Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê têkildarî darvekirin û binçavkirinên ji aliyê rejîma Îranê ve beramberî çalakvan û welatiyên kurd di meha sibatê de hatîn pêkanîn, daxuyaniyek belav kir.
Li gorî bîlançoyê, di meha sibatê de 8 girtiyên kurd ji aliyê rejîma Îranê ve, li girtîgehên rojhilatê Kurdistan û Îranê hatin darvekirin.
Hat diyarkirin ku di heman mehê de 32 welatî û çalakvanên kurd li rojhilatê Kurdistanê, ji ber sedemên siyasî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin binçavkirin. Herwiha hat ragihandin ku ji van kesan 4 kes ji bo derbaskirina cezayê girtîgehê şandin girtîgehên Nexede, Bokan, Bane û Îlamê.
Hêjayê gotinêye ku di meha çileyê de 4 welatiyên kurd hatibûn darvekirin. Herwiha 82 welatî û çalakvanên kurd jî ji ber sedemên siyasî, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibûn binçavkirin, 5 kes jî hatibûn girtin û ji bo girtîgehên Bokan, Sine û Nexede hatin şandin.