27 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di pêvajoya aştiyê de girîngiya zimên

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Avakirina aştiyê ne tenê di rêkeftinên siyasî de ye, herwiha di bîra civakî û jiyana rojane de jî pêwistî bi damezrandina zimanekî aştiyane û têgihiştineke hevbeş a jiyana civakî heye.

Aştî nimûneyeke bingehîn a mirovahiyê ye ku rê dide takekes, civak û dewletan ku di nav lihevhatinekê de bijîn. Lê aştî ne tenê tunebûna şer û tundûtûjiyê ye; herwiha hebûna dadmendî, wekhevî û têgihiştina hevbeş a jiyana civakî ye jî.

Ziman, ango hêmanên zimanê devkî, nivîskî û zimanê laş ku her yek wekî amûrek ragihandinê tê bikaranîn, di avakirina vê têgihiştinê de bi roleke navendî radibe. Çawaniya zimanê ku di tevahiya dîrokê de, di pêvajoyên bidawîkirina pevçûnan, di avakirina baweriyê de, di navbera aliyan û bidestxistina aştiyeke mayînde de hatiye bikaranîn, rasterast bandor li serketina pêvajoyê kiriye. Ziman ne tenê amrazeke ragihandinê, herwiha hilgirê nasnameya çandî, bîra civakî û nirxan e jî. Ji ber vê yekê, zimanê ku di pêvajoyên aştiyê de tê bikaranîn divê aştîxwaz, hemûgir, hevxem û rêzdar be, ku vîn û viyana civakan ji bo jiyana bi hev re xurt bike. Ji aliyekî din ve, zimanê dûrxistin, polarîzekirin, an jî jihevcudakirinê, xwedî derfet û fersenda  jinûvehilberandina dînamîkên pevçûnê ye. Ziman di pêvajoya aştiyê de wekî hêza veguherîner û bibandor, li ser medya, siyaset û perwerdeyê pir girîng e.

Pêvajoyên aştiyê pirî caran piralî û demdirêj in. Di van pêvajoyan de, ziman sê peywirên bingehîn pêk tîne: derbirîn, têgihiştin û lihevkirin. Têgihîştin, pêwendehiyeke hevxemî ye ku bi rêya zimanê aliyê din tê avakirin, ji bo têgihiştina wan hewldanekê pêk tîne. Ev hewldan, nemaze di navbera aliyên dijber de, ji bo têgihiştina hev, bingehên psîkolojîk ên aştiyê datîne. Lihevkirin: Pêşxistina zimanekî hevpar di pêvajoyên danûstandinan de, nîqaşkirina pêşniyarên çareseriyê û destnîşankirina xalên lihevkirinê bi rêya ziman mimkun e.

Taybetmendiyên zimanê aştiyê ji zimanê pevçûnê cuda ne. Zimanê pevçûnê tawanbar dike, dibe sedema tundûtûjiyê û cudakariyê ava dike. Ji aliyê din ve, zimanê aştiyê lihevhatî, têdegir, avaker û sererastker e. Taybetmendiyên jêrîn di zimanê aştiyê de berbiçav in.

Hevxemî: Nêzîkatiyeke wisa ye ku hest û ezmûnên aliyê din fam dike.  Rêzdarî: Helwesteke wisa ye ku cudahiyan kêm nabîne û li nasname û nirxan rêzê digire. Têdegirtin: Helwesteke wisa ye ku deng dide hemû aliyan û wan li hev vedihewîne. Vegerandin: Zimanek ku hewil dide birînên rabirdûyê derman bike, ne ku wan ji nû ve veke. Zimanê ku van taybetmendiyan dihewîne, beşdarî avakirina baweriyê di navbera aliyan de dibe û rewatiya pêvajoyê zêde dike.

Mînakên Dîrokî: Ji bo têgihiştina rola ziman di pêvajoyên aştiyê de, çend mînakên dîrokî yên şênber hene.

Afrîkaya Başûr – Pêvajoya Lihevhatinê ya Piştî-Apartheidê: Zimanê ku ji hêla rêberên wekî Nelson Mandela û Desmond Tutu ve dihat bikaranîn aştîxwaz û berfireh bû. Gotinên Mandela, “em qet li tolhildanê nagerin, lê li lihevhatinê digerin,” di tevgera civakî ya ber bi aştiyê ve bi roleke girîng rabû. Zimanê di Komîsyona Rastî û Lihevhatinê de li ser bingeha naskirina rabirdûyê bû, ne li ser înkarkirina wê bû.

Peymana Îrlandaya Bakur – Belfast (1998): Piştî dehan salan pevçûnên di navbera civakên katolîk û protestanan de, zimanê ku di avakirina aştiyê de tê bikaranîn pir girîng bû. Li metna peymanê, hem zimanekî baldar û hevseng hatibû bikaranîn û hem jî hesasiyetên hemû aliyan li ber çavan  hatibûn girtin.

