Tevgera Rizgariyê ya Anatolyayê, ne tenê ji bo tirkan lê ji bo kurdan jî rûpeleke zêrîn a dîroka wan e. Piştî avakirina komarê, rêveberên tirk û desthilat, mafên mirovî û neteweyî yên li tevgera kurdan wehd kirî nas nekirin.
Meha tîrmeha 2023’yan rastî salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê ya 24’ê Tîrmeha 1923’yan de hatî destnîşankirin hat. Bi boneya vê yekê, em bi careke din fersenda lê hûrbûna wateya, Peymana Lozanê ya heya îro bi têgihîştina dîroka fermî wekî metneke pîroz hatiye pêşkêşkirin, bo kurdan dibînin. Wekî tê zanîn, demekê aliyên îslamî li ser Peymana Lozanê hûr dibûn û ji ber ku di xwe de gelek dewletên misilman ên berê de girêdayî Osmaniyê nedihewand, ne wekî “serkeftin”ê lê wekî “têkçûn”ê dihat wesfandin. Yanê wan, xilasiya dewletên misilman ên ji mêtingeriya Osmaniyan, di hevdîtinên Lozanê de wekî “windakirin”ekê dinirxandin. Tirkiyeyê jî ev peyman wekî metneke pîroz pêşkêş dikir û yên ev peyman didan ber pirsan û rexne dikirin jî bi “Sewrvanî”yê sûcdar dikir. Ev kar her tim bi vî awayî ne jixwe; desthilata fermî di rasteya berjewendiyên xwe de tabûyan ava dike û hewl dide wê tabûyê li herkesî bide pejirandin. Gava kes vê nepejirînin jî wan bi “Sewrvanî”yê diwesfîne û dixwaze wan bixe rêza “xayîn”an. Tehemmûla bi bingehkirina hizrê ya di vê mijarê de jî nayê kirin. Lê belê, tê zanîn ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kurdan wekî hinek difikirin ne tenê pirsgirêka îro ye; pirsgirêkeke koka wê digihêje sed salan, bi gotineke din bi Peymana Lozanê ya di 1923’yan de hatî destnîşankirin re hevtemen e. Divê ev di polîtîkayên “red – înkar û tunekirin”ê yên rêveberiya tirk a bi Peymana Lozanê re “bivirê wê ji kokê derketî” de, di Takrir-i Sukûn yanê “Zagona Bêdengkirinê” ya di 1925’an de piştî Makezagona 1924’an de derxistî, weşandî de û di “Plana Isleheta Şerqê” bi gotineke din “Makezagona Kurdan a KT’yê” ya di heman salê de bi awayeke xef amadekirî û sepandî û cara ewil me derxistî holê de bê lêgerîn (Bnr. M. Bayrak: Kelemçeya Li Destên Kurdan Xistî/Plana Isleheta Şerqê, weşan Özge, çp. 2. 2013).
Ev Qanûn û Planên Xef ên wekî “tevgereke paşveçûna civakî” dikare bê wesifandin, bi avakirina pirsgirêka kurdan a îro tenê re nema, di heman demê de dawî li pergala pir -partî anî, azadiya birêxistinbûna siyasî û civakî ya aliyê kedkar qedexe kir û ji wê rojê heya îro zewala bi milyonan mirovên me kir.
