Êrîşên dewleta tirk ên di 23’ê nîsana 2021’an de dest pê kirin û di 17’ê nîsana 2022’yan de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên başûrê Kurdistanê hatin berfirehkirin hê jî dewam dikin. Bîlançoya êrişên ku bi şirîkatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dewam dikin roj bi roj girantir dibe. Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (HSM) ya der barê sala dawî de hat ragihandin ku di navbera 14’ê nîsana 2022 û 14’ê nîsana 2023’yan de 259 endamên HPG û YJA-Starê jiyana xwe ji dest dane. Daxuyaniya di ANF’ê de hatiye belavkirin, hat ragihandin ku di vê pêvajoyê de li Zap, Avaşîn û Metîna ji hin herêman leşker û cerdevan vekişiyane, 2 hezar û 833 leşker û cerdevanan jiyana xwe ji dest dane û 387 jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku herêm bi deh hezaran caran bi tank, obus, hawan û çekên giran hatiye bombekirin û 4 hezar û 233 caran bi balafirên şer û 5 hezar û 628 caran jî bi helîkopteran hatiye bombekirin. Dîsa hat diyarkirin ku 3 hezar û 730 êrişên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyayî hatine kirin
Bi çêkên kîmyayî
Bikaranîna çekên kîmyayî ku li cîhanê wek tawaneke dijî mirovatiyê tê dîtin, di nava vî salekî şer de yek ji mijarên herî zêde hat nîqaşkirin bû. Di êrişên bi çekên kîmyayî de herî kêm 44 HPG’iyan jiyana xwe ji dest da. Piştî ku HPG’ê dîmenên 2 endamên HPG’ê yên di 18’ê cotmeha 2022’yan de ji ber bandora kîmyayî jiyana xwe ji dest dabûn parve kir, bikaranîna çekên kîmyayî ket rojeva tevahiya cîhanê. Dema ku saziyên serbixwe yên navneteweyî banga lêkolînê kirin, pisporên ku dixwestin li herêmê lêkolînan bikin ji aliyê PDK’ê ve hatin astengkirin. PDK’ê ku meşa li dijî êrişan a bi pêşengiya ciwanan asteng kir, di 14’ê hezîrana 2021’ê de jî nehişt ku Nûnertiya Aştiyê ya Navneteweyî li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê daxuyaniyekê bide.
Biyolog Jan Van Aken û Josef Savari yên endamên Doktorên Navneteweyî ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleer, meha îlonê ji bo lêkolîna çekên kîmyayî serdana Herêma Kurdistanê kiribûn. Biyolog Jan Aken di daxuyaniya xwe ya piştî serdanê de diyar kir ku ji aliyê qeymeqamê Amediyê ve li Hirur û Kanî Masî lêkolîn hatine astengkirin û destûr nehatiye dayîn ku lêkolînê bikin.
Dîsa wêneyê bombeya ku li Werxelê hatiye bikaranîn û li ser “Bombeya Destê Gazê” hatiye nivîsandin hat weşandin. Bombeya navborî di çarçoveya Peymana Qedexekirina Pêşxistin, Hilberandin, Berhevkirin û Bikaranîn û Jinavbirina Çekên Kîmyayî de ku di 13’ê Çileya 1993’an de li Parîsê ji bo îmzeyê hat vekirin û di sala 1997’an de ket meriyetê, qedexe ye.
Dest danîn ser maskeyên gazê
Yek ji bûyerên ku herî zêde bi bertekan re rû bi rû ma û deng veda jî, maskeyên gazê yên ji HPG’ê re li dijî gaz û bombeyên kîmyayî hatibûn şandin, ji aliyê Antî-Terorên Kurdistanê yên PDK’ê ve hatin desteserkirin. Antî-Terorên Kurdistanê ragihand, di dawiya Adara îsal de li Duhokê dest danîne ser 1200 maskeyên gazê û bi îdiaya ku “plana metirsîdar a PKKê hatiye têkbirin.”
