Ji ber ku pêşdibistana pêşî ya xwezayî malbat e û piştî wê jî pêşdibistana fermî ya honak dest pê dike û pêşveçûna ziman û geşedaniya kesayetiya zarokan di salên destpêkê û perwerdehiya pêşdibistanê de diyar dibe, peywireke giran dikeve ser milên dê-bav û mamosteyên pêşdibistanê.
Domanên perwerdehiyê yên ku li ser ziman û kesayetiya zarokan hukim dikin herdu jî berî dibistana seretayî dest pê dikin. Padagog û perwerdekarên ku li ser fêrbûna zimanê zikmakî lêkolînan dikin, fêrbûna zimanê zikmakî rasterê bi awa û bilêvkirina axaftina dê-bav û peyvên ku nû bi kar tînin ve girê didin
Hin pedagog jî di wê baweriyê de ne ku hest û hizirên zarokan, bi liv û tevgerên motorî pêş dikevin û ev hest û hizirên pêşveçûyî xwe di zimanê wan de didin der. Li gor van pedagogan; di pêşketina ziman de faktora herî girîng pêşketina ramanê ye. Yên ku bandora hawirdorê di pêşveçûna ziman de girîng dibînin û dibêjin; “zarok bi şert û mercên karîger fêrî ziman dibin” jî hene. Ew bêtir rola girîng a bihêzker û fêrbûna zimanê zikmakî didin kirpandin Angaşta wan ew e ku hemû zarok peyvên ku dê-bavên wan bi kar tînîn texlîd dikin. Ji bilî wê, yên ku vê nihêrînê diparêzin jî diyar dikin ku hêz û erka modelkirin an jî texlîdkirina peyvan hem di bidestxistina zimên de hem jî di famkirinê de roleke girîng dilîze. Li gor vê yekê, gava ku mezin bi zarokan re diaxivin divê peyvan rast bi lêv bikin. Herwiha divê hem rastiya peyvê bi zarokan bidin bilêvkirin û hem jî wateya peyvê bi wan bidin hisandin. Li gor vê nêzîkatiyê, pêşketina zimanê zarokan zêdetir girêdayî malbatê û derdorê ye. Helwesta endamên malbatê û mezinên din û bûyerên di têkiliyên hestyarî û civakî yên têkildarî zarokan jî ji pêşketina ziman re dibin alîkar. Dê-bav û endamên din ên malbatê, dema ku bi zarokan re diaxivin bandorê li ser axaftina wan a ku ji bo texlîdkirinê amade ye dikin. Lewre meyla zarokan bêtir li ser deng e; dengên ku dibihîsin bi lêv dikin. Hînbûna axaftinê rasterast girêdayî bihîstinê ye. Hemû zarok bi saya bihîstinê axaftinê hîn dibin. Zarokên guhên wan giran/kerr, nikarin axaftinê hîn bibin.
Ji bo fêrbûna zimanekî tekûz, pêdivî bi lêvkirina peyvan û awirên dayikê û bikaranîna hevokê heye. Zarok pêşî hemû peyv û gotinan ji dayika xwe fêr dibin. Dayik bi çi awayî bi zarokan re biaxive, zarok wê hîn dibin. Gelek dayik, gava ku bi zarokên xwe şa dibin an bi wan re diaxivin, zimanê zarokane bi kar tînin. Axaftina şaş a dayikê û bikaranîna zimanê zarokane wekî rastiyeke westar di binhişîna zarokan de bi cih dibe. Zarok wê peyvê (devok û bilêvkirinê) bi wî awayî hîn dibe, bi wî awayî dubare dike û bi wî awaye bi kar tîne.
Axaftina mezinan a zarokane li pêşiya fêrbûn û bilêvkirina zimanê rast û durist astengî û pirsigêrêkên mezin derdixe holê. Pêkhateya biyolojîk a mejiyê zarokan, hem ji bo fêrbûna zimên hem ji bo pêşketina pergala ramanê û hem jî ji bo çanda ku zarok tê de dijîn pir girîng e. Lewre pêşveçûna ziman, heman gavê bandorek pir girîng li ser pêşveçûna bîrbirî, hestyarî û civakîbûna zarokan dike. Bi qasî ku ziman di civakbûnê de xwediyê cihekî girîng e, di warên pêşketina zaneyî yên wekî pêşxistina têgîn, fikirîn, danîna têkiliyan û çareseriya pirsgirêkan de jî ew qasî bi bandor e. Pêşketin û geşedaniya ziman, xwe di hemû qadên jiyanê yên din de jî dide hisandin û bandoreke erênî li ser têkiliyên zarokan dike. Îro, pisporên ku li ser wergirtin û pêşvebirina ziman serê xwe diêşînin, qebûl dikin ku pêşveçûna zimanê zarokan a ku di navbera salên pêşdibistanê û deh saliya wan de temam dibe dem û domaneke krîtîk e.