Pêvajoya diçe Lozanê
Di vê demê de, hem partiyên li hemberî rêveberiya Ittîhat-Terakkiyê hem jî Kemalîstên derbasî Anatolyayê bûne, pêşniyara; ‘rizgarî û azadiya bi hev re” li kurdan dikirin. Rêveberiya tirk, bayê gelê kurd ê Peymana Sewrê nehebandî li piştê, diçû Lozanê û li ser navê xwe serkeftinek bi dest dixist. Kurd nûneran naşînin Lozanê, li ser daxwaza Mistefa Kemalê Serokê Parlementoya Mezin a Gel a Tirkiyeyê, parlamenterên kurd ên di 1923’yan de li parlamentoyê ne bi kêşana telgirafê ya ji Lozanê re radigihandin ku delegasyona di bin serokatiya Îsmet Paşa de kurdan temsîl dike. Îsmet Înonî jî ev rastî di bîranînên xwe de wiha vedigot:
“Bi Peymana Sewrê re kurdan jî wekî tirkan welatê xwe di talûkeyê de dîtin. Çimkî li gorî hukmên Peymana Sewrê, li Anatolyaya Rojhilat bi sînorê Ermenistanê ve dê dewleteke Kurdistanê bihata avakirin. Kurdan dizanibû ku dê welatê tirkan jî bi wan re, bi taybetî li Rojhilat rastî talûkeya ermeniyan bê. Di dirêjahiya Têkoşîna Neteweyî (Millî Mûcadele) de bi dil û can yekitî nîşan dan. Paşî, gava Peymana Lozanê dihat çêkirin jî kurd wekî welatperweran bi tirkan re bûn. Kurd wekî ermeniyan nehatin Lozanê û serî li me nedan. Heya me di axaftinên xwe yên di Lozanê de de’weyên xwe yên neteweyî wekî ‘em tirk û kurd’ yek netewe bin parastin û dan pejirandin.” (Bnr. Bîranîn, cîlda 2emîn, Enqere, 1987, rp. 202).
Ûsiv Ziya Begê Bedlisî yê yek ji parlementerên kurdan ê di pêvajoya hevdîtinên Lozanê de rêberî li vê yekitiyê dikir, di parlamentoyê de ev tişt got: “Yekitiya kurdan, îtaeta kurdan ne di du parçebûna kurdan de lê di rêvebirina wan a yek parçeyî de ye. Ger kurd û di nav hevkariyê de nejîn, ji bo her duyan jî dawî nîn e. Ji ber vê yekê, ger ji her duyan yek li ya din xiyanetê bike, aqûbet (dawî, pêşeroj) ji bo her duyan jî tune.” (Bnr. TBMM Gizli Celse Zabitlari, IV, rp.163). Lê mixabin heman kes, du sal piştî vê di 1925’an de bi Hesen Xeyrî Begê pêşîtî li yekitiya li Lozanê kirî re hate darvekirin.
Piştî Lozanê bidestixtina aştiyê
Wekî li jorê jî hate destnîşankirin, ger gava partiyên li Stenbolê yên li dijî Ittîhadê, ger jî Kemalîstên derbasî Anatolyayê bûne rizgarî û azadiya bi hev re” pêşniyarê kurdan dikirin, ev pêşniyar bêtir li bendewariyên kurdan hatibûn û bi vê yekkirinê re berev Lozanê ve hatibû çûyîn. Lêbelê Lozan, bereksê bendewariyên kurdan, bi parçebûna wan a wekî gel û welatî bi dawî bibû û ji wê demê paş birîneke bêderman li kurdan vebibû. Di serî de ingilîz, rojavayiyan li ser Mezopotamya û Kurdistanê bazar dikirin; delegasyona tirk jî ji bo axa Anatolyayê xilas bike kurd gorî dikirin.
Wekî dihate dîtin, senaryoyeke bêyî kurdan û li dijî kurdan hatî nivîsandin û sepandin li dar e. Çimkî desthilata Kemalîst, hêj di salên 1921 û 1922’yan de hem bi fransiyan re hem bi ingilîzan re hevdîtin û peymanên xef kiribû. Jixwe qedexekirina nasnava kurdî ya piştî destnîşankirina Peymana Lozanê jî ji wêrekiya ji van dewletên serkeftî dihate girtin dihate pê.
