Mijara jinê di şanoya kurdî de, ne tenê wek mijareke zayendiya civakî, di heman demê de bi nasnameya, ziman, û polîtîkayên çandî ve jî girêdayî ye. Cihê jinê di ziman, çand û bîrdariya kolektîf de li ser dikê dîsa tê afirandin û şîrovekirin
Di dîroka mirovahiyê de têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina maf û jiyana azad her tim berdewam kiriye. 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, rojeke girîng e ku nîşaneya vê têkoşînê û daxwazên maf û azadiyê ye.
Îro 8ê Adarê ne tenê ew roj e ku mafên jinan tê pîrozkirin, di heman demê de rojeke vejînê ye ku gavên pêwîst ên ji bo wekheviya zayendî û çareserkirina pirsgirêkan tîne bîra me. Hîn jî em di şano, huner, wêje, siyaset û gelek warên din de, gelek caran li şopên newekheviya zayendperestiya civakî rast tên.
Di civakê de hîn jî têkoşîna jinan a derbarê van mijaran de berdewam dike. Bihêzbûn û azadiya jinan, tê wateya bihêzbûn û azadiya civakê. Dengê jinan, dengê civakê ye. Em dikarin derbarê têkoşîna jinan a li ser dikê ku li dijî zayenperestiya civakî ye, çend tiştan bibêjin.
Şanoya kurdî, wek qadeke bîrdariya kolektîf, ne tenê kodên çandî, di heman demê de rastiyên civakî jî tîne ser dikê. Li ser vê dikê jin, hem wekî kirde û hem jî wekî temsîl wateyeke mezin bi dest dixe.
Temayên jinan ên di şanoya kurdî ya modern de ku ji salên 1980î heta roja me berdewam dike, nîşaneya derbasbûna jiyana modern in. Di lîstikên serdema destpêkê de karakterên jin ku zêdetir wek rexneya feodal derdikevin pêşberî me, piştî demekê wek helwesteke siyasî ya tevlihev, pirralî û polîtîk tên ser dikê.
Di repertûara komên şanoyê yên wek Navenda Çanda Mezopotamya, Teatra Jiyana Nû û Şanoya Aram û gelek komên şanoya kurdî yên din de çîrokên jinan cihekî berfireh digirin. Di guhertinên hemdem ên çîrokên klasîk ên wekî “Mem û Zîn” de jî nêrîna jinan derdikeve pêş; ne evîna Zînê, lê helwesta wê ya li hember zexta civakî xurttir e.
Di lîstikên muzîkal ên ku li ser bingeha kevneşopiya dengbêjan e, dengê jinê, ne tenê hêmaneke estetîk e, di heman demê de wek formeke berxwedanê jî tê bikaranîn. Di lîstikên wekî “Jinên Nexuya”, “Jinên Çiyê”, “Jineolojî” de çîroka kolektîf a jinan di çarçoveyeke polîtîk de tê pêşkêşkirin.
Di şanoya kurdî de ku di bin siya qedexeyên li ser ziman de pêş ketiye, lîstikvanên jin, ne tenê li ser dikê, di heman demê de di pêvajoyên hilberînê de jî rolên çalak girtine ser xwe. Ji nivîskariya lîstikan bigire heta derhêneriyê, ji ekîba teknîkî heya dramatûrjiyê karê jinan di hemû waran de, yek ji bingehên şanoya kurdî ye.
Nemaze di salên dawî de komên şanoya jinan ên ku li bajaran hatine avakirin, hem metnên resen ên ku bingeha civakî ya kevneşopî dipirsin û hem jî mijarên siyasî yên rojane ku nîqaş dikin afirandine. Di van metnan de jin, ji qurbanbûnê derdikeve û dibe vegera çîroka xwe.
Mijara jinê di şanoya kurdî de, ne tenê wek mijareke zayendiya civakî, di heman demê de bi nasnameya, ziman, û polîtîkayên çandî ve jî girêdayî ye. Cihê jinê di ziman, çand û bîrdariya kolektîf de li ser dikê dîsa tê afirandin û şîrovekirin.
Îro, di şanoya kurdî ya diyasporayê ya li Ewropayê de jî, lîstikên derbarê têkoşîna jinan cihekî girîng digirin. Di van lîstikan de ku serpêhatiyên nifşên cuda, çîrokên koçberî û sirgûnê, lêgerînên nasnameyê dike mijar û jin ne tenê wekî hilgirên çandî lê wekî pêşengên guherîn û veguherînê tên nîşandan.
Jin di şanoya kurdî de, hem li ser dikê û hem jî li pişt dikê têkoşîna xwe ya hebûnê didomîne. Ev têkoşîn, ne tenê ji bo wekheviya zayendî, di heman demê de ji bo ziman, nasname û mafên çandî jî tê dayîn. Dik, ji jinan re hem qadeke xweîfadekirinê û hem jî platformeke berxwedanê ye.