Navenda Belgekirina Binpêkirina Mafan û Hiqûqê têkildarî revandinên komî yên ji hêla dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin raporek weşand û da zanîn ku di nava sala 2023’yan de li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 419 welatî hatine revandin.
Navendê da zanîn ku pêwendiya girtiyan bi malbat û xizmên wan re hene û gelemperiya kesên hatine revandin, hatine girtin.