Herwiha ziman di hîndekarî, perwerdehî û fêrbûna zarokan de jî faktoreke pir girîng e. Ji ber wê, pêwîst e ku di salên pêşdibistanê de ev girîngî bi pêşketina ziman a zarokan re bê dayîn û pêşnûma û bernameyên hînkirin û hînbûnê yên ku axaftin û famkirina zarokan hêsan dikin, bên amadekirin. Çawaniya serpêhatî, çîrok û çîrvanokên ku ji zarokan re tên vegotin jî bandoreke mezin li ser vegotin û bilêvkirina wan dike. Dahûranên derbarê guherîn, veguherîn û geşedaniyên ku xwe di tevgerên zarokan de didin der, diyar dikin ku jîngeh û ezmûnên ku ji bo pêşketina zarokan pêk tên li ser pêşketina pêşeroja wan jî bandorê dike. Serkeftina zarokan a heta 18 saliya wan; % 33 di pêşdibistanê de, % 42 di dibistana seretayî û %25 di dibistana navîn û amadeyî de tê bidestxistin.
Ev rewş nîşan dide ku destketiyên mezin ên xwendekarên ku di domana perwerdehiya navîn de pêk tên, ji aliyê mamosteyên pêşdibistanê û dibistana seretayî ve tên bidestxistin. Jixwe bingeha bikaranîna zimanê zikmakî ku bingeha fêrbûna dibistanê pêk tîne jî, bi giranî di navbera 2 salî û 10 saliya zarokan de tê bidestxistin. Fêrbûna bilêvkirin û bikaranîna peyvan, vegotin û bikaranina zimanê zikmakî ya pêşdibistanê, hem xweewlehiyê dide zarokan û hem jî derbirîn û vegotina wan hêsantir dike. Zimanê ku di malbatê de tê fêrkirin, divê di pêşdibistanê de jî were bikaranîn da ku zarok nekeve nava nakokiyan.
Qedexekirin, astengkirin û sînordarkirina zimanê zikmakî ya di pêşdibistan û dibistana seretayî de pêk tê, fikir û ramana zarokan dixesîne û hestên wan ditepisîne. Vegotin û derbirîna ku têra vegotina zarokan nakin û hevokên ku rast nayên bikaranîn, hem serketina zarokan a dibistanê kêm dike û hem jî pêwendiyên wan ên civakî bi awayekî xwezayî qels dike. Ji bo wê; divê tevkariya bikaranîna ziman û pêşketina fêrbûna dibistanê ya pêşeroja zarokan neyê paşguhkirin. Pêşxistina şiyana zarokên ku xwe baş îfade dikin û bi kesên din re têkiliyên erênî û bibandor datînin, rasterast girêdayî hînbûn û bikaranîna zimanê wan ê zikmakî ye. Pêşveçûna ziman a ku bi hemû qadên pêşketinê re têkildar e, divê di dem û domana pêşdibistanê de were kontrolkirin û çalakiyên ku pêşveçûna zimanê zarokan xurt dikin jî li gor wê bêne organîzekirin. Divê ev çalakiyên ku ji bo dewlemendkirina ferhenga zarokan û gencîneya peyvên wan tên lidarxistin; bi axaftina li ser wêneyan, lîstikên tiliyan, qafiye, dramatîzekirin, guhdarîkirina qeydan, xwendina pirtûkan û xebatên ji bo pêşxistina şiyana zarokan bi hevokên watedar bên xurtkirin. Ji ber ku pêşvebirina zimanê zikmakî ya di salên pêşdibistanê de pir girîng e, divê di navbera malbata zarokan û mamosteyên wan ên pêşdibistanê de têkiliyeke xurt hebe. Dema ku zimanê malbatê yê rojane û zimanê pêşdibistanê hevdû negirin, digel mejiyê zarokan, hest û hizirên wan jî tevlîhev dibin û rûxanên mezin ên ku bi salan nacebirin di dil û mejiyê wan de pêk tên. Ev rûxanên ku ewêziya wan bi salan venagere, bandoreke pir neyînî li ser kesayetiya zarokan dike û wan di têkiliyên civakî û jiyana rojane de ditengijîne. Heke di dema pêşdibistanê de ji bo zarokan derfetên bikaranîn û pêşveçûna zimanê zikmakî neyên peydakirin, dê di hemû domanên perwerdehiyê de jî derfetên baş neyên dîtin.