Hat ragihandin ku ji Misirê ber bi Xezayê ve alîkariyên mirovî hatin şandin. Televîzyona dewletê ya Misirê di roja 15’emîn a şerê Îsraîl û Hemasê de dîmenên çend kamyonên ku ji deriyê sînor derbas bûn, parve kir.
Li gorî nûçeya Reuters’ê berpirsyarê ofîsa medyaya Hemasê got ku tê payîn, herî kêm 20 kamyonên ewil ên alîkariyan, îro derbas bibin.
Zêdeyî 5 hezar û 599 mirî
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê ya li Xezayê, di êrîşên artêşa Îsraîlê ya li ser Xezayê de ku ji 7’ê Cotmehê ve didomin, 4 hezar û 137 Filîstiyan jiyana xwe ji dest dan ku piraniya wan sivîl bûn. Zêdeyî 13 hezar û 100 kes jî birîndar in.
Li aliyê din 2 Emerîkiyên ku ji aliyê Hamasê ve hatin berdan, şeva Îniyê gihiştn Îsraîlê.
Îsraîlê bang li welatiyên xwe kir
Îsraîlê “ji ber xwepêşandanên li dijî Îsraîlê” bang li welatiyên xwe yên li Misir û Urdunê kir ku di demekî herî kurt de van welatan biterikînin. Îsraîlê bang li welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê jî kiribû ku di demekî herî kurt de vî welatî biterikînin.