7 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di meha îlonê de 19 jin hatine kuştin

Li gorî çeteleya tundiyê ya meha îlonê ya JINNEWSê; 19 jin û zarokek hatin kuştin û 21 jin û zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

JINNEWSê çeteleya tundiyê ya meha îlonê aşkera kir. Li gorî çeteleyê; 19 jin û zarokek hatin kuştin û 21 jin û zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyan, piraniya jinan ji hêla zilamên nêzî wan ve hatine kuştin. 3 jin ji hêla hevjînên xwe yên di qonaxa hevberdanê de, ji 2 ji hêla zilamên ku hev berdabûn, 2 ji hêla nasên xwe, yek ji hêla xezûrê xwe, 3 ji hêla hevjînê xwe, 2 ji hêla zilamên hevberdayîn, 2 jê ji hêla zarokên xwe ve, yek ji hêla destgiriyê xwe, yek ji hêla neviyê xwe, yek ji hêla cîranê xwe û yek jî ji hêla zilamekî ve hate kuştin. Bi domdarî hate gotin ku ji van jinan 3 jê li Enqereyê, 3 li Afyonê, yek li Îzmîrê, 3 li Kocaeliyê, yek li Antalyayê, 2 li Denîzliyê, yek li Osmaniyeyê, yek li Stenbolê, yek li Mûglayê, yek li Samsûnê, yek li Zonguldakê û yek jî li Dîlokê hatiye kuştin.