Lêbelê Peymana Lozanê bi van xirabiyên xwe re, ji bo mafên kurdan ên çandî hin garantî jî dianîn. Ji bo nimûne xalên 37-45 yên beşa III’yemîn a peymanê ya der barê “Parastina Kêmîneyan” de bi mafên di beşên din de didan kêmîneyên nemisilman re, di serî de kurd hin maf didan kêmîneyên misilman jî. Ji ber ku ne pêkan e hemû xalên pêwendîdar ên Peymana Lozanê ya ji metn û belgeyên ji peymana 1923’yan de li Parîsê bi fransî hatî kirin, hatî wergerandin li vir bidin, em ê tenê cih bidin kurteyên hin ji wan xalan. Ji bo nimûne, xala 38’emîn a peymanê bi vî awayî bû: “Desthilata tirk, bê ku cudahiyê bike navbera netewe, ziman, nijad û olan, berpirsiyariya garantîkirina jiyan û azadiya hemû hemwelatiyên Tirkiyeyê hildigire ser xwe.” Di xala 39’emîn a heman peymanê de jî wiha tê gotin: “Bêyî ku cudahiya olî bê kirin, her kesekê ku li Tirkiyeyê niştecih e dê li hemberî zagonan wekhev be. Li tu hemwelatiyên tirk, çi di axaftinên taybet de, çi di jiyana bazirganî û olî de, çi li çapemeniyê yan jî di her çi weşanê de jî be, yan jî di civînên giştî de be, dê tu sînordarkirin li bikaranîna tu zimanan neyê kirin. Bi zimanê fermî re, ji hemwelatiyên tirk ên xwedî zimanekî din in re, li dadgehan ji bo bi awayê devkî bikaranîna zimanê wan dê hêsaniyên pêwîst ji wan re bên kirin.” (Bnr. 1- Prof. Dr. Seha L. Meray: Konferansa Aşitiyê ya Lozanê/ Zabitname û Belge; SBF yay. Enq. 1973 û 2- Rapora Mafên Mirovan Ya Di Derbarê Tirkiyeyê de, Özgür Gelecek Dergisi, Kanûna Ewil, 1998).
Desthila Kemalîst, ev mafên bi peymaneke navneteweyî ya wekî Lozanê pejirandî jî, bi Plana Isleheta Şerqê ya di 1925’an de sepandî re paşve dikişand û ji hemû xirabiyên dû re dikir sîwane. Lêbelê sed salan piştî Lozanê tê dîtin ku vê têgihiştinê pirsgirêka kurdan çareser nekiriye, bereksê wê bêtir kiriye kafirkeratî. Nexwe yekane rê gihiştina aşitiyê û çareserkirina pirsgirêkan ya di nav aşitiyê de ye. Ji bo kurdan jî ji bo tirkên wê demê bi wan re yekitiyeke çarenûskirî jî yekane rê ev e.
Berdêla Lozanê kê da?
Di destpêka sedsala 20’emîn de tirk, bi Sewrê re bi desthilatiya Ittîhat û Terakkiya tirkperest re li hemberî rewşeke wekî ‘li şûna ku yê ji dest çûye bi dest bixe yê heyî jî ji dest daye‘yê re rûbirû ma ye, di vê pêvajoyê de li gel kurdan têkoşiyaye û kurd di nav sînorên Misak-i Milliyê û di bingeha wekheviyê de, bi armanca hev re jiyanê gazî hevkariyê hane kirin, di encama pêkhatina vê hevkariyê de jî, bi xilaskirina axa li Egeyê ji aliyê grekan ve li başûre rojava ji aliyê îtalyanan ve li başûr ji aliyê fransiyan ve li başûrê rojhilat ji aliyê ingilîzan ve, heya li bakurê rojhilat ji aliyê Rûsyayê ve hatibûn dagirkirin gihiştibûn rizgariyê. Misak- i Milli bi vî awayî ji bo tirkan pêk hatibû. Lê kurd?
