Albert Camus digot ku mirov ne bi tenê bi tiştên gotî ve, lê her weha bi tiştên veşartî ve jî heye. Ev çavdêriya ku pişta xwe dispêre şiyan û feraseta zimanî bala me dikişîne ser du xalên din jî.
Armanca peyvê raguhestina peyamekê ye. Lê belê ziman bi xwe pragmatîk e û li gorî rewşa axavtinê ava dibe û wateya xwe werdigire. Bêyî nirxandina şert û mercên danûstendinê, weke kes û cîh an mekan û dem û kontekst an babeta ku li ser tê axavtin, bêyî girêdana wê axavtinê ya bi axavtinên berî wê û piştî wê re, wateya wê vala ye. Her peyva ku tê de hatiye tercîhkirin jî bi mebesteke zelal ve hatiye bikaranîn ku carinan xwediyê wê gotinê jî lê hay nabe. Hingê wateya gotinê yekser xuya nabe û dîrok û bîreke wê jî heye. Karê nirxandêr û lêkolînerên gotarê jî ew e ku van rewşan tahlîl bikin. Ji bo tahlîleke xurt û pêbawer jî, pêwîst e ku hesabê van hemû şert û mercên pêkhatina peyvê bên kirin ku me li jorê behsa wan kir.
Ev hemû erê, lê mirov hertiştî nabêje. Herçî mirov e, mirov dibêje qey pirr dipeyive ; lê belê gava ku dipeyive, gellek agahiyan vedişêre, berşê dike, vedidize. Yanî, ya rast, mirov qet napeyive. Hîç tiştekî nabêje. Lewre tiştê ku di hişê wî de ye, nikare ji sedî sed û bi zelalî bi alavên zimanî ve were derbirîn. Ew ancax dikare nuansekê bi tenê ji wê ramana hişî bide derve. Jê pê ve nikare, qeweta wî têrê nake. Ji ber wê ye ku peyvên wî dibin diyardeyên wan peyivên ku nehatine gotin, wan ramanên ku hatine veşartin. Hingê, herçî ziman e, hem dewlemendî û hêza mirovî ye, hem jî qelsî û lawaziya wî ye. Mirov reben e, lewre qet nikare ya dil û hişê xwe bibêje. Xwe li fitlonekan digerîne, li dorê diçe û tê, dike û nake nikare. Mîna ku lal be, gellek tiştan dibêje, lê jê zêdetir jî ji derveyî gotinê dimîne.
Gellek sedemên wê hene ku mirov nikaribe hertiştî bibêje. Şiyan û feraseta zimanî jixwe sedema yekem e. Ne tenê ew e, şiyana mirovî bi xwe jî têrê nake ku hertiştî bibêje. Lewre ji bo avakirina peyvekê an ramanekê, qirn derbas dibin, da ku bîra wê çêbibe. Ma gelo mirov dê çawa bi yek peyvê ve hemû dîroka ramanî bi peyvek an du peyvan bibêje. Ev jî tê wateya ku mirov xatirê peyvê nagire, mirov bi xatirê peyvê nizane. Ji wî heye ku peyv ji xwe ber çêbûne û belaş in. Ew nizane ku barê peyvan ji bejna wî girantir e. Bêyî xwe dipeyive, bêyî xwe dijî û diafirîne. Lê wî hay ji xwe nîne. Lewre, ew xwe gellekî xurt û zana û xwedan şiyan dizane. Hemû qelsiya wî jî aha ji vê taybetmendiya wî tê, ji wê korbûna wî û ehmaqiya wî tê.
Xwezaya hiş û zimanî herçend sedema bisînorkirina gotarê be jî, tercîhên mirovê axêver jî dikarin bibin sedema vê kêmkirin an nixumandina peyamê. Carinan devê wî nagere, lewre naxwaze dilê hinan bihêle ; carinan ditirse ku bibêje ; carinan jî li hesabê wî tê ku beşekî ji ramana xwe nebêje. Lê belê, feraseta mirovî têrê nakê ku hertiştî veşêre. Peyvên ku ew tercîh dike, mînakên ku dide, tona dengê wî, niherînên wî, jestên wî, tevger û rabûn û rûniştina wî jî, heryek bi serê xwe zimanek e û peyameke cuda ye. Mirov nikare van hemû alavên axavtin û danûstendinê eyar bike. Hin ji wan bêyî axêver tev digerrin. Carinan jî, zaafên axêvêr kontrola wî ya li ser peyv û gotinê qels dike. Lêkolînerên zimanî, bala xwe bi taybetî didin wan kêlîkên ku kontrola axêver qels dibe. Lewre ramanên gellekî balkêş û carinan ji peyama gotinê gellekî cudatir dikarin di wira de veşartî mabin.
Gotar an jî çalakiya zimanî, vê taybetmendiya xwe ya peyamên pirhêl, ramanên aşkere û veşartî, di qada devkî û nivîskî de bi rêbazên cuda ve pêk tîne. Nirxandina zimanê devkî ji bo lêkolîneran bêtir xweş e, lewre sînor tê de nîne.
