7 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

‘Di pevçûna li Îlamê de hêzên rejîmê hatin kuştin’

Çalakgerê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide der barê çalakiyên ku duh êvarê li Îlamê qewimîn got: “Li Îlamê di navbera hêzên rejîmê û gel de pevçûn derket. Di pevçûnê de mirî û birîndarên hêzên rejîmê hene.”

Çalakiyên li dijî rejîma Îranê yên k udi 28ê kanûna 2025an de destpêkirin li gelek bajaran berdewam dikin. Li gor daneyên ku tên parvekirin heta niha bi sedan kes hatine girtin û gelek kes hatine kuştin. Lê tevî zextên rejîmê jî çalakiyên heyî hê jî didomin.

Em der barê çalakiyên ku pêk tên yek ji çalakgerên ku ji ber rewşa ewlehiyê nexwest navê xwe bide re axivîn.

Çalakgerê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide der barê çalakiyên ku duh êvarê pêk hatin de ev agahî da: “Li Loristan, Îlam û Kirmanşahê rewşa pir tevlihev e. Duh li Îlamê pevçûneke mezin di navbera gel û hêzên rejîmê de derket. Herî kêm 10 kes li Îlamê jiyana xwe ji dest dane. Hemû xetên telefonan hatine astengkirin, înternet hatine qutkirin.”

Çalakger banga PJAKê ya ji bo şerê şoreşgerî bi bîr xist û got: “Piştî banga PJAKê duh bi şev heta sere sibê di navbera ciwanên li Îlam û Melikşahê û hêzên rejîmê de şerê çekdarî pêk hat. Kuştî û birîndarên hikûmetê hene. Niha li gelek bajarên Îranê jî nerazîbûn berdewam dikin.”

Çalakger di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bajarên kurdan bajarên biçûk in û ji aliyê hêzên hikûmetê ve bi polîs û leşkeran hatine tijekirin. Ji ber vê yekê serê sibehan li van bajaran çalakî çênabin. Lê piştî ku tarî dikeve çalakî destpêdikin.”