19 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di Newrozê de bang li desthilatê kirin: Gav bavêje

Li gelek navendan coşa Newrozê didome. Siyasetmedaran banga "Ji bo banga dîrikî gavan bavêje" li desthilatê kir.

Pîrozbahiyên Newrozê li gelek bajaran dewam dikin.Îro li Giyadîn a Agirî, Kop a Mûşê, Şemzînana Colemêrgê, Bismila Amedê, Serêkanî û Bêrecûka Rihayê Argirê Newrêzê hatin pêxistin. Di pîrozbahiya bi dirûşmeyên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” wêneyên rengîn derketin holê. Di pîrozbahiyan de ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama “gavan bavêje” hat dayîn.

Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Bismilê ya Amedê bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” pêk hat. Ji bo pîrozbahiya li kêleka Otogara Bismil, gelê navçeyê di saetên serê sibê de bi cil û bergên xwe yên neteweyî dest bi herikîna qadê kir. Li qada Newrozê ku ji 7 heta 70’ê salî her kes lê kom bûn, dirûşmeyên “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.  Bi sedan kesên ku li qadê kom bûn Newroza xwe bi govendê pîroz kirin.

Komîteya Amadekar derket ser dikê û Newroza gel pîroz kir. Hevseroka DEM Partiyê ya bajêr Gulşen Ozer jî bal kişand ser coşa 8’ê Adarê û pîrozbahiya Newrozê.  Parlamenterê Amedê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren jî Newroza gel pîroz kir û bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga xwedî li derketinê kir.  Di pîrozbahiyê de Koma Dilzar û Hunermend Azad Bedran derketin ser dikê. Welatî bi gerandina govendê Newroza 2025’an bi coşek mezin pîroz kirin.

Li Bêrecûka Rihayê pîrozbahî

Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” şahiya Newrozê hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê  (DEM Partî) a Rihayê Dîlan Kunt Ayan, Hevşaredara Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya Manas, Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya ku li Qada Demokrasiyê hat lidarxistin bûn. Gelek kes serê sibê hatin qada Newrozê û dest bi pîrozbahiyê kirin. Dema ku Li gel jin bi kincên xwe yên neteweyî û rengîn ketin qada Newrozê, girseya ciwanan derket pêş. Zarokên ku bi rengên sor, zer û kesk rûyê xwe boyax kirin beşdarî Newrozê bûn. Di tevahiya pîrozbahiyê de bê navber dirûşmên “Bijî Serok APO, “Jin jîyan azadî” hatin berzkirin.

Di pîrozbahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, hevserokên navçeyê yên DEM Partiyê, Hevşaredara Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya Manas, Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglû û Hevserokê DBP’ê yê Rihayê Mahmut Manas, girse silav kirin û banga piştevaniyê ji bo Abdullah Ocalan li gelê Kurd kirin.

Parlamentera DEM Partiyê  ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan diyar kir ku gelê Kurd û dostên wan di pêvajoyeke girîng re derbas dibin û got, “Gelê Kurd gelek bedel dan û bû serketî. Gelê Kurd îro bi dostên xwe re dîrokê dinivîsîne. Silav ji kesên ku dîrok nivîsandine re. Niha dema berfirehkirina siyaseta demokratîk e. Eger em îro Newrozê pîroz dikin ev bi saya kesên ku bedena xwe kirin agirê Newrozê ye. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi banga di 27’ê Sibatê de agirê yekem ê Newroza vê salê pêxist.”

 Li Serêkaniyê agir geş kirin

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk/ Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” Newroz hat pîrozkirin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê Ferît Şenyaşar û Elîh Zeynep Oduncu, Hevşaredarên Serêkaniyê Dîlan Ablay Saldanli û Ugur Kahraman, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê beşdarî pîrozbahiya li Parka Fîdanê ya li navenda navçeya hat lidarxistin bûn.

