12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di meha adarê de 22 jin hatine kuştin

Li gorî daneyên JINNEWS'ê di meha adarê de 22 jin hatine kuştin û 16 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daneyên ku JINNEWS her meh der barê tundiya li ser jinan de digire, di meha adarê de li Tirkiyeyê 22 jin hatine kuştin û 16 jin bi guman jiyana xwe ji det dane. Sê jin bi hewldana qetilkirinê re rûbirû mane. Di meha adarê de 3 zarok hatin kuştin. Mêrên tacîzkar dîsa ji aliyê daraza mêr ve hatin xelatkirin.

Li gorî daneyan jin ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatine kuştin. Ji 22 jinan 6 heb ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve 3 jin ji aliyê mêrê pê re di asta destberdanê de, 2 heb ji aliyê mêrê dest ji hev berdabûn, 2 heb ji aliyê mêrê pê re dijiyan, yek ji aliyê birayê xwe ve, yek ji aliyê hevalê xwe yê berê ve, yek ji aliyê nasê xwe ve, yek ji aliyê zavayê xwe ve, yek ji aliyê hevalê xwe ve û sê heb jî ji aliyê zarokên xwe ve hatine kuştin.

Vê mehê bajarê ku herî zêde jin lê hatine kuştin Stenbol bû. Li Stenbolê 4, li Xarpêtê 1, li Îzmîrê 2, li Manîsayê 2, li Mêrsînê 2, li Orduyê 1, li Êlihê 2, li Antalyayê 1, li Enqereyê 1, li Artvînê 1, Edenê 1, Meletiyê 1, Denîzliyê 1, Yozgatê 1, Rihayê jinek hat kuştin.