Dar yek ji pîrozweriyên di baweriyên kurdî de ye. Lê berî em werin ser vê mijarê, divê em vegerin paşxana wê, rîşe û koka wê. Ji Zagros û Torosê ta berjêra wê ango Mezopotamyaya mezin, kevintirîn zagona xwezayî, mirovî û bawerî ji dayik dibe ku ew jî bîrûbaweriya Mêhrî ye. Mêhrî, Mêhra yan jî Mîtra ku siruşta wê ji ronahî û sembola tavê tê, li ser bingeha her çar axşîg û elementên “As(asiman-hewa), Ar(agir), Ax(xak), Av(şilî)” ava û çêwar bûye. Ew çar tuxmên bingehîn jî tenê di tiştekî de şênber û şênberza ye ku ew jî ‘dar’e. Dar ji axê aj dibe, bi avê mezin dibe, hewa dide-distîne û disoje. Ji songeha vê rol û pîrozweriyên ku di wê de heye. Dar di bawerî û çanda kurdî de pîroz tê dîtin û xwedî qiymeteke taybet e.
Vejîn di çand û baweriya kurdan de koka fikr û hişmendiya xwe di baweriya ‘Donadon’ê de şênber dike. Ew jî ew e ku giyan nemir e û dema mirov can dide û bin ax dibe tenê laş dimire, giyan namir e. Giyan jidayikbûneke nû û di laşekî nû de vedije. Weke ku ‘dar’ di binaxkirineke nû de ji nû ve vedije.
Helbet Bûda jî li ser heman baweriya mîtrayî diçe û baweriya ‘Donadon’ ê di dîn û baweriya xwe de dîsan şênber dike. Di cejn û Şeva Yeldayê de çandina darê yek ji qurbanî û îbadeta wê şevê ye ku dara berû, hinar û kajê darên herî sereke ne û xwedî pîrozî û taybetmendiyên xwe ne ku divê her bên çandin. Di felsefeya çînî de ‘dar’ jî weke hêmana pêncemîn tê dîtin lê di felsefeya kurd-mîtrayî de ‘dar’ ne hêman e, şênberzaya her çar hêmanan e.
Her wiha pîrozwerî û taybetiyeke din a mîtrayî û Cejna Yeldayê ‘gula nîlûper’ê ye. Li gor çandnasî û mîtolojiyê, Mîtra di Şeva Yeldayê de ji gula nîlûperê hatiye der. Gula nîlûperê hevtovê tav û avê ye û sembola vejîn, aştî, hevjiyan û Ahûra Mazda ye û di nava kurdan de weke ‘gula mêhrevanî û dilovaniyê’ tê dîtin. Mîna darê hêmaya vejînê ye û ziyandayineke wê guneheke mezin e. Niha jî di çand û hişmendiya me kurdan de, bi taybetî li herêmên Kurdistanê yên weke Hewreman, Barzan û Şaho ku li herêma Zagrosê ye dar pîrozdarî û qedirdariyeke mezin dibînin.
Li hersê herêman bêyî ku tu sedemên zagonî, aborî û berjewendiyê hebin, çandina daran wek çanda hezaran salan e û nebirîna wê çandeke xwezayî û hişmendî ye. Di dînê êzîdî de jî sê roj mirov dikare biçe çol û çiyayan û daran bîne, ew jî bi mercên cureyên darên li jêr:
1- Çiqên dara şikiyayî
2- Dara ku birûskê lê dabe
3- Dara hişkbûyî.
Ji bilî van sê cureyan, birîna her darên din tawan e û guneh e. Her wiha şikandina hinarê di nav yarsanî û bi taybetî di cemxaneyan de yek ji dabên wan in. Di warê mîtolojîyê de yek ji çîrokên herî diyar di nava yarsanan de ku nêzî heman çîroka ‘Îsa Mesîh û Meryem Pakîze’ ye, çîroka ‘Baba Yadgar û Sara Pakîze’ ye. Hinar di heman demê de sembola dayikzadeyî û zayinê ye, hêma û sembola gerdûn û rehma jinan e. Nîşaneya şîfa û vejîn, pît û bereketê ye. Her wiha di bawerî û çandên gelên din de jî bi taybetî derdorên Zagros, Toros û Mezopotamya mezin ango Kurdistanê dar roleke mezin dibîne, di dajdariya asûrî de dar sembol bûye, di sembol û alayên gelek welatên weke Kanada û Lubnan hwd.. Di dîrokê de jî dara pîroz ‘The Sacred Tree’ê yek ji rola darê ye xwedî roleke mezin e.
