Şaredariya Peyasê ya Amedê, li Cemiyeta Rojnamegerên Başûr Rojhilat bi rojnamegeran re civiya. Hevşaredar Bêrîvan Guleş Sincar û Hevşaredar Cengiz Dundar xebatên xwe yên şaredariyê yên ku di nava salekê de kirine ragihand. Hevşaredarê Şaredariyê Cengîz Dundar, bal kişand ser wêraniya 8 salan a qeyûm û diyar kir ku di nava salekê de barekî giran hildane ser milên xwe û hewil dane ku bi gelê xwe re xizmeteke bikin. Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sincar jî diyar kir ku wan di salekê de bi polîtîkayên çand, huner, ciwan, jin û astengdaran ligel astengiyan jî xebat pêş xistine.
Xebatên şaredariyê yên 1 sal in wiha ne:
Xebatên ji bo jinan
* Navenda Piştevaniya Jinan hat vekirin.
* Pirtûkxaneya Xebatên Jinê hat vekirin.
* Di nava şaredariyê de Meclîsa Jinan hat avakirin.
* Perwerdeyên “Wekheviya Zayendî, Şîdeta li ser Zayendan, Xwarina Tendurist û Qelewî, Madeyên bi bandorê ên li ser jiyanê, Tundiya Dîjîtal” hatin organîzekirin.
* Ji 100 jinan re dewreyên perwerdehiya pîşeyî hatin dayîn û atolye hatin lidarxistin.
* Peymana Ewropî ya Ji bo Wekheviya Jin û Mêran a Di Jiyana Herêmî de ku ji aliyê Konseya Şaredarî û Herêmên Ewropayê (CEMR) ve hat pêşkêşkirin û bi armanca di jiyana herêmî de wekheviya jin û mêr pêk bîne, hat îmzekirin.
* Di çarçoveya kampanyaya “Gotina me neqediya, em ê bi hev re tundiyê rawestînin” ji 25ê Mijdarê heta 8ê Adarê gelek çalakî hatin lidarxistin.
* Di lêkolîna qadê de ku ji bo tespîtkirin û plansazkirina rewşa heyî ya li ser pêwîstiya jinê ya ji bo têgihîştina ewlehiyê û peydakirina debara jiyanê hat kirin de, bi hezar û 500 jinan re hevdîtin hatin kirin.
* Civînên Keda Jinan hatin organîzekirin.
* Her meh nêzî 210 jin ji Navenda Jiyana Jinan a ku ji bo jinan çalakiyên werzîşê li dar dixe, sûd werdigirin.
* Alîkariya ewil a psîkolojîk, parastina zarokan, ragihandina tundûtûjî, wekheviya zayendî, atolyeya şîdeta li ser bingeha zayendî, atolyeyên xweparastinê hatin organîzekirin.
* Bi hevkariya DTSO û Dibistana Pîşesaziyê ji bo jinên di navbera 18-35 salî de ji bo bernameyên perwerdehiya şêwekariyê, sêwirana malperê û sêwirana grafîkê ku her yek ji wan herî kêm 400 saet be, serlêdan hatin destpêkirin.
* Di çarçoveya Çalakiyên Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de ji aliyê Pênûsa Jinê ve axaftina Zimanê Dayikê hat lidarxistin.
* Çalakiya çandina darên fêkî hat organîzekirin. Darên fêkiyan ên sera û baxçeyan hatin çandin.
* Li Bazara Kedê ya Jinan jin ji bo fêrbûna hunerên nû tên cem hev, tiştên ku hîn bûne xurt dikin û di atolyeyên dirûtinê-tekstîl, hunera destan (tel şikandin) de hevgirtinê mezin dikin.
Xebatên çand û civakî
* Ji bo 3 hezar û 500 malbatan bi giştî 105 milyon TL, ji bo 10 hezar xwendekarî xizmeta perwerdehiyê, ji xwendekarên zanîngehê re jî 7,5 milyon TL bûrs tê dayîn.
* Zarokistan piştî 8 salan hatin aktîfkirin. Zarokistana Xalxalokê piştî 8 salan dest bi perwerdeya pirzimanî kir, Zarokistan Perperike hat vekirin.
* Di çarçoveya Rêziknameya Alîkariya Civakî de 16 kursiyên bi teker ji bo welatiyên feqîr, astengdar û xizan hatin dayîn.
* Li 600 nexweşên Colyakê paketên piştgiriya xwarinê hatin belavkirin.
* Li Parka 75an ji bo xebatên çandî û civakî bên zêdekirin konserên Rastak û şevbuhêrk hatin lidarxistin.
* Şanoya “Çalakiya Mal Çêkirî û Masîreşkê Biçûk” hat pêşandan.
* Li Navenda Kongreyê ya Çandamed konsera Rûken û Jehmar hat lidarxistin.
* Kevneşopiya Kosegeliyan li tax û kreşên Zarokîstanê zindî kirin.
* Di çarçoveya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de çalakî hatin lidarxistin.
Xizmetên ciwan û sporê
* Li 4 hezar xwendekaran forma hatin belavkirin.
* Di demsala havînê de 15 hezar zarok li Hewza Anzele ya Girtî, Hewza Kupelî ya Sergirtî, Hewza Firatê û Hewza Derve ya Dîcleyê hatin perwerdekirin. Wekî din, perwerdehiya domdar 12 mehan li du hewzên hundurîn berdewam dike.
Xizmetên astengdar, kal û pîran
* Midûriyeta Xizmetên Astengdar û Kal û pîran hat avakirin.
* Her meh piştgiriya lênêrîna malê, Navendên Jiyana Bê Asteng û Otîzmê derfetê didin zarokên astengdar ku beşdarî jiyana civakî bibin.
Xizmetên rê û kolanan
* Di nava desteya Midûriyeta Karên Teknîkî de 70 hezar ton qiloç, 60 hezar ton stabîlîze, 80 hezar metrekare zemîna kevirê hevgirtî, 15 hezar metre rêya zon û 30 hezar metre rêya gund hat vekirin. Ji bo fîloyê 2 makîneyên înşaatê hatin kirîn.
Karên perq û bexçeyan
* Xebitandin û temîrkirina 90 parkan hat kirin.
*Parka Hafiz Akdemir ji nû ve hat restorekirin û ji xizmetê re hat vekirin. Parka 8ê Adarê bi temamkirina kêmasiyên wekî rêyên meşê, cihên bêhnvedanê û ronahiyê ji nû ve hat bikar anîn.
* Li qada sera û baxçeyan 20 hezar kulîlk hatin hilberandin. 10 hezar şitlên darên fêkî li gundan hatin belavkirin.
* Li Baxçeyê Perwerdeya Ekolojiyê 5 hezar xwendekar perwerde bûn.
* Li ser sewalên bêxwedî û sewalên ku xwediyên wan anîne midaxeleyên tibî yên pêwîst hatin kirin.
Hevşaredaran diyar kirin ku ew ê di rojên pêş de jî projeyên “Kafe û Firina Bê Gluten” (Ji bo nexweşên çolyakê), “Xwaringeha Gel” û “Parka Afatê û Qada Bêhnvedanê” pêş bixin û têxin xizmeta gel.