Ev rastiyeke ku hema bêje ji aliyê her kesî ve hatiye qebûlkirin ku mirovahî di nava qeyraneke civakî û şaristaniyê de ye. Ji sedsala 20’emîn û vir ve lêgerînek heye. Em di pêvajoyek kaosê an jî navberek kaosê ku tê pênase kirin de dijîn. Nediyariya heyî dibe taybetmendiya vê pêvajoya kaotîk û diyarker e. Ji ber vê pêvajoyê heyî dubendî û nakokiya rewşa kaotîk û xezaya civakê kûrtir dike. Ev di wateya şaristaniyê de xaçerêyek e û rûbirûbûna dubendiyê nîşan dide. Ya pêwîst ji hevderxistina vê nakokî û dubendiyê ye ku li gorî pêdivî û hewcehiyê civakê sazkirina jiyana ji derveyî şaristaniya kapîtalîst e. Ev lêgerîneke li pêşerojê ye. Lêgerîna mirovahiyê ye ku pêşeroja xwe ji nû ve ava bike ye. Lêgerîna paşerojê, di heman demê de tê wateya lêgerîna paşerojê jî. Ev lêgerîna mirovahiyê ya ber bi koka xwe ve, heta kûrahiya herî dûr a kok û xwezaya xwe dê nêrîn û feraseteke xwe û xweza xwe parêz biafirîne. Ji ber ku weke hemû zindiyan, mirovahî û şaristanî jî tenê li ser koka xwe dikare şîn bibe û jiyaneke nû tenê li ser koka xwe ava bike. Vedîtina (keşf) şaneyên kok ên di warê biyolojiyê de vedîtineke nû ye ku vê diyardeyê piştrast dike.
Gelo çima rabirdûyek an jî nasnameyek tê xwestin? Dikare were gotin ku mirovatî bi qasî ku pêdiviya wê bi paşerojê heye, bi dîrok û rabirdûyê re jî heye, bi çand û kevneşopiyê jî heye. Heke bingehek ango hîmek tune be tu tişt li hewa ava nabe. Lewma jî heke jiyaneka tê xwestin bê avakirin pêwîst e paşeroj jê re bibe hîm û bingeh. Baş e ev paşeroj çi ye? Nirxên vê jiyana li paş maye çi ne? Tişta ku ev jiyana civakî daye avakirin çi ye? Bêşik ev çand bi xwe ye; Cerebeyên çandî yên civakî tecrubeyên çandî û mîrata berhevkirina civakan e. Di rastiya xwe de dîroka mirovahiyê û şaristaniyê beriya her tiştî dîroka çandê ye. Ji ber vê yekê, derketin ango rizgariya civakê ya ji vê pêvajoya kaotîk ne vala ye ku faktora çandî weke faktoreke girîng û bingehîn xuya dike. Ji ber vê yekê, ger hûn bala xwe bidinê, qada çandî her dem bûye qada têkoşîn û pevçûnê.
Ji bo mijar bi zelalî were fêhmkirin pêwîstî bi lêhûrbûneke kêrhatî heye. Em ji bîr nekin ku çand di her qonaxa pêvajoya dîrokî de û di her qada jiyana civakî de îfade û daderiya manewiyata mirov bi xwe ye. Awayê ku mirov xwe diafirîne û hildiberîne ye. Hebûn û hilberîna çandê, îfadeya hebûn û nasnameya mirov û civakê ye. Dema em bala xwe didin dîrokê, bi hêsanî xuya dibe ku hin civak û netewe bi hilberîna xwe çand û nasnameya xwe ava kirin e, hin serdestan jî bi zordariya xwe nav û nasnameya xwe ava kirine. Ev rastî dihêle ku em aliyên birdozî, siyasî û civakî yên çandê û cudahiya ku di navbera civak û serdestiyê de baştirîn fêhm bikin. Lewra çand jî îfadeya civakî û siyasî ya civakekê ye. Lewma jî dibe qadeke têkoşînê ya li dijî her cure êrîşên tunekirinê. Ev rastiyeke ku li dijî feraseta qirker a serdestiyê, têkoşîna mirovahiyê ya ji bo diyarkirina pêşeroja xwe ye. Hemû qirkirinên çandî û mînakên pişaftina çandî yên hovane ku di dîrokê de pêk hatine, hin gelên bindest û civakên bêparastin, lewaz, ku gelek caran di bin çavê hemû cîhana ku jê re dibêjin “medenî” hatine tunekirin; Rewşa nebaş a sermayeyên çandî yên ku hatine talankirin û bi rastî ji dîrokê hatine paqijkirin, delîlek aşkera ye ku qada çanda têkoşînê ya dijwar çi ye.
Rejîmên zordar, dewletên totalîter ên faşîst li dijî çandê qirkirineke dijwar pêş dixin. Lê li aliyê din jî civaka xwe zanî, nirx û çanda xwe zanî li dijî zordariya desthilatan têdikoşin. Her ku karakterê zordar ên rejîman zêde dibe, dijminatiya çandê ji aliyê wan ve tê nîşandan. Civaknas, dîrokzan û ramyarê navdar Immanuel Wallerstein di mînaka rejîma Naziyan de balê dikişîne ser vê diyardeyê ev çavdêriya balkêş dike: “Rêberên Naziyan digotin, ‘Dema ku ez peyva çandê dibihîzim, ez li çeka xwe digerim.’ Hîn jî yên ku çekên wan hene û bi vî awayî tevdigerin hene.”
Di rastiya xwe de dijminatiya çandê, bêtehamuliyeke mezin a kes, desthilat û hêzên totalîter ên faşîzan e. Armanc ew e ku çandê tune bikin. Lê bêguman gelê kurd herî baş dikare vê rewşa dij-çandî, înkar, heta pişaftin û qirkirinên ku di dîrokê de gelek mînakên wê hene ku herî zêde jê bi bandor bûye û pêre rû bi rû maye, fêm bike. Di dîrokê de kêm mirov û civak hene ku bi qasî çanda kurdan hatine qirkirin, înkarkirin û talankirin hene û ev pêkanîn îro jî berdewam dikin. Ji ber vê yekê divê ji aliyê gelê kurd ve neyê jibîrkirin ku parastina hebûna xwe ya çandî, naskirina mîrate û nirxên xwe yên çandî jiyanî ye.
Belê ev pêvajoyên bi vî rengî yên kaotîk tîştekî bi me dide fêhmkirin; ev pêvajoyên kaotîk ne pêvajoyên bêdengiyê û teslîmiyetê ne, berovajî wê divê têkoşîn û çalakiya herî xurt bê nîşandan û xebatên kolektîf bê zêdekirin. Di vê têkoşînê de desthilatdar, dixwazin çand jî weke her carê di destê wan de bibe çek û wekî şûr li dijî xwediyên wê çandê yên eslî bi kar bînin. Di vê rewşê de, bêçaretî, serî tewandin nabe û her wiha nabe ku mirov li kêleka serdestan bisekine û li hovîtiya wan temaşe bikin; berxwedan, parastina çanda xwe, di dema pêwîst de veguherîna şûrê du devî û li dijî desthilatdaran, di vî şerî de cihekî bi rûmet girtin e. Ji vê pêvajoyên kaotîk rizgarî encax di encama têkoşîneke wiha de pêkan e.