13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di roja 111’emîn a şer de rewşa Ukraynayê

Tevgera leşkerî ya Rûsyayê 111 roj li pey xwe hiştin û di vê dema dawî de şerê herî giran li rojhilatê Ukraynayê diqewim in.  Di encama van şerên dijwar de gelek kuştî û birîndar ji herdu aliyan hene û bajarê Donetsk hatiye kavilkirin.  Şerê li ser bidestxistina bajarê Donetsk çend heftî li paş xwe hiştin û artêşa Rûsyayê ew bajar kavil kir û leşkerên Ukraynayê neçar kirin ku ji bajar derkevin. Lê hîna jî li derdora vî bajarî şerên dijwar diqewimin.

Derbarê şerê li vî bajarî de serokê Ukraynayê Vlodomir Zelenskî da xuyakirin ku di şer û pevçûnên Donetskê de gelek leşker hatine kuştin û wiha pê de çû: “Hejmara kesên ku ji herdu aliyan di şerê li vî bajarî de hatine kuştin ne tê hesan ne tê hejmartin, herdu aliyan jî gelek windahî dane. Di dîroka Ewropayê de ev şerê herî dijwar e.”

Şêwirmendê serokê Ukraynayê Mikaîl Bodolak jî di daxuyaniyeke çapemeniyê de  behsa şerê Donetskê kir û wiha got: Di şerê li vî bajarî de rojane di navbera 100-150 leşkerên Ukraynayê dihatin kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku ev bajarê stratîjîk û girîng bajarê herî dawî ye ku li rojhilat di destê artêşa Ukraynayê de maye, heke ev bajar jî bikeve dê kontrola hemû rojhilat bikeve destê Rûsyayê.