Rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn rijiya ser mêjiyê wî û ew rakirin nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê careke din xwîn rijiya se rmêjiyê wî. Huseyîn Aykol li beşa lênihêrîna lezgîn tê dermankirin. Huseyîn Aykol ku ji 14ê cotmehê ve li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sîncanê di beşa lênihêrîna lezgîn de ye, bijîşkan der barê rewşa wî de agahî dan.
Bijîşkan diyar kir ku rewşa Huseyîn Aykol stabil e û got ku ew ê di nava rojê de pêwendiyê pê re deynin. Bijîşkan diyar kir ku piştî bandora dermanan derbas bibe dê Huseyîn Aykol şiyar bibe û ew ê bi rêya pêwendiyê refleksên wî bişopînin û ew ê li gor tevgerên wî seyra dermankirinê diyar bikin. Bijîşkan destnîşan kir ku xetereya rewşa Aykol didome.