Dagirkirina Kurdistan û Anatolyayê
Di bingeha xwe de, piştî teqeziya têkçûna Osmaniyan û dagirkirina Anatolya û Kurdistanê, tevgerên çeteyî yên dij-dagirkerî li bajarên wekî Dîlok, Riha û Meraşê yên ku piraniya wan kurd in, jixwe dest pê kiribû. Warê xebata Mistefa Kemalê bi erkdarkirina padîşahî re derbasî Anatolyayê bibû jî dibû Kurdistan. Kongreya Erziromê, dû re Kongreya Sêwasê, Protokola Emasyayê ya bi van re girêdayî hatibû destnîşankirin jî encamên vê hevkariyê bûn. Ev xebat, bi navê kurdan ji aliyê rêkeftina Vilayat-i Şarkiye Mudafa-yi Hukuku Milliye (Parastina Mafên Neteweyî Yên Bajarên Rojhilatê) dihate birêvebirin.
Bi rastî jî ji ber ku sozên Kemalîstan û Protokola Amasyayê ya hatî destnîşankirin de wekheviya kurd û tirkan dihate derpêşkirin, kurdan jî bi hemû hêza xwe piştgirî dane vê têkoşînê. Dîsa ji ber vê yekê ye ku Mehmet Şerîf Paşa ji hevdîtinên Konferansa Sewrê ya Aştiyê vekişiyaye û li delegasyona di bin serokatiya Îsmet Înonî ya di Konferansa Lozanê ya Aşitiyê de xwedî hatiye derketin. Aliyê kurdên birêxistin ên welatparêz jî qet nebe ketiye nava bendewariyeke bi hêvî de û nebûye asteng. Bi kurtasî kurd, di sozê xwe yê Misak-i Milliyê (Peymana Neteweyî) û hevkariyê de mabûn lê aliyê tirkan sozê xwe negirtibûn. Gotinên Nazim Hikmetî, yên gava me di 1989’an de weşandin bûne sedema girtina me, ne ravekirineke xwerû ya vê rastiyê ye?
“Tevgera Rizgariyê ya Anatolyayê, ne tenê ji bo tirkan lê ji bo kurdan jî rûpeleke zêrîn a dîroka wan e. (…) Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê, rêveberên tirk û dorhêlên desthilat, mafên mirovî û neteweyî yên li tevgera kurdan wehd kirî nas nekirin, bi ser de pêvajo heya bi înkara gelê kurd a neteweyî jî bir” (Bnr. M. Bayrak: Kürdoloji Belgeleri – 1, rp. 530).
Wekî tê dîtin, Lozana ku îro ji hêla desthilatên tirk ve wekî cejnekê tê pîrozkirin, bi qasî ku ji bo tirkan rizgariyê nîşan dike, ji bo kurdan jî “têkçûn”ê nîşan dike.
Tirkiye “Lozanê” bi cih tîne?
Tirkiye, vê peymana navneteweyî ya di 1923’yan de destnîşan kiribû, bi biryareke xef a 1925’an de digire, xira dike. Yanê Tirkiye, gava politîkaya nû ya li hemberî kurdan a tunekirina nasnava kurdî diyar dike, bi Plana Isleheta Şerqê ya wekî “Makezagona Kurdan ya KT’yê” tê wesfandin, ku cara ewil me weşand re biryara bicihneanîna peymana navneteweyî dide. Em xalên din ê vê plana ku pêşniyara çareserkirina pirsgirêka kurdan ya di tunekirina nasnava kurdî de dibîne deynin li aliyekê û tenê her du xalên qedexekirina kurdî derpêş dikin bi hev re bixwînin:
Xala 14’an: Ew kesên ku di navendên bajar û navçeyên wekî Meletî, Xarpêt, Amed, Bilîs, Wan, Mûş, Riha, Erxenî, Hozat, Erdîş, Elcewaz, Xelat, Palû, Çarsancax, Çemîşgezek, Ovacix, Semsûr, Besnî, Arga, Hekîmxan, Bîrecîk û Çermikê, li daîreyên hikumat û şaredariyan de û di dezgeh û saziyên din de li dibistanan, li sûk û bazaran ji bilî zimanê tirkî zimaneke din bikarbînin, dê bi li dijderketina fermanên hikumat û şaredariyan bên sûcdarkirin û cezakirin.
