Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) û Koma Lêkolînkirina Enflasyonê ya Serbixwe (ENAG) daneyên enflasyonê yên meha îlonê aşkera kirin. Li gorî daneyên TUÎKê, di meha îlonê de enflasyon ji sedî 3.23 û enflasyona salane jî ji sedî 33.29 zêde bûye.
Li gorî daneyên ENAGê jî rêjeya enflasyonê ya meha îlonê weke ji sedî 3.79 û ya salane jî weke ji sedî 63.23 ragihand.
