11 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di saleke HTŞê de zêdeyî 8422 sivîl hatin kuştin

Piştî ku HTŞê hikûmeta Şamê xist destê xwe; kuştin, revandin û talankirin zêde bûn. Tenê heta 25ê mijdarê, 8 hezar û 422 sivîl hatin kuştin, 751 jin hatin revandin û kuştin.

HTŞê, 27ê mijdara 2024an, li dijî Şehba, Heleb, Hims û Hemayê dest bi êrişan kir û piştre 8ê kanûna 2024an, dest danî ser hikûmeta Şamê. Piştî HTŞê hikûmet xist destê xwe, kuştin û revandina mirovan zêde bû. Ji destpêka ku HTŞ hat ser hikûmetê, heta 25ê mijdara 2025an, li seranserî Sûriyeyê 10 hezar û 955 kes hatine kuştin. Ji wan 8 hezar û 422 sivîl in. Di nav wan de 463 zarok û 636 jin hene.

Ji dema ku Heyet Tehrîr El Şam hat ser desthilatê û heta 25ê mijdara 2025an, 751 jin li deverên di bin kontrola wê de hatin kuştin, revandin an jî wendakirin. Tenê li Siwêdayê 130 jin hatin kuştin. 520 kuştinên din li Şam û gundewarên wê, Hama, Hums, Lazkiye, Tartus, Idlib û Helebê pêk hatin. Sedemên wan ji teqînên ku ji ber bermahiyên şer, gulebaranên ketober û kuştinên tolhildan an jî mezhebî, ji bilî kuştinên ku ji ber tundiya navmalî û civakî pêk tên.

Di meha mijdarê de li Efrînê 5 kes hatin kuştin û 6 kes birîndar bûn, nêzî 8 hezar û 700 dar hatin talankirin. Çavdêrîgeha Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hejmara qurbaniyên komkujiyê ya li parêzgeha Suweydayê ji destpêka pevçûnan heta tîrmehê belge kirin. Li gorî belgeyan heta niha navê hezar û 120 kesan ji aliyê hemû deveran ve hatiye piştrastkirin.

SOHRê mirina 232 kesan di mijdara 2025an de belge kir. Di belgeyan de da zanîn ku 200 kesên sivîl hatine kuştin û ji wan 20 jin û 31 zarok in.

Meha mijdarê, kesên ji ber cebilxaneyên şer (bermahiyên şer) hatine kuştin 46 jê zarok bi giştî 61 sivîl hatine kuştin. SOHRê di mijdarê de 20 êrîşên ku ji aliyê DAIŞê ve li deverên di bin kontrola HSDê de hatine kirin belge kirin.

Tevî vê rewşê jî rêxistinên ku binpêkirinên li dijî jinan belge dikin tune ne û hikûmeta veguhêz jî bidestxistina agahiyan asteng dike.

Li bajarên cuda yên Sûriyeyê bi dehan jin û jinên ciwan bi awayekî biguman ku sedemên wan nayên zanîn, hatin revandin. Ji bo wan tu lêpirsîn û lêkolînên nehatin kirin da ku li aqûbeta wan bipirsin.  

Divê bê bibîrxistin ku rêberiya Trump bi awayekî fermî, 7ê tîrmeha 20225an, HTŞ ji lîsteya terorê derxist.