12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di nava 2 rojan li heman cihî 2 qezayên trafîkê

Li ser kolana Ahmed Kaya ya Bagcilara Amedê îro dîsa motosikleteke din qeza kir. Beriya 2 rojan dîsa li heman deverê li hemberî camiya Demet evleriyê Motosikletekê qeza kiribû û ajokarê motosikletê bi ambulansê rakiribûn nexweşxaneyê.

Beriya mehekê ji bo nûkirina xetên înternetê ew kolan ji alî PTT’ê  ve hatibû kolan ji bo ku kabloyan nû bikin. Lê piştî ku PTT’ê karê xwe qedandiye ew deverên ku kolane vekirî hiştine. Ji ber ku goncala kolayî tenge ew bandorê li wesayitên mezin nake lê ji bo motosiklet û biskilêtan bûye wekî xefkekê û dibe sedema qezayan.

Divê demildest ew deverên kolayî werin girtin da ku pêşî li qezayan bê girtin. Ajokarê motosikletê nerazîbûna xwe ji vê rewşê anî ziman û wiha got: “Nêzî mehekê ye ku em dibînin ev devera kolayî vekirî hatiye hiştin, di kêlîkekê ku haya min ji min nebû tekerê motosikleta min ket wê kortalê û min xwe li erdê dît. Ma wiha dibe, ma çima vê devera ku kolane dîsa nagirin”