Kolombiya – Pêvajoya Aştiyê bi FARCê re:  Di seranserê danûstandinên dirêj de, aliyan bi baldarî li ziman dinihêrîn. Bi taybetî ji gotinên tawanbarker ên wekî “dijmin” an “kujer” dûr ketin, da ku alî hevdu wekî “hevpeyvîner” nas bikin.

Ev mînak bi serê xwe nîşan didin ku aştî ne tenê bi îradeya siyasî, lê di heman demê de bi stratejiya ragihandinê ya rast jî mimkun e.  Medyaya civakî  û gotûbêjên siyasî li ser pêvajoya aştiyê bandorê dikin.  Medya û siyaset jî di belavkirina zimanê aştiyê de du hêmanên girîng û bibandor in. Ji ber ku qada medyayê jî xwedî hêz e ku nêrînên giştî yên civakê dişêwîne, gelo zimanê ku ew bi kar tîne sûdê dide aştê yan na? Ev jî pirseke pir  girîng e. Di demên pevçûnan de, heke medya zimanekî alîgir bi kar bîne, dê baweriya gel a bi pêvajoya aştiyê kêm bibe. Nêzîkatiyeke navendî, razber û mirovî ya  ji bo aştiyê çiqas baş were bikaranîn, dê hêviya gel a bi aştiyê jî ewqas xurtir bibe.

Ji bo ku aştî domdar be, divê ziman ne tenê li ser maseya danûstandinê, herwiha di nav pergala perwerdehiyê de jî were guhertin. Zimanê ku di perwerdehiya aştiyê de tê bikaranîn divê perspektîfekê qebûl bike ku ne cudahiyan wekî gefxuriyê, lê wekî dewlemendiyekê bibîne. Lewra serdestiya zimanekî aştiyane  di pirtûkên dersan, di gotûbêjên mamosteyan û di  çanda dibistanan jî rê li ber avakirina civateke aştiyane vedike. Perwerdehî amûra herî bibandor e ji bo hînkirin û navxweyîkirina zimanê ji bo aştiyê. Her ku bîra civakî ji nifşekî ji bo nifşekî din tê veguhastin, zimanê ku tê bikaranîn, berdewamiya pevçûnan an jî aştiyê misoger dike.

Pêvajoya aştiyê ne tenê lihevkirinek siyasî ye, heman gavê pêvajoya jinûveavakirina civakî ye jî. Bingeha vê avakirinê ziman e. Şikl û naveroka zimanê ku tê bikaranîn ji bo avakirina baweriya navbera aliyan bi roleke diyarker radibe ku sererastkirina rabirdûyê û afirandina çandeke aştiyeke mayînde pêk tîne. Divê zimanê aştiyê li ser prensîbên hevxemî rêzgirtin, têkelbûn û sererastkirinê be. Pejirandina gotareke aştiyane di warên medya, siyaset û perwerdehiyê de ne tenê pevçûnên heyî bi dawî dike, herwiha dibe alîkar ku di pêşerojê de pevçûnên bi vî rengî neyên jiyîn.

Di dawiyê de, aştî bi qasî ku meseleyek îrade û hişmendiyê ye, meseleyek îfadekirinê ye jî.  Pêvajoya aştiyê ne tenê pêvajoyeke jinûveavakirina civakê ye, lê di heman demê de pêvajoyeke jinûveavakirina civakê ye jî. Hêza ziman pêvajoya aştiyê gengaz dike. Ji ber vê yekê, avakirina zimanekî aştiyê divê berpirsiyariyeke hevpar a hemû civakê be.

Bi taybetî di demên piştî pevçûnan de, gotarên siyasetmedaran, dezgehên medyayê û rêberên raya giştî jî rasterast bandorê li têkiliyên navbera gelan dike. Her çiqas zimanê cudakirin, tawanbarkirin, an jî polarîzasyonê  xwezaya nazik a pêvajoyê qels dike, gotûbêjên empatîk, berfirehker û aştiyane beşdarî başbûna civakî dibin. Wekî din jî, aştî bi peyvan nikare bê sînordarkirin. Ew bi rêya sembol, metafor û avahiyên vegotinê jî ji bo avakirina aştiyê bi roleke girîng radibe.

Bipêşxistina zimanekî aştiyane,  hewildaneke piralî hewce ye.  Ji ber vê yekê, ji bo (f)aktorên ku beşdarî pêvajoya aştiyê dibin girîng in ku hişmendiya zimanê ku ew bi kar tînin bi pêş ve bibin û bi raya giştî re par ve bikin. Avakirina aştiyê ne tenê di rêkeftinên siyasî de, herwiha di bîra civakî û jiyana rojane de jî damezrandina zimanekî aştiyane pêkan dike.