ku em li taybetmendiyên erdnîgariyê dinêrin, em dikarin baştir fêm bikin bê ka çima qonaxa çandî ya Mezolîtîkê li Rojhilata Navîn dest pê kiriye. Jixwe em dibînin ku erdnîgariya “Hîlala Zêrîn” ku qonaxa çandî ya Neolîtîkê lê geş bûye, li ber çavan dest pê kiriye. Her wiha kêmbûna nêçîrvaniyê û serdestiya masîgirtin û komkirina li şûna wê, dide xuyakirin ku binesaziya birdozî a Şoreşa Neolîtîkê û binesaziya wê di serdema Mezolîtîkê de dest pê kiriye.
Di vê serdemê de em rol û misyona xwezayî ya jinê ku pêş dikeve jî dibînin. Her ku jin di civakê de zêdetir girîngiyê digirin, bingehên madî yên şoreşa zayendî ava dibin û xurt dibin. Di vê serdemê de jin serweriyê ji nêçîrvan werdigirin. Lewre nêçîrvan di her kêliyê de jîr, ji kuştinê re amade û ji ber karê xwe xwediyê cewherek bêrihm e. Lê belê jin jiyaneke tebat diparêze û dipejirîn e. Lewma jî bi zarokên xwe ve girêdayî ye ku her cûre pitikan diparêze û dimêjîn e. Ev jî nîşan dide ku bingeha avakirina çanda civakî bi destê jinê wate û girîngiyê digire.
Kedîkirina sewal û nebatan
Serdema Mezolîtîkê di heman demê de serdemek e ku tê de şert û mercên xwarinê bi qasî serdemên berê zêdetir bû. Ardkelog bi delîlan destnîşan dikin ku rûniştina daîmî yanî niştecibûyîn yekem car di serdema Mezolîtîkê de qewimiye.
Di van niştecihên pêşîn ên serdema mezolîtîkê de, delîlên paqijkirina erdê ji bo armancên çandiniyê, yekem car hate dîtin. Bi heman awayî, diyardeya kedîkirina ajalan nîşan dide ku di vê serdemê de dest bi kişfkirinê kiriye, li ser bingeha bermahiyên sewalan ên wekî beraz, mirîşk, qaz û werdek ku li van gundikên piçûk hatine dîtin. Jixwe nêrîneke bi giştî heye ku hevalên mirovan ên herî kevnar kûçik bûye. Wekî din jî di cotyariyê de tê tîtin ku rakirin û çandina darên fêkiyan ji hêla mirovên serdema Mezolîtîkê ve – berî Neolîtîkê – hatine kifşkirin. Dane hene ku di wê serdemê de darên hejîr, zeytûn, xurme, sêv û rez bi vê rêbazê hatine belavkirin. Helbet daneyên ku hatine bi destxistin jî wekî cih Rojhilata Navîn nîşan dide.
Bi veguheztina hêza dest û masûlkeyê di hêz û avantaja tîr-kevan û feqan de mirov dikare encamên nêçîrê yên dewlemendtir bi dest bixe. Ev rewş li gel geşedanên di warê çandinî û komkirinê de, ne tenê dibe sedema pirbûna çavkaniyên xwarinê û pêşkeftina çanda xwarinê, di heman demê de bandorek mezin li ser mejî dike û di pêşxistina çalakiyan de ristekê dilîze.
Pêşketina malbatî
Di warê jiyana civakî de jî pêşketin çêdibin. Her ku civak mezin dibin, pirsgirêkên rêveberî û serokatiyê jî xwe didin der. Di vê serdemê de baweriya xwe parastin, zikê xwe têrkirin û hêviya pêşerojê zêdetir dibe. Dabeşkirina kar a di navbera zayendan de her diçe pêş dikeve. Kon an jî stargehên darîn têne çêkirin û hişmendiya malbatî û avakirina malbatê dest pê dike. Di asta rewşenbîrî-birdozî de, di warê olî, sêhr û hunerê de pêşketin çêdibin.
Dirêjbûna temenê mirovan
Bûyerên wekî zêdebûna civînên merasîman, peyekerên venus û xwedawendên zayînê cara yekem di vê serdemê de wekî îfadeya îdeolojîk û hişmendiyeke têgihiştî derdikeve pêş. Dîsa, ji ber nermbûna avhewayê, diyardeyên wekî pirbûna mêrg û daristanan, kedîkirina sewal û nebatan, hewldanên ji bo jiyana bicîbûyî, zêdebûna cureyên xwarinê dibe sedema dirêjbûna temenê mirovan jî.