Tîma Pilingan (Tiger Team) a Amerîkayê ji komeke rayedar û pisporên leşkerî pêk tê. Karê wan plan û amadekariyên ji bo bersivdayîna Rûsyayê ye. Li gorî agahiyên rojnameya Washington Post, Tîma Pilingan pîlan û senaryoyên cuda yên ji bo pêşîgirtina li destwerdana artêşa Rûsyayê ji Qesra Spî ya Amerîkayê birêve dibe.
Ji aliyekî din ve DYA’yê da xuyakirin ku her kêlî dibe ku Rûsyayê êrîşa xwe dest pê bike lê rê li pêşiya dîplomasiyê jî vekirî ye.
Der barê mijarê de Cîgirê Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî, Jonathan Finer wiha got: “ Hîna jî hêviya me ew e ku nakokiyên di navbera Rûsya û Ukraynayê de bi rêya dîplomasiyê were çarserkirin.”
Ji aliyekî din ve serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn dîsa dubare kir û wiha got: “ Em şer naxwazin lê em çareseriyê dixwazin, di mijara tevlêbûna Ukrayna ya NATO’yê de em li çareyekê digerin, nabe ku ew tevli NATO’yê bibin.”