Bombeyan li ser kuçikan bar dikirin
Li herêmê ji bilî bikaranîna çekên kîmyayî, cerdevanên weke “Tîma Xencerê” ku di salên 1990’an de bi gelek sûcan derketibûn pêş, li herêma şer hatin bicihkirin. Dîsa di dema êrişên ku didomin de derketibû pêş ku Tirkiye gelek hêzên paramîlîter ji Sûriyeyê veguhezand Herêma Kurdistanê û di êrişan de bikar aniye.
Di êrişan de heywan jî hatin bikaranîn û kirin mertal. ANF’ê dîmenên kûçikê bi teqemenî û kamerayan barkirî ku di 31’ê tîrmeha 2022’yan de di nava tunelan de tên bikaranîn weşand.
Baregehên nû ava kirin
Di van êrişan de Tirkiyê bi razîbûn û erêkirina malbata Barzanî û hêzên taybet ên ser bi PDKê ve avakirina baregehên nû yên leşkerî li Herêma Kurdistanê dewam kir. Li gorî endamê Komîsyona Asayîş û Asayîşa Giştî ya Parlamentoya Iraqê Bedir El-Ziyadî, Tirkiyê li Herêma Kurdistanê 70 baregehên leşkerî ava kirine û 30 hezar leşker li wir bi cih kirine.
Sivîl hatin kuştin
Di êrişên ku dewam dikin de gelek sivîl bûne hedef. Li gundê Perex ê ser bi bajarê Zaxoyê di encama bombebarana balafirên şer de 9 geştiyarên ereb hatin kuştin. Êriş ne tenê li gundan bûn; li dijî siyasetmedarên kurd gelek sûîqest hatin kirin. Di 16’ê îlona 2021’ê de li bajarê Silêmaniyê welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondu di encama êrişeke çekdarî de birîndar bû. Di 17’ê îlona 2021’ê de endamê komîteya PKK’ê Yasîn Bulut (Şukri Serhed) li Silêmaniyê hat qetilkirin. Di 18’ê gulana 2022’yan de Zekî Çelebî li dikana xwe di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Di 28’ê tebaxê de endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî û nivîskar Suheyl Xurşîd Ezîz (Mamoste Şemal) li Kifrî li ber deriyê mala xwe di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û akademîsyen Nagihan Akarsel di 4’ê cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Herî dawî siyasetmedar Huseyîn Tûrelî di 18’ê nîsanê de li dikana xwe ya li navenda bazirganiya herî qelebalix a Dihokê di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin.
Ji qada navneteweyî bertek
Di dema qirkirina siyasî û êrişên kîmyayî de gelek sazî û rêxistinên navneteweyî yên wekî Grûbên Aştîxwaz ên Xiristiyan (CPT), Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê, Parlamentoya Katalonyayê bang li Tirkiyeyê kirin ku êrişên xwe rawestîne. Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kubat Talabanî bang li rêveberiya PDK’ê kir ku di êrişan de cih negire. Ji bilî Tirkiye û Kurdistanê, li seranserê Ewropayê bi taybetî li Swîsre, Elmanya, Fransa, Awûstûrya, Yewnanîstan û Swêdê û li bajarên Rojava yên weke Qamişlo û Hesekê gelek çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
Kê lêkolîn xwest hat darizandin
Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk Şebnem Korur Fincanci di 26’ê cotmeha 2022’yan de ji ber ku xwestibû têkildarî bikaranîna çekên kîmyayî lêpirsîn bê destpêkirin, hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Fîncanci ku bi qasî 3 mehan di girtîgehê de ma, di 11’ê çileya 2023’yan de hat berdan. Li aliyê din Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê parêzer Aryen Turan ji ber axaftina xwe ya li ser bikaranîna çekên kîmyayî ya di kongreya Baroya Îzmîrê ya di 22’yê cotmeha 2022’yan de hatibû lidarxistin kiribû, hedef hat nîşandan piştre hat binçavkirin û paşê hat berdan. Doza ku der barê Turan de bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” dewam dike.
KCK’ê ragihand ku piştî erdhejên 6’ê sibatê yên li Mereşê biryara “bêçalakîtiyê” girt û piştre jî ev biryar heta hilbijartinên 14’ê gulanê dirêj kir. Lê belê tevî biryara “bêçalaktiyê” jî êrişên li dijî başûrê Kurdistanê dewam dikin.