12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di serdanên goristanan de peyma ‘Em ê xwedî li wesiyeta wan derkevin’

Di serdanên gorên kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn de peyama “Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin” hate dayîn

Di roja ewil a Cejna Qurbanê de goristan hatin ziyaretkirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk, li Colemêrg û navçeyên wê çûn serdana gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn. Di serdana ji bo Goristana Serê Solan a li Taxa Tekser a navenda bajar de Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Vezîr Parlak û gelek endamên partiyê amade bûn.

Parlak, di serdanê de axivî û wiha got: “Hewldan û berxwedana gelê me li vir e. Berpirsyartiya dikeve ser milê me jî ew e ku xwedî li mîrateya wan derkevin. Ev wesiyeta ji me re hatiye hiştin jî parastina yekitî û hevgirtina gelê kurd e. Em ê bi hev re xwedî li wesiyeta wan derkevin.”

Gever

Di heman demê de li navçeyê Geverê jî goristanên taxên Bajêrgeh û Ormanê hatin ziyaretkirin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Colemêrgê Onur Duşunmez û gelek partiyî jî di serdanê de cih girtin. Serdan, bi xwendina duayan bi dawî bû.