Li navçeya Bilekan a Sêwasê li devera Gemînbelî ya Şarkoyê qezayek trafîkê qewimî. Hat zanîn ku mînîbûsa ku ji Rihayê ber bi Ordûyê ve ji bo berhevkirina findûqan diçû û tê de karkerên çandiniyê yên demsalî hebûn, ji ber sedemek ku hêj ne diyar e ji kontrolê derket û di kendalekî de werbûye. Nasnameya şofêr û plakaya mînîbûsê hêj nehatine aşkerekirin. Li gorî destnîşankirinên destpêkê, di qezayê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan, 4 ji wan bi giranî tevahî 18 kes birîndar bûn. Piştî bûyerê, komên tenduristiyê, leşker, agirkuj û AFAD ber bi cihê qezayê ve hatin şandin. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên dewletê yên Bilekan û Zara.