8 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Di meheke de 28 jin û 2 zarok ji aliyê mêran ve hatin kuştin

Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWSê, di meha kanûnê de herî kêm 28 jin û 2 zarok hatin kuştin û 13 jin û 2 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

Daneyên meha kanûnê yên JINNEWSê yên têkildarî tundiya mêr hatin aşkerakirin. Li gorî daneyan; di meha kanûnê de herî kêm 28 jin û 2 zarok hatin kuştin û 13 jin û 2 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

Jinek ji aliyê cîranekî xwe ve, 2 ji aliyê nasên xwe ve, 8 ji aliyê mêrên ku bi wan re zewicandîbûne re, 2 jin ji aliyê mêrên ku xwe jê berdabûn, 2 ji aliyê mêrên ku ji hev cuda bûbûn, yek ji aliyê mêrekî nenas ve, yek ji aliyê kurê xwe ve, yek ji aliyê xwezûrê xwe ve, yek ji aliyê mêrê ku berê hev berda bûn ve, yek ji aliyê xalê xwe ve, 3 ji aliyê mêrên ku di pêvajoya veqetînê de bûn, 2 ji aliyê zavayên xwe ve, yek ji aliyê mêrekî ku pê re bi mehra mele zewicîbû û yek ji aliyê neviyê xwe ve hat kuştin. Herwiha, jinek ji aliye kesên ne diyar ve hat kutin.

Li Mêrsînê jinek, li Kirikkaleyê 2, li Hatayê yek, li Samsûnê yek, li Enqereyê 2, li Qeyseriyê yek, li Çanakkaleyê yek, li Semsûrê 2, li Stenbolê yek, li Dîlokê 2, li Mereşê yek, li Antalyayê yek, li Kirklareliyê yek, li Amedê 2, li Çanakkaleyê yek, li Karamanê yek, li Manîsayê 3, li Zonguldakê 2, li Sêrtê yek û li Rihayê jî jinek hat kutin.