13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di navbera Îran û Azerbeycanê de aloziya dîplomasî

Piştî êrîşa li ser balyozxaneya Baku ya li Tehranê ku di encamê de serokê saziya îstîxbarata ewlehiyê ya balyozxaneyê Orxan Escaorûf hat kuştin aloziya dîplomasî ya di navbera Azerbaycan û Îranê de zêdetir bû.

Ji dema êrîşê ve Azerbaycanê zimanê xwe li hemberî Îranê dijwartir kir û berpirsyariya êrîşê girt ser wê. Her wiha Azerbaycanê balyozxaneya xwe ya li Tehranê girt û dîplomatên xwe vegerandin, heman demê bang li welatiyên xwe kir ku neçin Îranê. Piştî wê Wezareta Karên Derve ya Azerbaycanê roja Çarşemê bi daxuyaniyekê giliyê Îranê ligel rêxistinên navneteweyî kir.

Îran ragihandibû ku êrîşa li ser balyozxaneya Azerbaycanê ya li Tehranê ferdî ye. Serokê parlamentoyê Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf hişyarî da û anî ziman, biryarên ku Bakuyê girtine hestiyarî ne û dibe ku bandorên wê heta demeke dirêj dewam bikin.

ʹNakokî ji êrîşê mezintir inʹ

Lêkolînerê kar û barên Îranê yê ji Misirê Mihemed Şeit diyar kir ku nakokiyên di navbera herdu aliyan de kûr in û da zanîn ku dosyayên bi nakok hene, bi taybetî yên der barê Azerbaycanê de Îran dixe nava fikaran.

Mihemed Şeit ji ajansa me re axivî û got: “Dosyaya herî girîng neteweya azerî ye. Neteweya azerî li Îranê belav bûye û fikarên Tehranê hene ku meyla cudexwaziyê ya neteweyên ne Faris zêde bibe.”

Şeit anî ziman ku Îran dibêje ku hikumeta Azerbaycanê meyla cudexwaziyê xurt dike û wiha axaftina xwe domand: “Mijara din têkiliyên di navbera Azerbaycan û Îsraîlê de ye. Til Evîvê ji bo Azeriyan jêdera çekan e. Ji ber vê yekê Îran ditirse ku Azerbaycan mîsoya sîxurtiyê ji Îsraîlê re hêsan bike an ku kirinên xirab bi rêya sînorê hevbeş ê di navbera Azerbaycan û Îranê de çêbikin.ʹʹ

Li gorî Şeit, dibe ku êrîş encamên nîjadperestiya Farisiyan a li hemberî neteweya azerî ye ku çapemeniya Îranê hemleya êrîşan li dijî Azerbaycanê dimeşîne.  Mihemed Şeit got: “Eger Îran bi lez pirsgirêkê çareser neke dibe ku rewş aloztir bibe. Ji ber ku rageşî wê ne li gorî berjewendiyên wê be. Dibe ku rageşî metirsiyên Îran bike rewşeke rastî û di pêşerojê de Azerbaycan bibe astengiya herî mezin a li pêşiya projeyên Îranê.”

Aloziya mezheb û ol nas nake

Girêdayî helwesta Îranê ya ji şerê li Artsaxê û piştevaniya wê ya bi Ermenistanê re li dijî Azerbaycanê, Şeit destnîşan kir ku sedema piştevaniya Îranê ya ji Ermenistanê re nakokî û tirsên Îranê yên ji mijara cudaxwaziyê yên Azeriyan e.

Mihemed Şeit bi domdarî got: ” Îran hewl dide zextê li Azerbaycanê bike, her wiha nêzîkbûna Azerbaycanê ya ji Îsraîlê ve jî li xweşiya Îranê naçe û dihêle ku ew dijberiya Azerbaycanê bike. Mijara şîekirinê jî ji bo siyaseta Îranê ne ewqasî mijareke girîng e. Ev yek jî li Azerbaycanê nîn e. Îran hewl dide li wir şaxên Şîeyê ava bike. Her wiha Azerbaycan ji Îranê bêhtir nêzîkî Tirkiyê ye.”

Têkiliyên Tirkiye û Azerbeycanê

Lêkolerê kar û barên azerî yê ji misrê Ebû Bekir Ebû El Mecid destnîşan kir ku bûyera li balyozxaneya Azerbaycanê encama hêrsa bi dehan sal bû û got: “Ev hêrs ji ber piştevaniya ji Ermenistanê re ye. Îranê hertim dixwest ku Ermenistan li hember Azerbaycanê xwedî hêz be û bê beramber çek dan wê, ji ber ku kontrolkirina herêma Artsaxê ji aliyê Ermenistanê ve derfet ji Îranê re peyda dikirin da ku hegemoniya xwe berfireh bike.”

Ebû El Mecid da zanîn ku yek ji nakokiyên herî girîng ên di navbera Tehran û Baku de ew e ku Azerbaycan hevkara herî xurt a Tirkiyê ye û got: “Tirkiye jî xwedî projeyeke berfireh li Asya û Rojhilata Navîn e. Projeya Tikiyeyê li dijî projeya Îranê ye. Piştevaniya Tirkiye ji Azerbaycanê re astengiyek li pêşiya projeya Îranê ye.”

Ebû El Mecid destnîşan kir ku piştî kontrolkirina deverên Ermenistanê ji aliyê Azerbaycanê ve, êdî di navbera wê û Îranê de sînorek hevbeş çêbû û got: “Îran, Azerbaycanê bi tevkariya li gel Îsraîlê tawanbar dike û desteka leşkerî ji Îsraîlê digire. Ji wê zêdetir Îran difikire ku pispor û hêzên Îsraîlê sînorê azerî diparêze. Îran behsa binpêkirina sînorê wê ji aliyê leşkerên Îsraîlê yên li hundirê xaka azerî ve kir.”

Tirkên îranî

Ebû El Mecid diyar kir ku Îran aliyê herî lawaz ê van nakokiyan ye û got: “Zêdetirî 30 mîlyon azerî li Îranê hene. Azerî neteweya herî mezin a ne farisî li Îranê ye. Hikumeta Îran van Azeriyan bi tirkên îranî bi nav dike. Her wiha Îran dibîne ku eger alozî dest pê bike û bi awayekî mezin pêş bikeve dibe ku ev azerî roleke mezin li dijî wê bilîzin.”

Ebû El Mecid îşaret pê kir ku têkiliyên Îran û Azerbaycanê wek berê namînin, lê belê dê aloziya di navbera heru dewletan de kûrtir bibe û got: “Dibe ku Îran di demeke nêzîk de qada hewayî û sînoran li ber balafir û barhilgirên Azeriyan bigire. Li hember vê jî gengaz e ku Azerbaycanê jî heman bersivê bide û ziyaneke mezintir bighîne Îranê ku bi xwe di nava aloziyeke aborî de tengav bûye.”

Di dawiya axaftina xwe de Ebû Bekir Ebû El Mecid got: “Ne ji berjewendiyên herdu aliyan e ku kirîz bidome, divê nakokiyên siyasî û têkiliyên aborî ji hev werin qutkirin.”