Xala 17’an: Kurdî axaftina kurdên ku li hin beşên bajarên me yên li rojavayê Firatê bi awayekî belawela dijîn teqez divê bê qedexekirin û bi girîngîdana dibistanên keçan re, divê tirkî axaftina jinan bê dabînkirin” (M. Bayrak, Kelemçeya Li Destê Kurdan Hatî Xistin/ Plana Isleheta Şerqê, Özge yay. Enq. Çap.2yemîn, rp. 129-130).
Encam
Wekî tê dîtin, çawa ku Tirkiye îro guh nade peyman û lihevkirinên navneteweyî yên alîgirê wan e, guh nade Peymana Lozanê ya yek ji alîgirên wê yê bingehîn e û wekî metneke pîroz pêşkêş dike jî!.. Ji ber ku guh nadê, ji wê demê heya niha Kurdistan bi berdewamî bi pergalên wekî Rêvebirina Awarte, Serperiştiya Giştî, Rêvebirina Pihêtkirî, Parêzgeriya Rewşa Awarte û Qeyyûman tê birêvebirin. Bereksê ku ev kirinên li Kurdistanê pirsgirêka kurdan çareser bikin, dijberiya gelî zêde kirine. Çimkî ji doh heya îro “xwînê tundî, tundiyê jî xwîn zêde kiriye” û pirsgirêk bêtir lareşî bûye. Di bingeha xwe de li Tirkiyeyê heya ku ji pirsgirêka kurdan re çareseriyeke demokratîk û aştîxwaz neyê dîtin, avakirin û sazîkirina demokrasiyê ne pêkan e. Jixwe di raboriya 100 salan de li holê ye ku rêvebiriyên leşkerî ji pirsgirêka kurdan re ne çareseriyê lê tenê û tenê bê çareseriyê tînin.
Mafên kurdan hatin xespkirin
Bawerim divê pirsgirêk di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de bi hemû aliyên xwe ve bê nîqaşkirin û berev platformên pêwendîdar in ve bê kişandin. Dibe ku hemû alî jî bêgav bin ku nirxandineke rewşê ya nû bikin. Di bingeha xwe de rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurdan hêj di “Memorandum”a di 1926’an de şexsê Îsmet Paşa de ji rêveberiya Enqereyê ya mafên di Lozanê de hatî dayîn jî bi “Plana Isleheta Şerqê” re bi awayekî xef xespkirî re hatî şandî de danîbûn holê. Di wê Memorandumê de çi dihat gotin:
“Em Tevgera Rewşenbîrî ya Kurdan, bi şerta ku qesta li jiyan û pêşeroja kurdan neyê kirin, alîgirên komara mûthîş û mûfrîd in û bi tevahî li dijî zordestiya çavkaniyên jirêderketinan e ne. Ger rêveberên komara ciwan a Tirkiyeyê bi rastî jî bi hev re jiyîna tirk û kurdan bixwazin û bixwazin mifayê ji qudreta kurdan bigirin û qewîkirina hebûna tirkan û qezenckirina kurdan bikin armanc, yekane rê û derman rêz li regezên sedsala 20’emîn girtin û pejirandinê re qebûlkirina mafên kurdan ên jiyanî û bi vê rêyê re jî têra xwe hebûn û kamiliya xwe ya siyasî nîşanê ewropî û dost û dijminan kirine. Bereksê vê ger di domandina polîtîkaya heyî de bi israr bin, dê Kurdistan ango herêma Anatolyaya Şerqî bibe hêlûna kîneke mezin û dilmanê”
(Ji bo serpêhatiya hewlên belgeyî yên Xoybûna Rêxistina Azadiyê ya Tevgera Rewşenbîrî ya Kurdan yên piştî Lozanê bnr. M. Bayrak. Kürt Sorunu ve Demokratik Çözüm. Özge yay. Enq. 1999 û Ateş – Kan – Barut Günlerinde Kürt Diplomasisi/ Xoybun Broşürlerinin Sunduğu Gerçekler. Özge yay. Enq. 2021).