Di zimanê nivîskî de, berî hertiştî mirov bala xwe dide celebê deqê an jî metnê. Gelo serborî ye, serboriya xwediyê gotinê ye an ya hinine din e, gelo çîrok an roman e, gelo babeteke civakî an siyasî ye, gelo nirxandinek e, lêkolînek e an ravekirina bûyerekê ye, an metneke hiqûqî an rojnamegeriyê ye. Piştî wê, mirov li naverokê, li peyvan, li peyama nivîskêr û guncandina peyvan û mekanan dinihere. Weke mînak, mirov dikare heman bûyerê weke nûçe bi gellek nêzîktêdayinan ve bide ku heryek ji wana bandoreke cuda li ser xwendevên bihêle. Em mînakekê ji wêjeyê bidin. Di nava romanekê de, têkîliyeke evînî dikare li ser pûş be jî, li odeyeke otelekê be jî, li perê avê be jî, li nava daristanan be jî, di keştiyekê de be jî. Lê belê, mirov nikare cotkariyê di keştiyan de bike. Mekan bi xwe jî weke lehengên çîrokan prototîp in. Wateyeke wan ya giştî heye, îmajeke wan ya hevpar. Herçî ev wate û îmaj e, li gorî civakan diguherin. Mirov bi keştiyê yan digerre, yan jî di avê re ji derekê diçe dereke din. Keştî, bi taybetî ji bo Kurdên ku welatê wan dûrî deryayan e, xeyal e jî, xweşiyek e, kêfek e. Li welatê wan keştî tuneye. Lê ji bo gundiyekî îzlandî an nûzelandî, alaveke jiyanê ye. Ew bi keştiyan diçin karên xwe, Kurd bi terextor û trimbêlan diçin.
Em mînakên xwe hêdî hêdî zelaltir bikin. Hingê, gava ku mirov di romaneke kurdî de dibîne ku lehengekî Amedî li ber tabloyeke Egon Schiele rawestiyaye û li ser dirame û dinirxîne, mirov dê du peyaman yekser jê werbigire. Yek: nivîskar dixwaze babetine ewropî bi kar bîne. Du: leheng marjînal e, lewre li Amedê tabloyên Egon Schiele nînin û kes wî nas jî nake. Ew leheng jî li mekaneke weha ye ku dûrî jiyana prototîp a jiyana Kurdistanê ye. Hingê em ê ji xwe bipirsin ka gelo sedema vê tercîha nivîskêr çi ye.
Ma herkes mîna hev dijî qey ? Na ! Ma qey rewşên marjînal nikarin hebin ? Belê ! Lê divê hingê ji me re behsa cudahiyan jî were kirin. Gava ku mirov di romaneke kurdî de bibîne ku leheng li Anqereyê dijîn û li Wagner guhdar dikin, digel ku deh Kurd jî nînin ku Wagner nas bikin, heta ku ew nakokiya wan a bi prototîpên kurdî re neyê zelalkirin, avakirina çîroka wan jî dê dijwar be. Ne qedexe ye, lê divê ji xwendevanan re jî were zelalkirin, da ku bikarin sûretê vegotinê li cem xwe temam bikin. Yanî, leheng çima li Mihemed Arif an Îsa Berwarî an Mihemed Şêxo an Şakiro an Kawîs Axa an Koma Wetan an Ciwan Haco an Şivan Perwer guhdar nakin, çima li komeke modern a muzîka kurdî guhdar nakin, weke herkesî, lê diçin li Wagner û Mozart û Beatles û Pink Floyd guhdar dikin ? Lêkolîner divê yekser van pirsan ji xwe bikin. Lewre, nivîskêr xwastiye peyamekê bide. Bêyî xwe be jî.
Ev celebê tevgerê, li cem nivîskarên me yên derveyî welêt gellek e. Gava ku em dibêjin derveyî welêt, em behsa derveyî Kurdistanê dikin. Me dîtiye ku li Amedê jî hin romanên weha tên nivîsandin. Lê bêtir li Swêdê romanên kurdî yên weha hene ku bi navên jinên ewropî yên ecêb weke Kassandra, Aleksandra, Anjelîka û Maria tên nivîsandin ku îmaja jinên ewropî û têgihîştina mêrê rojhilatî derdibirin. Di hinan de jî jinên arjantînî an latînî hene ku tenê ji ber “seksîbûna” xwe ve hatine hilbijartin ku ew jî dîsa îmaja jinê ya çêkirî ye ku bêtir di fûryaya pornografiyê de weke alav hatiye bikaranîn û bandor li mêrê rojhilatî kiriye. Jixwe di wan çîrok û romanan de, nivîskarên wan bêtir dixwazin nîşan bidin bê çiqasî ji civaka xwe bi dûr ketine û wan hay ji xwe jî nîne ku nebûne ewropî jî.