17 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di Mihrîcana Govenda Kurdistanê 3 koman xelat girt

36emîn Mihrîcana Govenda Kurdistanê îsal di navbera 7 û 8ê Hezîranê de li bajarê Duisburg ê Almanyayê hat lidar xistin.

36emîn Mihrîcana Govenda Kurdistanê bi coşek mezin di 7-8ê Hezîranê de li bajarê Duisburg ê Almanya hate lidarxistin. 34 komên folklorê ji Almanya, Fransa û Swîsreyê bi armanca zindî hiştina çanda Kurdî û parvekirina wê beşdarî pêşbirkê bûn.

Li şûna meşa kevneşopî ku ji ber baranê hatibû betalkirin, bi sedan kes li ber Hola Çandê ya Rheinhausenhalle destên hev girtin û govend gerandin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên tevkarî li çanda Kurd kirine û jiyana xwe ji dest dane, destpê kir. Li ser navê komîteya amadekar, Mamoste Mustafa Şahîn axivî û destnîşan kir ku Mihrîcan ne tenê pêşbirkek e, hilgirê mîrateya çandî ye û got, “Her kom ji bo me serketî ye.”

Pêşbirk û xelat

Di nav 19 komên ku roja Şemiyê performans pêşkêş kirin de, Govenda Sipan Amara Jin ji Hamburgê di rêza yekem de û Koma Nûdem ji Kielê di rêza duyem de bûn û derbasî fînalê bûn.

Di fînala roja Yekşemê de:

Govenda Ar (Wuppertal) bi govend xwe yên herêmî yên Çewlikê di rêza yekem de bû,

Govenda Sîpan Amara (Hamburg) û Arya Mara (Koln) di rêza duyem de bûn,

Koma Amara Dersim (Hamburg) bi govendên xwe yên herêma Dersimê di rêza sêyem de bû.

Xelata Lêkolînê ji Koma Bêrîvan (Wesel) û Tîma Folklorê ya Duisburgê re ji bo lêkolîna wan a 70 rûpelî li ser çanda Êzidî hat dayîn.

Xelata Taybet a Juriyê ji Ekrem Demîr, damezrînerê Govenda Sîpan Amara û Ozge El ji Kielê re hat dayîn.

Çalakî bi gerandina govend û pîrozbahiyên bi coş ên ku heta derengiya şevê dom kirin bi dawî bû.