Li ser êrîşên Hamasê ên li dijî Îsraîlê ku 7’ê cotmaha 2023’yan despêkiribû salek derbas bû. Dewleta Îsraîlê ev êrîşa ku bû sedema gelek miriyan ji bo xwe kir hecet û li dijî Xezayê dest bi êrîşek berfireh kir. Di tevahiya salê de êrîşên artêşa Îsraîlê ên li dijî xelkê sivîl li seranserî cîhanê bû sedema şoqek mezin. Welatên cîhanê her çendî di şekil de xwe li dijî vî şerî nîşan didin jî di bingehê de di warê polîtîk-eskerî de piştgiriya vê êrîşê dikirin.
Di salvegera vê êrîşa bi xwîn de hikûmeta Netenyahû ya ku li ser şer xwe dide avakirin di çarçoveya berfirehkirina şer de, eniyên nû vedike. Piştî gefên li ser Lubnanê bi kuştina Sekreterê Giştî yê Hizbûlahê Hesen Nasrallah ev şer kete qonexeke cûda û li dijî Lubnanê jî dest bi şer ango tevgera dagirkeriyê hate kirin. Ev jî diyar dike ku konsepta şerê ku Îsraîlê plankiriye û bi rê ve dibe gav bi gav pêk tê. Di çarçoveya vê konseptê de wisa diyare ku êdî dor hatiye Lubnanê. Bawerî ew bû ku hêzên li Xezayê şer dikin encamên baş ji vî şerî derxin û bi rangekî rast nêzî meseleyê bibin da ku êdî civak vê êşê nekşîne. Lê di sala borî de me dît ku hêzên şer koordîne dikin bi tu awayî jiyan ango êşên gelên li herêmê hesab nakin. Li gorî wan hebe nebe berjewendiyên wan ên li gorî îdeolojia netewe dewlet hatine avakirin in. Ji xwe di bingeha hemû şeran de ev îdeolojiya ku bi hezaran salan xwe li ser mirovahiyê ferz dike heye. Mînaka vê ya herî dawî jî em di şexsê dewleta Îsraîlê de bi zelalî dibînin.
Di vir de tişta ku em pirs bikin; gelo ev hêzên hegemon wê bihêlin ku heman hovîtî li Lubnanê dubare bibe? Di halê heyî de niha şer derbasî nava Lubnanê bûye. Di gava ewil de ji derveyî Îranê hêz ango welatekî li dijî vê êrîşa dagirkeriyê derdikeve jî nîne. Armanc jî ew e ku Îranê bikşînin nava şer. Ger ev yek bi ser bikeve wê tişta ku bi salane Amarîka û hêzên rojavayî dixwazin jî pêk bê. Ji ber vê yekê li dijî êrîşên li dijî Lubnanê bêdeng dimînin.
Divê em vê bizanibin, Îsraîl û hevalbendên wê her çendî bi hişmendiya herêmê ji nû ve dîzayn bikin ketine rê jî, di halê heyî de derfetekî wan yê wîsa nînin. Dagirkirina Afganistanê û Iraqê, hilweşîna Lîbyayê û geşedanên di bin navê “Bihara Ereban” de li herêmê qewimîne, me bi zelal dît. Ev geşedan li şûna bi xwe re aramiyê bînin feleketên mezin derxistin holê. Ev hêzên ku herêmê ber bi felaketek mezin ve dibe, niha jî dixwazin gav bi gav pêşde biçin.
Ev geşedanên li qadê diqewim hemû gelên li herêmê dijîn jî dixin nava xeteriyê. Di vê rewşa wisa aloz de civakên rêxistinkirî dikarin li dijî van planên li ser hebûna wan tên ferzkirin rabin û xwedî li hebûna xwe derkevin. Mirov nikare kurdan jî ji derveyî vê pêvajoyê binirxîne. Geşedanên li herêmê diqewimin kurdan û herêmên wan eleqedar dike. Lewma sekin, helwest û lêhûrbûna kurdan jî wê vê rewşa her ku diçe xerab dibe, xwedî girîngiyek mezin be. Ji ber vê yekê gelek derdorên cûda helwesta kurdan meraq dikin.
