8 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di kurmanciya kobaniyê de dem

Dema borî, dema niha û dema bê, ji xwe di kurdiya standart de hinek amraz û pêşgirên taybet ji deman re hene ku pêk tînin, lê belê her wiha ev jî li gorî her devokê tê guhertin, ku her çend devok amrazên wan ji deman re û bilêvkirina wan wek hev e, lê li gorî devokên dîtir cudahî heye.

Dem di rêzimana hevoksaziyê ya her zimanekî de xwedî risteke girîng e, ji xwe dema ku qala deman dibe di serî de sê demên sereke di kurdî de tên bîra mirov, ew jî ev in: Dema borî, dema niha û dema bê, ji xwe di kurdiya standart de hinek amraz û pêşgirên taybet ji deman re hene ku pêk tînin, lê belê her wiha ev jî li gorî her devokê tê guhertin, ku her çend devok amrazên wan ji deman re û bilêvkirina wan wek hev e, lê li gorî devokên dîtir cudahî heye. Emê di vê gotara xwe de li ser dema bê di devoka kobaniyê de qal bikin.

Dema bê: Her weke ku ji navê xwe jî diyar e, ev dem ji bo karekî ku hîn pêk nehatiye tê bikaranîn. Kar hîna pêk nehatibe û di demeke pêş de dê pêk bê.

Forma dema bê: Kirde + Amrazên dema bê + Rayeka demê ya lêkerê + Pêvekên kesane

  1. Kirde: kird e ew e, ku yê bi kar radibe û kar hildigire ser milê xwe, kirde hem navdêr tên hem jî wek cînav tên.

Cînavên kesane yên xwerû di devoka kobaniyê de wiha ne:

E/Ez

Ti

Ew

Em

Hûn/Ûn

Ew

  1. Amrazên dema bê di devoka kobaniyê de:

Di devoka kobaniyê de du amrazên dema bê yên bingehîn hene, ew jî ev in:

(Kim û kê)

  1. Kim tenê ji bo cînava ez tê bikaranîn, her wiha jî ji bo cînava ez tê bikaranîn.
  2. jî ji bo hemû cînavên kesanê tê bikaranîn.

Bo nimûne: Ez kim/kê bixwim.

Ti kê vexwê.

Ew kê rûdin.

Em kê rakevin.

Hûn kê nên bixwin.

Ew kê dakevin.

  • Her wiha (Dikim) jî heye ku bi kêmanî tê bikaranîn.

Mînak: E dikim herim/herime.

  1. Rayeka dema bê di devoka kurmancîya kobaniyê de:

Rayeka dema bê tê dîtin, heke ku mirov qertafên kesane ji paş rayekê bixe dê rayeka lêkerê bê bidestxistin.

Mînak: Radera lêkera çûnê di devoka kobaniyê de (her) e.

Mînak: Ew kê herêye.

Em kê herine.

Di mînakên li jor de rayeka (her) ê qertafa cînavka kesane (ew/êye) girtiye, heke ku em vê qertafê jê bixin dê rayek bê bidestxistin.

  • Her wiha hin lêker hene ku qertafa (Bi) jî digirin.

Mînak: Ez kê bixwûnime.

Hûn kê bixwûnine.

  1. Pêvekên kesane yên xwerû:

E/Ez-im/ime

Ti-êye

Ew-êye

Em-ine

Hûn/ûn-ine

Ew-ine

Mînak: E/Ez kê herime.

Hûn kê bixwine.

  • Her wiha carinan her du dengên (E û ye) ji qertafên kesane tên avêtin di nav bikaranîna axaftinê de.

Mînak: Ti kê vexwê.

Weke em dibînin li şûna vexwêye (ye) ya di dawiyê de jê hatiye avêtin.

  • Hin mînakên gîştî li ser dema bê di devoka kobaniyê de:

E kê vexwime.

Hûn kê bilîzine.

Em dikin/diki rakin/rakine.

Ti kê biçînê/biçînêye.

Ew kê bişo/bişoye.

Ew dikin bimeşin/bimeşine.

Encam: Ji her devokeke zaraveyekê re cudahî di navbera hinek xalên rêzimanî yên demên wê devokê û devokeke din a wê zaraveyê de hene, weke dema bê ku dibe cudahî di navbera amrazên wê devokê û devokeke din de hebin, lê rêzkirin û birêkûpêkirina xalên pêkanîna hevok û deman, ku karibin hevokeke demî pêk bînin re heman in, ji ber ku ji heman zaraveya zimanekî ne.