Hemîşe pîrozweriyên di nava civakekê de dibe çanda û akarên civakê jî, ji songeha vê rol û pîrozweriyê ku me amaje da, di warê çandiyê de dar bû wate û sembola ‘vejîn’ê jî ku bawerî û mêntalîta kurdî jî li ser heman rêçê ye ku ew jî ‘vejîn’e. Di cejn û Şeva Yeldayê de çend û hêmanên bingehîn hene. Weke vejîn, darên hinar, berû û kajê, gula nilûperê. “Helbet xencî van dar û heşînan, dar û gulên nergiz, beybûn, şilêr, gulale, mêxek, gûz, kezvan hwd.. jî wek sembol û şanhengên kurdî tên dîtin”. Di cejn û boneyan de dar di çanda kurdî de roleke sereke dibîne. Wek mînak di cejna Newrozê de gula nergizê wek sembola wê cejnê tê dîtin. Di cejna Yeldayê de çandina darên berû û kajê weke qurbanîkirina Mîtrayê tê dîtin. Di bone, diyarî(hediye) û şevbêrkan de mêweya hinarê weke pîroz û qedir tê dîtin. Dara berûyê weke sembola herman, mayinde û vejînê tê dîtin.
Gula şilêr weke gula çiya û xwe mezin nedîtinê tê dîtin. Gula gullaleyê weke seretaya biharê û vejînê tê dîtin. Gula nîlûper(nîlûfer) weke sembola wekhevî û aştiyê tê dîtin, di heman demê de weke gula xwedavendê jî tê dîtin û di mîtolojiya kurdî de dibêje ku Mîtra di şeva Yeldayê de ji gula Nîlûperê derketiye û vejîn bûye. Beybûn yan jî hacîle weke gula şîfayê tê dîtin.
Dara û bera mêxekê ku bi taybet di ‘Sêva Mêxekrêj’ê de diyar e, sembola evînî û yaranî ye ango bi hev re bûnê. Dara gûzê weke dara çiyan û bi taybet Hewramanê tê nasîn. Dar û bera kizvanê weke xemlê tê dîtin yd.. Her wiha di warê nav lêkirinê jî dar û gulên Kurdistanê ji aliyê mirovên kurd ve weke nav li zarokên xwe dikin bo mînak: Hinar, hermî, sêv, tirî, mêxek, behî, niyan, lale, gullale, helale, beybûn, nergiz, şîlan, şilêr, şevnim, hêro, gela, xezel, yasemîn, çîçek hwd..
Ger em berê xwe bidin ziman jî, dibînin dîsa lêkerên zimanî jî li ser şikl û şemala darê ava bûne; weke ‘reh û qed’ û tîpa dawiyê ya lêkerê ‘n’yê. Dîsa dara zîndî mê ye û dema hişk dibe zayenda wê tê guhertin û dibe nêr. Ev kod û kokên heyî me dibin ber bi kûrahiyeke kûrtir û hûrtir û berpirsiyariyeke zêdetir li ser me ferz dike. Di zimanê sumerî û ta digihîje zimanê kurdî ya îro navê ‘dar’ê hema hema weke xwe maye.
Di kurdî de ‘dar’ tê wateya ‘hebûn’ê jî helbet di zimanê pehlewanî-sasanî de ku weke belge berdestên me mane ‘dar’ tê wateya “hebûn”ê û di zimanên ku ji Pehlewanî hatine dîsa ‘dar’ tê wateya ‘hebûn’ê. Di zimanê kurdî de ew peyv û wate bêtir weke paşgira kirdeyî maye. Weke mînak ‘dildar(xwediyê dil û evînê), peredar(xwediyê pereyê), mafdar(xwediyê mafê ango mafê wî heye)’ hwd… Dar weke heşîn ku sembol û şênbera her çar elementên hebûnê “as,ar,ax,av”ê ye navê wê jî her ‘dar’e û weke hebûna kirdeyî di rola paşgiriyê de jî kara ye.
Têbînî: Di zimanê kurdî û farsî de jî xencî peyva ‘dar’ê weke navê heşînê, peyva ‘diraxt yan dirext’ê jî tê gotin ku di kok de ew tê wateya ‘dirêj’. Di zimanê nû yê kurdî de jî piranî ‘axt û az’ bûne ‘êj’ weke: ‘nimaz bû nimêj, diraxt bû dirêj, vaçar-bazar bû bajar-bajêr, zar bû jar-jêr’hwd…