Ji ber ku bi van geşedanên nû û valahiyên hêzê ya li Rojhilata Navîn re, dixwazin herêmê nû dîzayn bikin. Bûyerên weke kuştina Nasrallah hevsengiyên li herêmê zêdetir aloz dike. Di vê rewşa kaotîk de kurd ne tenê weke yek ji pêkhateyên herî birêxistinkirî û bi hêz ên siyasî-leşkerî yên herêmê, di heman demê de weke aktorekî pêşeng ê têkoşîna gelan a ji bo azadî û demokratîkbûnê derdikeve pêş.
Di dîrokê de kurd ne di pozîsyoneke ku xizmeta berjewendiyên hêzên hegemonîk dike de ne. Ne jî bûne alîgirê xetên mezhebî û neteweperest ên herêmî. Ev stratejiya ku weke rêya sêyem tê pênasekirin, dihêle ku kurd li gorî paradîgmaya xwe ya Netewa Demokratîk helwesteke serbixwe nîşan bidin. Ev tê wateya ku ne li gorî berjewendiyên hêzên rojavayî û ne jî li gorî aktorên statukoya herêmê tevdigerin. kurd dema ku bi van hêzan re têkilî danî, serxwebûna xwe ya stratejîk û berjewendîyên gel esas digirt.
Rêya sêyemîn a kurdan, bêyî ku bibe parçeyek ji lîstikên desthilatdariyê yên heyî, modelek li ser bingeha têkoşîna wekhevî û azadiya hemû gelên herêmê pêşkêş dike. Fikra neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk dihêle ku kurd hem bi aktorên herêmê re têkiliyan deynin û hem jî, ji van têkiliyan serbixwe bimînin. Ev stratejî li ser wê bingehê ye ku kurd rêzê li çarenûsa gelên din bigirin û projeyek demokrasiyê ava bikin ku bi makanîzmeya dewletên zordar û nakokiyên mezhebî çareser nabe.
kurd îro hem ji bo bidestxistina xwe rêveberî û azadiya xwe di pozîsyoneke xurt de ne û hem jî ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn û bidestxistina aştiyeke mayînde jî hêviyek xurt e. Dibe ku geşedanên heyî kurdan bike hedef. Lê ev krîz jî derfetê dide kurdan ku projeyên xwe yên serxwebûn û azadiyê hîn xurtir bikin. Divê kurd bi paradîgmaya xwe re dilsoz bimînin, di têkiliyên xwe yên bi hêzên herêmî û cîhanî re hevsengiyek xurt û bi baldarî ava bikin.
Di encamê de divê kurd di vê hawîrdora kaotîk de ne li ser aliyekî bin û ne jî li hember ti navendeke hêzê helwesteke teqez nîşan bidin. Divê têkiliyên xwe bi pragmatîk ava bikin, berjewendiyên xwe yên stratejîk û lêgerîna gel a azadiyê esas bigirin. Hêza kurdan a ku nayê înkarkirin, dihêle ku hem xeteke siyasî ya serbixwe pêk bînin û hem jî dema pêwîst bike bi aktorên din ên herêmê re hevkariyê bikin. Ev yek wan dike aktorekî sereke yê siberoja Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê dema mirov li geşedanên li herêmê diqewimin dinere dibîne ku hêza herî xurt û rêxistinkirî kurd in. Ger kurd di vê rewşê de bi erk û berpirsyariyên xwe rabin dikarin gelek deskeftiyên mezin jî bi dest bixin.
Ji ber vê yekê dive em bizanibûn ku qasî ku yên şer dixwazin her ewas jî yên aştiyê dixwazin jî hene. Derket holê û êdî bi şer nikarin tiştekî bi dest bixin. Şer ji derveyî kuştin, talan, êş û mirinê tiştekî din bi xwe re naîne. Êdî dor hatiye ku em aştiyê pêş bixin. Aştiya herêmê jî bi pêkanîna pergala netewa demokratîk mumkun e.