Zextên li dijî şaredariyên CHPî berdewam in. Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê de ji bo 20 kesan biryara binçavkirinê hat dayin û ji wan 17 jê hatin binçavkirin. Li hêla din, di çarçoveya operasyonê de li ‘Kanal V’yê jî qeyûm hat tayînkirin.
Hat zanîn ku di nav kesên der heqê wan de biryara binçavkirinê hatiye dayin de karsaz û burokratên şaredariyê jî hene.