Di salvegera erdhejê de di serî de Amed, Gurgum, Riha û li gelek deveran bîranîn pêk hat. Di saeta ku erdhej çê bûbû de bi hezaran kes daketin qadan û li cihê erdhejê kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn. Di bîranînê de her wiha polîtîkayên dewlet û desthilatiyê jî şermezar kirin. Li gel ku 2 sal di ser erdhejê de derbas bûye jî hêj mexdûriyeta welatiyan derbas nebûye û hêj jî bi hezaran mexdûrên erdhejê di konteyniran de dijîn.
Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê, Platforma Rêveberiya Afetê û Piştevaniyê (DMS) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, li ber xirbeyên Avahiya Serîn 2 ya ku li Xaçerêya Tesîslera hilweşiya, çalakiya bîranînê li dar xist. Di bîranînê de find pêxistin û qurnefîl danîn.
Hevserokê DMS’ê Şerefxan Aydin di bîranînê de axivî de axivî û wiha got: “Bibîranîn jiyan e. Divê em li vî welatî avakirina bajarên saxlem û qîmeta jiyanê nîşan bidin. Ev karesat li welatên din jî çêdibin, lê mirin li wir çênabin. Ji bo em van mirinan ji holê rakin, divê em ji bo bîranîna kesên ku me ew winda kirine vê ji holê rakin.”
Ji Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr Yildiz Ok Orakê jî ev tişt anî ziman: “Me bi hezaran canê xwe winda kirin. Du sal berê agir bi dilê me ket, lê hê jî netefiyaye. Em ji bo pêşerojeke xweş bihêlin li vir in. Em hêrs bûne, em ê ji bîr nekin.”
Ji Platforma Ked û Demokrasiyê Muhammed Can diyar kir ku wêraniya li herêmê nehatiye selihandin û wiha got: “Mirin li vê erdnîgariyê dimînin. Eger piştî 2 salan ev herêm hîn jî bi vî rengî be, ruhê gelê me bi heman rengî dewam dike.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn jî kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û diyar kir ku roja erdhejê Amed bi çarenûna xwe re rû bi rû hatiye hiştin. Dogan Hatun ev tişt anî ziman: “Rastiyeke ku gel li ber xwe dide hebû. Madem em bi tenê ne, em ê bi çarenûsa xwe bijîn, ji bilî hişyarkirina civaka xwe ji bo avakirina bajaran tiu çareyek nemabû. Li vir em soz didin ku em ê di meseleyên teknîk de destûrê nedin tu sererastkirinekê bajarê xwe. Em soz didin ku em ê kontrolên xwe bikin. Mirina bi dehhezaran kesî divê ne wisa hêsan be. Gelek tişt hene mirov bibêje. Wekî hemû pêkhateyên vî bajarî ji xeynî me tu kesî me tüne ye. Divê em hev serwext bikin û li ser vî esasî xwe birêxistin bikin.”
Li cihê ku hezar û 400 kes jiyana xwe ji dest da bîranîn
Li Gurgumê jî bi hezaran kes li ber Sîteya Ebrarê ya ku di erdhejê de hilweşiya kom bûn. Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû û ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Girseya ku li ber Sîteya Ebrarê ya hezar û 400 kes lê jiyana xwe ji dest dane kom bû, çalakiya bîranînê li dar xist. Li ser navê Înîsyatîfa Malbataên Sîteya Ebrarê Merve Aksû axivî û wiha got: “Me erdhejê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin.” Endama Meclisa DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglglûyê jî bertek nîşanî politikaya bêcezatiyê da.
Piştî daxuyaniyê li şuna avahiyan qurnefîl hatin dayîn.
Li Bazarcixê jî welatî di saeta erdhejê de li baxçeyê şaredariyê kom bûn. Mexdûrên erdhejê ji vir heta navenda çarşiyê meşiyan. Girseyê qurnefîl danîn ber qûleya saetê ya li çarşiyê.
Li Rihayê bîranîn
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê kesên ku di erdheja de jiyana xwe ji dest dan saet di 04.17an de li Xaçerêya Abîdeyê bibîr anî. Ligel pêkhateyên platformê, nûnerên rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Rihayê beşdarî bîranînê bûn. Li cihê ku avahî hilweşiyan qurnefîl hatin danîn û find hatin vêxistin.