9 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Di salekê de 241 DAIŞî hatin girtin

Li gorî rapora Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 40 operasyonên sala 2025an de herî kêm 241 endamên DAIŞê hatin girtin.

Di salên dawî de Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê (Rojava), li hemberî êriş, torên sûcên civakî, bazirganên madeyên hişbir, şideta li hemberî jinan, kuştin, dizî û talankirinê bi sedan operasyon li dar xistin. Di operasyonan de bi hezaran kes hatin girtin, gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîlançoya 2025an aşkere kir. Li gorî raporê:

Di 2025an de bi koalîsyona navneteweyî re 40 operasyonên hevbeş hatin lidarxistin. 43 şaneyên veşarî hatin dîtin. Di van şaneyan de 23 şaneyên rêxistina DAIŞê hatin bidestxistin. 57 teqemenî hatin hatin îmhakirin. Di van operasyonan de, 241 kes hatin girtin û di vê pêvajoyê de 177 teqîn çêbûn.

Di operasyonên hevpar ên salekê de; 15 keleşnîkof, 10 demançe,  dengbirek û 2 heb diron, 1 BKC û 4 wesayît hatin bidestxistin. Dîsa di salekê de Hêzên Antî Terorê (H.A.T) li herêmê 146 caran bi ser navnîşanan de girtin. Di van serdegirtinan de 320 kes hatin girtin.

HATê di serdegirtina malan de gelek cebilxane bi dest xistin. HATê di operasyona salekê de 136 keleşnîkof, 46 demançe, 48 tifingên nêçîrê, 571 çekên cur bi cur, 7 BKC, 64 bombeyên destan, 2 dûrbîn, 2 guleyên roketan,  464 guleyên 5.5, 11 hezar û 200 guleyên keleşnîkofan, 474 guleyên demançeyan, 2 hezar û 902 guleyên BKCyan, 39 teqemenî û roketan û bi hezaran guleyên çekên cuda hatin desteserkirin.

Di van operasyonan de ji ber sûcên kuştin û sûcên li dijî civakê de, 327 bûyerên tiryakê pêk hatin. Di van bûyeran de bi giştî 4 hezar û 334 kes hatin girtin.

Encama şerê HSDê yê li dijî DAIŞê

Navenda Ragihandinê ya HSDê jî bi daxuyaniyekê bîlançoya sala 2025an a operasyonên ewlehî û leşkerî yên li dijî çeteyên DAIŞê weşand. Di encama operasyonên HSD û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) de bi dehan kesên ku tev li çalakiyên terorî bûne hatin girtin û bêbandorkirin. HSDê destnîşan kir, tevî ku DAIŞ hatiye lawazkirin, hîn jî metirsiya wê heye û hewl dide ji valahiya ewlehiyê feydê bibîne û aramiyê têk bibe. Li gorî daxuyaniyê, amar wiha ne: 163 operasyonên ewlehî û leşkerî, 3 operasyonên lêgerînê yên berfireh, 128 operasyonên biserdegirtinê, 28 operasyon û şerê li dijî DAIŞê pêk hatin. Bi giştî di van operasyonan de 140 endamên DAIŞê hatin girtin. Dîsa di salekê de DAIŞê 220 êrîş pêk anîn.

Di 2025an de 9 hezar û 200 kes hatin kuştin

Bîlançoya qurbaniyên tundî û qetilkirinê li Sûriyeyê di 2025an de, 9 hezar û 200 kesî derbas kir. Di 2025an de zêdetirî 9 hezar û 200 kes hatin kuştin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bîlançoya 2025an a kiryarên tundî, sûc û qetilkirinên bi ajoyên mezhebî û tolhildanê parve kir.