8 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di nav saleke de 336 pirtûkên kurdî hat çapkirin

Li gor daneyên ku ji weşanxaneyan hatine komkirin di sala 2024an de li bakurê Kurdistanê 336 pirtûkên kurdî hatine çapkirin.

Edîtorê Diyarname.comê Cemîl Oguz lîsteya pirtûkên kurdî ya sala 2024an berhev kiriye û hemû pirtûkên li bakurê Kurdistanê dan hev. Diyarnameyê lîsteyê bi navê “Pirtûkên Bi Kurdî yên 2024an” amade kir.

Di sala 2022yan de 351 pirtûk, di sala 2023yan de 349 pirtûk hatine çapkirin. Di sala 2024an de jî 336 pirtûkên kurdî ji weşanxaneyên kurdî derçûne.

Weşanxaneya yekemîn Peywend e

Di sala 2023yan de 35 weşanxaneyan di lîsteyê de cih girtibûn. Diyarnameyê îsal xwe gihandiye 33 weşanxaneyan. Bi gotineke din 33 weşanxaneyan pirtûkên bi kurdî derxistine. Ji weşanxaneyan herî zede Peywendê pirtûk çap kirine. Peywend bi 50 pirtûkî ketiye nava lîsteyê. Dûre J&J bi 43 pirtûkan tê û Nûbiharê jî bi 34 pirtûkan di rêza sêyemîn de cih digire. Hejmara pirtûkên van her sê weşanxaneyan 127 heb in ku wisa dixuye sedî dor 35ê hemû lîsteyê aîdê van her sêyan e.

Di nav cureya pirtûkan de îsal romanê ji par cudatir yekemînî ji destê helbestê girtiye. Bi temamî wekî 72 roman hatine çapkirin. Îsal 68 pirtûkên helbestan û 39 pirtûkên çîrokan hatine weşandin. Ev her sê cure dikin 178 pirtûk ku bi vî awayî ji sedî 50 zêdetirê lîsteyê ji van her sê cureyan pêk tê. Bi ser 20î re pirtûkên li ser dîrokê îsal derketine. Pirtûkên li ser folklorê, li ser ziman cureyên din in ku hatine weşandin. Gere em vê jî bêjin, Peywendê îsal lîsteyeke dirêj wekî “Klasîkên Kurdî” amade kiriye.

Ziya Avci nivîskar, lêkolîner, wergêrekî kurd e û bi salan e kedê dide. Îsal ev keda wî gelek xuya bûye. Tam bi temamî îsal 24 pirtûk bi cureyên cuda li ser navê wî hatine weşandin; ha wekî amadekar, ha wekî wergêr. Piranî pirtûkên ku navê Avci li ser e ji Nûbihar û Peywendê derketine. Xebata Prof. Dr. Marûf Xeznedar bi wergera Ziya Avci ji Nûbiharê derket.

Lêkolîner Hîlmî Akyol ev der dorê 40 salan e xebatên berhevkariyê dike. Û ev li dor 10 salan e wan parçe bi parçe, cure bi cure amede û belav dike. Îsal 17 pirtûkên wî bi vî awayî di nav lîsteya me de cih girtine ku bi vê bûye duyemîn. Bi vî awayî tene 41 pirtûk ji deste du kesan derketine ku ev yek dor sedî 12yê temamê lîsteyê dike.