Li welatên cîhanê di heyama afatan de, gelek berhemên wêjeyî hatine afirandin. Hinan bablîsoka mirovahiyê daye der û mohra xwe li maseyên cîhanê xistiye. Hinan destên xwe dane ber rûyên xwe, şopandine û qelemên xwe di paşilên xwe de hilanîne. Romannivîsê bi navê Idward El-Xerad dibêje; “Ji beriya du serdeman ve bablîsoka nexweşiya silê li cîhanê rabûbû, lê romannivîsên nola Albert Camus ê der barê silê de romanek nivîsî û hîn di buhara emrê xwe de bû ji ber sileyê jiyana xwe ji dest da, serê xwe hilnedane.”
Bi mînakeke din, çaxê nexweşiya kolerayê belav bûbû, xelk bi têkoşîna li hemberî şewbê daketibû, Gabriel Garcia Marquez romana xwe ya bi navê “Evîn di serdema kolerayê de” nivîsand. Bi van çend gotinan mirov şekil û teşeyê kareset û afata jiyana mirovahiya serûbinî hev û din kiribû, nas dike.
De baş e, me kêm zêde bar û koçbarxaneya du nexweşiyên li welatên cîhanê belav bûbûn nas kirin. Îca em werin ser silava li sifra hazir; li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li aliyekî şer, rê û rêwanî li goristanan nemaye; pê re talanî, wêranî, hejarî û ya pişta mirovan dişikîne belavbûna nexweşiya ray lê nabe. Li aliyê din jî wekî her welatên din ji pandemiya vîrusa Kovîd-19’ê bêpar nemaye, vîrusê ne li temen biçûkan pirsî û ne jî li extiyaran, lê heke mirov were ser babeta xwe û çend pirsan ji hin nivîskar û rewşenbîran bipirse mirov li van bersivan dilikume:
-Gelo rewşenbîran karantînayê wekî welatên cîhanê ji xwe re keysbaz kirin an na?
Rewşenbîrê bi navê Ciwan Hesen ku mamosteyê zimanê îngilîzî û guhdanê bi lêkolîn, xwendin û nivîsandinê dike ev yek got: “Beriya pandemiyê min li dibistanê dewam dikir, piştî nîvro min jî berê xwe dida pirtûkxaneyê û dida nav. Min digot qey bi mana li malê ew ê deh qat derfetên lêhûrbûnê çêbibin, mixabin qeyrana debarê û derfetên kêm kirasê xwe li min pêça.”
-Di zemanekî wiha de, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berhemên amaje bi dorhêla heyî dikin hene, pê ve girêdayî di pêşerojê de hêviya hilatina berhemên bejinbilind ên nola berhemên cîhanê hene?
Çîroknivîs û rewşenbîrê bi navê Ciwan Silo wiha bersiv da vê pirsê: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şerekî dijwar de dijî û di halê hazir de şer bi ser nexweşiyê ket. Lewra qelema wêjevanan tenê di asta gotar, pexşan û hin berhemên biçûk ku gelên xwe der barê vîrûsê de hişyar bikin ma. Ji hêla hêviyên min wekî çîroknivîs û wêjevanekî, bêguman ew ê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berhemên nola bejna dara spîndarê bidin hev. Ji ber gelekî derban ji serî bixwe wê tovekî bi hîm û himet biavêje.”
Gelo rewşenbîrên wek Gabriel Garcîa Marquez jiyana xwe ji dest nedana, dê bersiveke çawa bidana pirsa têkildarî nexwewişa Kovîd-19’ê mirov meraq dike. Gelo dê berhemeke din binivîsanda?