Di roja şeşemîn a êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê de hewldanên destwerdana paytext Kievê berdewam dike. Bajarê ji alî leşkerên Rûsyayê ve hatiye dorpêçkirin û şer didomke.
Li aliyê din heyet ji bo diyaloga di navbera Rûsya û Ukraynayê de li ser sînorê Belarûsyayê li hev civiyan. Lê li şûna pêşniyarên çareseriyê, herdu heyetan bêyî ku pirsgirêkê çareser bikin daxwazên xwe dubare kirin.
Der barê hevdîtina heyetên a ji bo diyalogê de, serok Ukraynayê berê jî reşbîniya xwe ya der barê hevdîtinan de anîbû ziman û piştî hevdîtina yekem wiha got: “Hevdîtinê 5 seatan berdewam kir. Hevdîtina li pêş jî dê çend roj şûnde pêk bê.”
Li gel hevdîtinan Rûsyayê dorpêçkirina bajaran berdewam dike û gefa desteserkirina Kievê jî wekî zextekê li dijî hikûmeta Ukraynayê pêk tîne.
Rûsya gef li welatên Rojava xwar
Kanadayê da xuyakirin ku wan careke din hin çek radestî Ukraynayê kirine, Almanyayê jî anî ziman ku ew ê 1000 topên li dijî tankan û 500 fûzeyên Stînger bidin Ukraynayê.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gef li welatên ku alîkariya Ukraynayê dikin, xwar û wiha got: “Ew welatên ku çekan didin Ukraynayê dê bedelên giran bidin û em ê li hemberî wan bêdeng nemînin.”
Şêwirmendê serokê Ukraynayê Mikaîl Bodolyak ku serokatiya heyeta Ukraynayê dike jî zêde der barê hevdîtinan de agahî nedan. Tenê got li ser ihtîmala ku niha bi hevre bigehên agirbestekê rawestiyane.
Hêjayî gotinê ye ku piştî desteserkirina bajarên Donetsk û Lûganskê artêşa Rûsyayê xwe ji destwerdana bajarê Xersonê yê nêzî Qirmê re amade dike. Li gorî daxuyaniya şaredarê bajarê Xersonê leşkerên Rûsyayê di ketina nava bajêr de yekîneyên leşekrî ên kontrolê bi cih kirine.
Li gorî hin dîmenên li ser malperên dijîtal hatin parvekirin leşekrên Rûsyayê derbasî deverên derdora wî bajarî jî dibin. Şaredarê Xersonê Îgor Kolixayif der barê dorpêçkirina bajarê xwe de wiha got: “Nirxê herî giran ê vî bajarî jiyana xelkê wî ye, ev ne pevçûneke normale lê şerekî giran e.”
Nakokiya Rûsya û NATO’yê
Di mijara Ukraynayê de dînamîkên navdewletî li dijî hev siyasetê dikin. Ev yek bi taybetî jî ji sala 2014’an ve gihişt asteke zêde. A rast ji peywirgirtina Serokdewletê Ukraynayê Vîktor Yanûkovîç ku nêzî Rûsyayê bû, bi dilê NATO’yê bû. Piştî vê bûyerê asta “tevkariyê di navbera hikûmeta Kîevê û dewletên Rojavayî de hate guhertin. Kremlînê jî got ku li hemberî Yankûvîç darbe hatiye kirin û bi desteserkirina girava Qirimê bersiva vê yekê dabû. Piştî vê Pûtîn bi piştgiriya xwe ya ji bo komarên gel ên Donetsk û Lûganskê pozîsyona xwe ya li dijî bloka Rojavayê parast.
Her çendî li Mînksê peyman hatibin çêkirin û Fransa, Almanya, Ukrayna û Rûsyayê ji bo vê yekê car carinan li hev kom bûbûn jî, lê bi hevre negihabûn çareseriyê. Ji lew re armanca sereke ne çareserkirina meseleyê bû, armanc terxankirina wext û amadekariyên ji bo şer bûn.