Derdora park bi alên partiyê yên kesk, sor û zer hatibû xemilandin, jin û ciwanan bi cil û bergên xwe yên neteweyî qad tijî kirin. Bi sedan kes li ber stranên kurdî govend gerandin û bê navber dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Pîrozbahî bi silavkirina gel a DBP û DEM Partiyê û Hevserokê Bajêr a DEM Partiyê Bekîr Karakeçîlî dest pê kir.

Pankarta “Tu kulîlka biharê yî” ya li ser wêneyê Kemal Korkut ê li Amedê hat qetilkirin, li ser dikê hatin daliqandin. Meclisa Ciwanên Serêkaniyê ya DEM Partiyê pankartên “Azadiya fizîkî ya Rêbertiyê, azadiya Rojhilata Navîn e”, “Roj ê li Îmraliyê Rojhilata Navîn ronî dike” û “Em ji bo Civaka Demokratîk amade ne, me ciwan dest pê kir, em ê ciwan bi ser kevin” vekirin.

Parlamenter Ferît Şenyaşar, xitabî gel kir û bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Newroza 2025’an dê bibe Newroza Aştî û Civaka Demokratîk.”  Parlamenter Zeynep Oduncu jî, daxuyand ku Gelê Kud xwedî li bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket û dê heta pêkanîna aştiyê berxwedana xwe bidomînin, dê aştiyê bînin.

Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û govend hat gerandin. Dû re jî pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû.

Wêneyên rengîn derket holê

Girse li kolana Înonû ya navçeya Giyadînê li hev civiya û heta qada Newrozê ya ku Sûka Saman a kevn lê ye meşiya. Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sakik, Oznur Bartin û Heval Bozdag, şaredar û bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Dayikên Aştiyê bi şapikên xwe yên zer, sor û kesk li pêşiya meşê bûn.  Bi def û zirneyan heta qada Newrozê meşiya.

Endama DEM Partiyê Oznûr Bartîn piştî deqîqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane axivî û got: “Dîroka Newrozê bi qasî dîroka mirovahiyê nirxek e. Dîroka 4 hezar salan e. Newroz ji bo me berxwedan, aştî û çalakiya demokratîk e.”

Oznûr Bartînê da xuyakirin ku Kurd li dijî her cure zilmê paşve gav neavêtine û got: “Di 27’ê Sibatê de bangeke dîrokî hat kirin. Di vê bangê de tu kes cuda nehat dîtin. Ev bang ji bo jiyana hevbeş û azadiya gelan hat kirin. Em hemû berpirsiyar in. Ev berpirsyariya dîrokî erkê dide ser milê me jî.”

Piştre agirê Newrozê hat pêxistin. Girse li dora agirê Newrozê li hev civiya. Pîrozbahî bi derketina ser dikê ya hunermendên herêmî bi dawî bû.

Li Kopê agirê Newrozê geş kirin

Navnîşana pîrozbahiyên li navçeya Kopê qada termînalê bû. Qad bi alên DEM Partiyê hat xemilandin. Gelê Kopê di danê sibehê de herikî qada Newrozê. Giraniya girseyê ciwan û jin bûn. Demeke dirêj li gel stranên kurdî govend hat gerandin. Di pîrozbahiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Jin, jiyan, azadî” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin berzkirin.

Di pîrozbahiyê de parlementer Sumeyye Boz û Kamuran Tanhan jî di nav de gelek nûnerên hilbijartî amade bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin. Sumeyye Bozê got: “Em ê di 21’ê Adarê de teqez bigihêjin aştî û azadiyê. Em li ser şopa kesên ku ji bo Newrozê bedena xwe dan ber agir in.”

Kamûran Tanhan jî got ku sala 2025’an wê bibe sala azadiya gelê kurd. Tanhan got: “Di 27’ê Sibatê de li Îmraliyê peyama azadî û aştiyê ji hemû gelan re hat dayîn. Pêwîst e em xwedî li vê peyamê derkevin û li her qadê zindî bihêlin. Dem dema azadî, aştî û yekîtiyê ye.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê hat vêxistin. Pîrozbahî bi govendgerandinê bi dawî bû.